Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 20 peyam
leyla îşxan

leyla îşxan

15. Leyla Îşxan Aslannova-Ankosî keça rojnamevan û rojhilatnasê kurd Îşxanê Aslan Ankosî ye. Li Ermenîstanê hatiye dinê, li Rûsyayê doktorî xwendiye û li Almanyayê doktorî kiriye.

Dibe ku ew yekane kesê ku dema ku stranan dibêje jî kenê wê bedew e.

Hevpeyvînek:

"ez leyla îşxan aslanova ankosî, di 13'ê cotmeha 1974'an de, li ermenistanê, li bajarê yerîwanê (rewanê) hatime cîhanê. bavê min îşxanê aslan ankosî rojnameger û rojhilatzan e. gelek salan karê dîplomasiya yekitiya sovyet, îran û afganistanê kiriye.

24 salan li radyoya rewanê di beşa kurdî û televizyona ermenîstanê ya netewî de wek rojnemeger kar kiriye. dayika min lûsika huseyin ankosî di dibistana gundê elegezê de mamosteya zimanê kurdî û ermenî bûye. lê di sala 1980'î de li radyoya rewanê axaftinên kurdî kiriye. ez, xwişka min nazê û almast, birayê me reşîd di malbateke welatparêz û kurdperwer de mezin bûne. ji xeynî dibistanê, her wisa me xwişk û bira, koleja muzîka navendî, beşa fortêpiyanoyê xwendiye. rast e, me dibistana zimanê rûsî xwendiye, lê zimanê malbata me kurdî bûye. bavê me digot ji bo zanebûna zimanê dayikê divê em timî stranên kurdî guhdarî bikin. ji ber bikin û bistrên. bi vî awayî me zimanê dayika xwe ji bîr nekir, lê pê re me ji muzîka neteweya xwe hez kir, kurdayetî kete nava ruhê me û bû pareke jiyana me..."



11.01.2024 22:07 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
soranî [6]
Zaraveyekî kurdî ye. Wextekî (2010 falan ne şaş bim) min di pirtûkeke ...
bi guhertina qenalê şiyarbûna bavan [5]
sendromeke zarokan e.
berê dema li mala bavê xwe dimam, bavê mi...
kurmancî [4]
Peyvên wekî herf, defter, kitêb, ders, nuqte, îmla, qelem, dîn, melek,...
kurmancî [4]
Ne zarave ye, zimanekî serbixwe ye. Bi gotineke din yek ji (vbnr: zima...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1]
min li ser quora ye dît ku chatgpt jî bersivan dide mijaran. ji bo tir...
belki ev jî bala te bikişînin
» leyla işxan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî