Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 83 peyam
jetpack

jetpack

1. Sepana wordpressê ye.

Bikarhênerên wpê ji xwe dizanin ku sepana bi navê Wordpress bi serê xwe him giran e û him jî pir ne kêrhatî ye. Li aliyê din li ser kombersê her tim mirov pêrgî reklama pêveka fermî ya jetpackê dibe. WP ji ber sepana jetpackê sepana xwe ya fermî paşguh dike. Ev jetpack bi rastî mîna kêra Swîsreyê ye. Sivik û xwedî vebijêrkên rengorengo ye. Bi min ya herî xweş ev e: mirov tê de dikare blog û malperan bi hêsanî bişopîne, nivîsên Dawî bixwîne ji ber ku hemû mîna twitterê ser hev û din hev dide û têdixe rêzê, parve bike, biecibîne, şîrove bike û têxe şûnpelê. Ne tenê malperên wpê her wiha malperên din jî heke xwedî RSS bin, tên şopandin ku bi vê taybetiya xwe jetpack dişibe xwînera rss û atoman wekî sepana feederê. Her wiha bi min tê ku wp bi vê rss-kirinê dixwaze bişibe mîna twitter û mastodonê ku yên dizanin ji xwe ev her du jî mîna tirşik.netê mîkroblog in. Tenê di wpê de tu sînor di nivîsan de tune ye, dixwaze dirêjahiya sed rûpelê nivîs hebe û tê de 100 wêne hebe. Xweş e yanî ji bo hevbandoriyê. Ev girîng e ji ber ku blog pir caran tenê serê xwe ne, pir caran nayê zanîn loma emrên wan kurt dibe. Blognivîs pir caran bi destê xwe di platformên din de nasandina xwe dike lê di jetpackê de gerana etîket û kategoriyê derfet dide ku bê dîtin û kifşkirin. Ev taybetî dînin ber hashtaga mîkroblogên din, hûn ê çêtir fêm bikin. Lê ji aliyê zimanê kurdî ve blog gelek kêm e, yên hene jî ne karbar in.

Mîsal profîla bloga xebroskbej.wordpress.com tê de wiha tê dîtin.
Here lînkê

Ev jî profîla warê zanînê ye:
Here lînkê

Nîşe: mixabin tirsik.net ne xwedî RSS ye loma nayê şopandin.

Edit.



04.10.2023 21:02 ~2023.10.06 08:59 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» jetpack

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî