Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 35 peyam
dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin

dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin

3. Bi fikra min, eger em bi çavê kurdekî/ê li meselê binêrin ji bo Kurdan ev benda ji dersê derbasbûnê problemeke mezin nîn e, wisa an jî wiha dê bi awayekî mecbûrî/kotekî fêrî zimanê wan bibe lê metirsiya mezin ji bo me ew e ku hêj zarok di çar-pênc saliya xwe da dikevin ber destê wan bi rêka van fêrgehên pêşdibistanê yanî hêj perwerde ji malbata xwe wernegirtî, hêj hînhatinên malbata xwe, diya xwe bavê xwe wernegirtî/fêr nebûyî perwerdeya wan werdigirin. Bê bingeh dimînin rasterast zarokan li gor hizra xwe mezin dikin, çawa bixwazin tînin wê xalê, nexşeyên bi dilê wan e dixin binhişê zarokan herwiha ev rewş bo navan, hobîyan, henekan, rabûn-rûniştin her wek dîn jî derbasdar e.
Çiqasî zû dest pê bikin ji bo wan baş e, yanî min ti caran nedîtiye ji bo perwerdeya kurdên temenê wan mezin bernameyek li dar xistine, fînansek terxan kiribin çimkî ew ji me baştir dizanin; tişta qaliba xwe girtî gelek bizor diguhere lê tişta wekî hevîr ji bo teşedanê li ber dest hazir û nazir e ji ber wê jî van salên dawîn li her deverên Kurdan pêşdibistan ava kirin yanî agirê gur, gurtir kirin. Belkû hinekên we wiha bifikrin; bêyî zimanê perwerdehiyê, perwerde baş e lê bi fikra min; mirov bi hînhatinên civaka xwe, bi hişê civaka xwe neyê perwerde kirin nifşên nû pûç dibin ji ber wê di vê nîzamê de kurdek bibe çi jî li ber dilê min mûteberiya ast û mewkîya wî/wê tineye.



28.09.2023 23:37 ~23:40 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1]
Ya bi rastî belkî nanivîsin lê ez bawer dikim ku car caran li tirşike ...
cinorek [1]
Ez bixwe cinorekî gelekî pîroz dikim û spas dkkim jê re. Ji be...
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2]
Leqebên kesan ên ku min ji malbata xwe hisiyane ev in: Dudo û nîv Em...
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1]
Sala par em bi apê xwe re havînê çûn gund. Apê min ez hişyar kirim go...
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1]
ew wekî armanca xwe ya sereke li tirşikê bûna rêveber an edîtor dibîni...
belki ev jî bala te bikişînin
» dema xelaye
» dibistanên taybet de perwerdeya bi zimanê kurdî
» dersaadet
» tirkî
» nota
» xwe kerî nayin
» binê dara valêre de
» bidesthevgirtin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî