Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
soranî - tirşik
soranî
(9) (6) (3)
di mijarê de bigere

1. zaravayê zimanê kurdî ya .bi giştî li kurdîstana başur tê axaftin.



04.11.2013 21:30 | diljan

2. zaravayê ku li başûrê kurdistanê wek zimanê perwerdehiyê, zimanê siyaset û bûrokrasî û dîplomasiyê tê bikaranîn e.. ziravê entelîjansiyeya vî zaravayî diqete ku rojekî zaravayê kurmancî hevsarê resmiyetê têxe destê xwe û li seranserê kurdistanê bibe zarvayê serdest..

zaravayê ku li rojhilatê kurdistanê jî tê bikaranîn..



14.12.2013 01:40 | endazer

4. cûreyeka hirmiyan e, jê re soralî an alîsorik jî dibêjin.



03.03.2014 03:34 | endazer

5. Soranî, kurdî an jî kurmanciya navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Zimanê fermî yê hikûmeta herêma kurdistanê ( iraq ) ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî silêmanîyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.



Devokên soranî



xoşnawî

erdelanî

mukrî

babanî

germiyanî

cafî

sîneyî

kurdiya cihûyî

warmawa

pişdarî

xaneqînî

kirmaşanî

hewlêrî



02.10.2014 21:56 | xwelî li ser

6. (bnr: kurmanciya jêr)



03.10.2014 02:26 | xendekî

7. bi hestên safiyane min ketibû* chat-roomeke soranî. min xwest bi yekî re bipeyvim lê, ji min re ev peyama şand: u know soranyan people do not know kurmanji û duv re jî vê: unfortunately. xwedêyo. pir hêrs bûm. bi rastî. *



edit: * bi rastî, ma heqê min heye ku ez hêrs bibim?

edit: ji min re: bo chi kurdi qisey nkey. *

edit: -lê ez te fêm dikim gêjiko *



28.12.2014 22:49 | biruya hayao miyazaki

8. Yewêk zaravayê kurdî ra ya. Û ez qet nêzana.



La belê mi hîçêk ewnîya, û qasêkê mi dî, orteyê kurmancî û kirmanckî ya. Hem gore gramer hem zî çeku.



29.12.2014 02:26 | endazyar

9. zimanekî kurdî ye



21.06.2015 02:33 | hola êzîda

10. lehçeyekî kurdiya şerînê ku niha li devera bi navê fermî wek herema kurdistanê ya iraqê t binav kirin tê axaftin. alfabeyeke we xeş le ji min re pir zor heye.



21.06.2015 15:07 | ridwanxelil

11. zimanê pirahîya kurdên herema başûrê kurdîstanê.



21.06.2015 15:50 ~2015.12.08 00:55 | shorbevan

12. zaraveyeke hêsan e, berê min digo qey li gorî kurmancî gelekî dewlemend e, lê bi qasê çarûyeka kurmancî jî ne dewlemend e, pirraniya peyvên wê bi eslê xwe an bi farisî ne an jî bi erebî.. van çend salên dawîn ji xwe re çend peyv û bêjeyên nû li hev anîne..

dema yek li ser televîzonê bi soranî biaxive eger transkrîba axaftinê wekê jêrnivîs li jêr deynin, yekî ji rêzê jî wê bikaribe ji sedî 50-60 axaftinên wî fêhm bike..



24.07.2015 21:43 | endazer

13. nizanim çima, jê re pirr kefa min te. welleh qiseyê wan pirr şîrîn e. car caran kanalên kurdên îraqe vedikim. ji xwe re fêm jî nakim lê guhdarî dikim. * ger ewha here ez ê hedî hedî hîn bibim.



30.11.2015 02:13 | xwedaparêz

14. kurdîya herema sorana, zimanê kurdên sor.



02.12.2015 00:47 | shorbevan

15. zaravaye kurdîye, ku ev qas xweş e.





02.12.2015 02:55 | xwedaparêz

16. Piştî dest pê Sêr kirdinî kenelekanî televîzyûnî soranî min lê nêrî ku zaravayê soranî nêzîktirîn zaravaya ji kurmancî re ye.



19.12.2015 00:42 ~01:44 | mîr

17. Ez îro dest bi fêrbûna Soranî dibim lewma min xwest bi wekî nîşeyekî li tirşika delal binvîsim ku heka çend roj, meh an jî salan şûnda ez ê vegerim li vir û çend hevokan ji bi soranî binvîsim. Bi rastî kelecan im lê de niza'im karekî zehmet a an na? Yanê dema bi soranî tê xeberdan zêdepariya xeberdanê fêm dikim lê hîç tîpên erebî nizan im û nivisîna tîpên erebî bi min zehmet tê. Xwezila hemû kurd alfabeteka hevpar diyar bikin êdî!



03.04.2018 13:21 | jifêzagorda

18. xwezî hemû kurd bi soranî xeberda, yê çiqas xweş biba. soranî bi xwe wek helbesteke



15.12.2020 19:33 | doesntmatter

19. nikani avê li destê hewramî ke.



15.12.2020 20:52 | shwinsherm

20. Doh yekî başûrî hat odeya twitter spacesê. Hebekê bi soranî deng kir.
Ew çi zaraveyek xweş e.
Hemû axaftin bi soranî weke helbest dibe.



15.04.2021 17:28 | cinorek

21. Yên ku dizanin dikarin bikevin têkiliyê.

Here lînkê



29.05.2021 00:19 ~00:21 | kajav

22. Zaraveyekî kurdî ye. Wextekî (2010 falan ne şaş bim) min di pirtûkeke Altan tan a bi navê Kürt sorunu de xwendibû, Altan tanî gotibû di navbera zaravayên kurdî de yê herî edebî û dewlemend zaravayê soranî ye.

Piştî salan ez baş pê qane bûme ku kurmancî deh gav ji soranî pêşdetir e.

Berhemên ewilîn ên kurdî bi kurmancî ne, roman ewil bi kurmancî hatiye nivîsîn, dengbêjî û çîrokbêjî Hama bêje di sedî de Not bi kurmancî ne, edebîyata klasîk ya kurdî bi pirranî li ser kurmancî ava bûye wesayre. Lê piştî şerê cîhanê yê yekemîn dema li rojhilata navîn dewletên pîyon hatin damezirandin, rewşa kambaxtir bir para kurmancî ket. Li Tirkîyeyê kurdî qedexe bû lê li iraq û êranê kurdî ti car qedexe nebû. Kurmancî mixabin bi nivîskî li du herêmên piçûk bi awayekî pirr lokal hate karanîn. Li Sovyet û sûrîyê. Tabê haya her duyan jî ji hev tunebû. Rewşa soranekam'an ji ya kurmancgyanekam'an gelek baştir û çêtir bû.

Cara ewil min divê bêjim, soranî li iraqê ti car qedexe nebû, ne di dema îngilîzan de, ne di dema kral faysal de ne jî di dema Seddam Husên de.

Piştî ku kurmancî li Tirkîyê qedexe bû û li sûrî û Sovyetê jî xebetên hunerî û edebî jî bi awayekî qedexe bûn mixabin qutbûneke pirr xedar rû da. Bi deh salan Hama bêje kitêbek jî nehate çapkirin. Jixwe ez hîç qala perwerdehî û rêvebirinê nakim jî.

Piştî ku dagirker li pişt kurmancî şikandin xelk ne karîn ziman û edebîyata xwe bi pêş ve bibin ne jî karîn zimanê xwe bi awayekî xweş fêrî zarokên xwe bikin. Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê Hama bêje pênc nifş mezin bûn, her nifş zimanê xwe ji nifşa berî xwe bêtir lewitand. Yanî bifikirin; Kalo bi tirkî nizane, bav bi kurdî û tirkî zane, kurik/keçik bi kurdî nizane. Ev rewş bi qasî pênc şeş nifş wisa berdewam kir. Îroj jî xeynî hindek herêman êdî kesî bi zarên xwe bi kurdî nastexilin. ( Carinan ez kurê xwe dibim Parqê, di Parqê de carinan bîst sî zarok li hev dicivin û dileyizin bawer bikin ji xeynî kurê min kesî ji wan kurdî nizanin ne lawê min ji wan fêm dike ne jî ew ji lawê min fêm dikin)

Hindek kurmancên me dema dibînin ku Soranên me pirr xweş bi soranî diaxifin, demildest biryar distînin ku soranî zimanekî pêşketî ye, tirk çawa bi zimanê xwe wisa xweş û herikbar dipeyivin, soran jî wisa zimanê xwe xweş dipeyivin. Ev întîba Yanî qebûl, gelek seqet e.
Mesela tu îroj rabî fêrî îngilîzî bibî, heya dawiya emrê xwe bi îngilîzî bixebitî, bixwînî, bipeyivî û binivîsî jî tu yê ti car zimanî îngilîzî mîna îngilîzekî nikaribî bi kar bînî. Çimkî ew dema ku ketiye zikê diya xwe wî zimanî bihîstiye, hemî cîhana xwe bi wî zimanî xemilandiye wesayre. Ne şaş bim lêkolîneke zanistî jî hebû di derbarê vê meselê de, eger ez wê maqaletê peyda bikim ez ê li vir jî Parve bikim...

Mesela eger tu herî Afrîqayê hinek ziman hene ku bi tenê di gundekî de tê axaftin, hinek ziman hene ku bi tenê deh bîst kes wî zimanî dizanin, tu lê binêrî ew jî di navbera xwe de bi zimanê xwe gelek herikbar dipeyivin û ti kêmasiya zimên hîs nakin, Halbûkî di zimanê wan gelan de hezarek herî zêde du hezar peyv hene. Ne zimanên dewlemend in..
Zimanekî herikbar ( hem di axaftinê de hem di nivîsandinê de hem jî di fikirînê de) ne girêdayî dewlemendbûnê ye. Tu îroj herî fransizan jî mîna kurmancan sed sal asîmîle bikî bê guman piştî sed salê encama rewşa wan ji ya me ne cuda be.

Eger mesele pirrbûna nifûsê be, nifûsa kurmancan ji soranan gelek zêde ye..
Eger mesele hejmara çapbûna kitêb, kovar, rojname û maqaleyan be, ew jî bi dewlemendbûnê ve têkildar nin e. Encama rewşa sîyasetê ye...
Min jî hindek guh da soranî, hejmara peyvên resen/orîjînal li gorî kurmancî gelek kêmtir e. Soranî ji kurmancî bêtir di bin tesîra erebî, farisî û îngilîzî de mayîye.

Tabê yekî ji wan jî mesele nîn e. Ger Kurdistan azad be bawer dikim piştî bîst salan soranî wê li rex kurmancî bibe wek şagirtekî..
Dîsa jî gelek kêfa min ji soranî têt, çimkî dema guh didim soranî têdigihîjim ku ger Kurdistan azad be, kurmancî dê bibe zimanê fermî, perwerdehiyê, rêvebirinê û hemî kurmanc xwe li dora kurmancî bigrin kurmancî dê çawa bibe zimanekî qerresa!



29.05.2021 00:56 | ferhenga şikestî

23. Heya kengî Xwedêyo



04.06.2021 17:09 | cyaxares

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» soranî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî