Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ibrahim halil baran - tirşik
ibrahim halil baran
(60) (24) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û helbestvan e. ji bajarê rihayê ye. pêvajoya di navbera pkk û tirkîyê rexne dike. gotinek wî navdar heye: (bnr: ez di sureca we nim)



24.07.2013 18:14 | baz21

2. dibêje: pêwîste ku leşker û artêşên tirk, ereb û faris ji kurdistanê derkevin, kurdistan azad bibe.



24.07.2013 18:18 | baz21

3. bi kurtayî ihb an jî Îxb

fenomenekî li twîtterê ye, hezkiriyên wî jî dijminên wî ji gelek in.



24.07.2013 19:56 | bazirgan

4. nivîskar û ramanwerek kurd e û. ji perspektîva azadî û serxwebûna kurdistanê û tifaq û yekîtiya kurdan li her rûdan Û bûyereka li dinya û kurdistanê diqewime dinêre û şirove dike ji ber hindê gelek caran bertekên kurdên asîmîlebûyî an entegrebûyî û yên çepgir û rastgir û îslamîstên tirk dikişÎne ser xwe.. ez bi xwe pişta hema bêje her gotinek û fikreka wî digirim lê nizanim ji ber çi gelekî zêde ji xwe bawer diaxive û dema derheqê tiştekî de diaxive wekê ku yekane otorÎte ew e qet îhtîmala şik û îtîrazekî jî bernade. mixabin di nivîsên xwe û parvekên xwe yên li ser twitter û facebookê de bipiranî zimanê tirkî bikar tîne. carinan li ser facebookê derheqê hind peyvên kurdî de xebatên xwe yên etîmolojÎk parve dike ku piraniya etîmolojya van peyvan şaş in û tu esl û feslê wan ê rastiyê nîne. carina jî wekê kurdên nû bi kurdîtiyê hesiyayîn û divên tiştinan bikin nivîsên gelekî hişk û tûj û req dinivîse.



24.07.2013 21:16 ~2022.01.13 12:43 | endazer

5. dîwaneka wî ya helbestan bi tirkî bi navê sular divanı di sala 2005an de ji nav weşanên yomê de derketiye heye.



24.07.2013 21:18 ~2022.01.13 12:47 | endazer

6. fenomenê twitter ê ku kesê herî zêde xwediyê dijminan e .

a rast ez car caran wek rexneyên wî difikirim. lê bi qasê min şopandiye rexneyên wî hevnegirtî ne . carinan pkkê tune dike carinan jî derdixîne ezmanan.

ez ji hebûna wî ne aciz im, çi qas bikare dikare biaxive û fikr û ramanên wî tesîrê gelek kesan dike .



24.07.2013 21:53 | brusk56

7. gora ew bi xwe dibêje serokê navenda lêkolîn û polîtîkayên serbixwe ye .

heta demekî nêzik endamê kcd ê bû. ji bo konferansa yekîtî a bakûrê kurdistanê ku beriya 2 mehan felan hat çêkirin, hatibû vexwendin . lê paşê ev vexwendin hat îptal kirin. ji ber ku hin kesan şîkayet kirin û sedema îptal kirinê dijûnên wî ên ji parşementerekî bdpî re bû .



24.07.2013 22:04 | brusk56

8. Dibêje ez Kurdim Û Kesekê kurdistanî me.



24.07.2013 22:52 | shiyandar

9. bi israr li ser bindestiya kurdan û mûstemlekebûna welatê kurdan kurdistanê disekine û ji bo azadkirin û ji nû ve avakirina ruh û bedeneka kurd û kurdistanê hizr û pêşniyarên xwe li ser facebook û twitterê bi hejêker û guhdêrên xwe re parve dike.. hêvî heye ku bê û di tirşikê de jî hespê xwe rake pêdarê û bela xwe li dewletnexwazên kurd yên ji her derûdorekî bide..



24.07.2013 23:33 | endazer

10. yekî ji tu tiştî namîne ye.



îbram xelîl baran &lokman polat/8207;@ihbaran 27s

Kurd ecêb in û xweş in. Wê hê jî baş bibin. Ji ber ku êdî tirşika wan jî heye. Bi silav û rêz https://www.tirsik.net/index.php



24.07.2013 23:41 | bazirgan

11. Dibêje bila Kurdîstan ava bibe, eze bibim paqijokê Kurdîstanê.



24.07.2013 23:49 | kurdmisê

12. xwediyê gotina ku ji bo Roboskiyê ''Katır sırtında ölüler, unutursam kalbim kurusun:'' e.



25.07.2013 00:28 | fuad hemedxan

13. radibe û rûdine dibêje ax kurdistan û wax kurdistan

û dibêje tirk li kurdistanê dagirker in



û sibêêê heta êvarî bi zimanê wan dinivîse



de here loooo !



25.07.2013 00:50 | cîncoqo

14. bi xwedê, ha barana nîsanê, ha brahîm xelîl baran...



25.07.2013 01:13 | devliken kelogiri

15. kesê ku ez dibînim bi şabûna wî bi peyva kurdistanê re heye û ji ber vê jî popûlaritiya wî di nava welatparêzên me de tê pejirandin.



25.07.2013 01:17 | fizikzan

16. Kurdnasek gelek baş, helbestvan u nıviskar e. Wexta navé wi guhdar bıkım Kurdıstan té bira mın * Bı evina Kurdıstan xwe dıkuje ku jı bo me hemuyan ji minakek héja ye. İxb=Kurdistan *



25.07.2013 01:54 | bawermend

17. ji devê wîkîpediyayê îbrahîm xelîl baran:

Di 1981ê de li bajarê Kurdistana Bakur Rihayê (Urfa) li gundeke navçeya Pirsûsê (Suruç) ji dayîk bu. Pistî dibistana xwe ya serî di sala 2003an de li Zaningeha Dicle ya Amedê beşa Mamostetîya Zimanê Tirkî xelas kir. Dû re salekê li ser Weje û Zimanê Tirkî li Zaningeha Bîlkent xwend.
Îbram Xelîl Baran, gava deh salî bû dest bi nivisandinê kir û digel vê yekê nivis, helbest û gotûbêjên wî di kovaran de hatin weşandin. Pê re di kovara Yom Sanat de editorî kir. Di weşanxanê de li ser pêşnumayê xebitî û bû derhênerê hûnerî. Di sala 2004an de Weşanxana Yom ava kir û li ser wêjeyê pirtûk derxistin. Di îlona 2004an de di Antolojiya Mezin ya Wiyo’yê de hate hilbijartin û kete nav helbestvanên hilbijartî.
Îbram Xelîl baran di sala 2002an de yekemîn pirtûka wî ya bi navê esmer tenli irmak düşleri (Xeyalên Rubarên Esmer) ji Weşanxana Sî derket. Di sala 2005an de jî pirtuka wî ya duyemîn nav bi sular divanı (Dîwana Avan) derket. Gellek helbestên wî hatine wergerandin û bi çend zimanan hatine weşandin.



25.07.2013 05:34 ~2022.01.13 12:49 | endazer

18. bi evîna kurdistanê dimire rojê 10000 bêjeyên tirkî dinivîse li ser facebookê



01.08.2013 05:52 | maro

19. Li ser rêberê gelê kurd zêde dipeyive û zêde rexneyan lê digire.

mIROVEKe ' TIRSIKçî' YE.

JI ÇEND KONFERANSAN BERra WÎ DANE.



16.08.2013 16:26 | quzulqurt

20. Mamosteyek zehf delal û hêjayê.Doza wi yekîtiya Kurd û Kurdistanê ye.



16.08.2013 17:55 | stajyer kurd

21. MÎROVEK BAŞ E. LÊ BELÊ CARNA PEYVÊN GELEK BEREDAY DIKE.. bi gotina camêrek (bnr: "atanamayan serok")



15.10.2013 21:53 | bawero

22. ji ber ku kurdê bi tirkî nivîse, heqê wî de bi tirkî vê sêroveyê dikim: trîbünlere eyî oynamaxî bîlen tirrekin tekîdir..!



15.10.2013 22:14 | dîno

23. ji bo twitterê hatiye afirandin...



16.10.2013 23:48 | rexnegirêtagirtî

24. Gotina êvarê dibêje roja din ji bîr dike.

lê Sibeha din dîsa dibêje *



17.10.2013 22:21 | gulan

25. kesê ku rexneyan li partiya bdpê dike û dibêje çima li bajarên kurdistanê, kesên kurdînezan dike namzetê şaredariyê. lê vê rexneyê jî bi tirkî dike. aqlê we distîne ? yanê tişta rexne dike dike.

spî heta êvarêheçko karekî din tune ye, di twitterê, di facebookê, û di her gûyî de bi tirkî diaxive, lê tê û tavzê xwe li kurdiya parlementerên bdpê dike. weke tu ew qas dizanî ma kurdî li ser te jî ne ferz e ? an tenê zanebûn bes e ? dema tu kurdiya xwe 3-4 saliya xwe de malê hîn bibî temam e, lê ji xwe bikaranîn ne hewce ye ?



30.11.2013 12:03 | brusk56

26. kesê ku ji ser sibê heta êvarê li ser feysbûkê ji çar aliyê dinyayê rexneyan diberîne bi pirrani di rexneyên xwe de mafdar e lê ji ber ku ew bixwe zimanê serdestê xwe dinivîse dikeve nakokiyê û bi qasî ku rexne dike ewqas jî rexne digire. carinan ji spiyê re dibêje reş carinan jî dibêje na spî! di ramanên wî de nakokî gelek in lê ew rewş bo na hemû Kurdan derbasdar e ez dikarim bibêjim daxwazên wê bi pirranî daxwazên hemû Kurdan e belam çi qas reel çi qas xeyal nizanim. .



30.11.2013 13:11 | ferhenga şikestî

27. di réya kurt de di réçika mehmet metiner deye, psikolojîya xwe bi pirsgirék e,nexweşé populîzmé u oportînîst u tirşikvan e.



05.01.2014 22:13 | ezpinktufloyd

28. kesek ji twîtterê nas dikim e.min tenê çend rojan şopand.gava ku min dît kesek beredayî ye min dev ji şopandinê berda.sîbê heya êvarê dibe kurdistan ax kurdistan lê tenê tirkî dinivse.dibe kurdistana azad u mezin lê dijminatîya pkk u hemu şaxên tevgera rizgarîya kurdistan dike.



05.01.2014 22:22 | feqiyêteyran

29. (bnr: qaşokurd)



05.01.2014 22:26 | dijber

30. mehmet metinerê biçûk e.



06.01.2014 09:14 | ezpinktufloyd

31. min gelek kes dîtin qasî wî camêrê tolaz nedît



06.01.2014 17:24 | newenda

32. necamêrê ku ez di twitterÊ de asteng kirime ye. ez mafÊ xwe jÊ ra helal nakim û inşala cihÊ wÎ dojeh e.



06.01.2014 18:41 | por gijik

33. mirovekî mêrxas e ji ber vê yekê jê ra dibêjin sîxur e, mosat e ma bu çi laww.



01.02.2014 21:36 | hogırekoseri

34. mÊrxasa ku min di twîtterÊ de spam kirÎyeye. yÊ ku min spam bike ne xÊra wÎ ji gelÊ kurd re ne jÎ ji kurdistanÊ re heye*



01.02.2014 22:25 | por gijik

35. Ku min tiştek ji vî mirovî fêm kiribê ez roja sibehê heyva şevê nebînim *



01.02.2014 22:29 | hozanbênav

36. welleh camér ger bi kurdî binivîsanda gelek kesan îro ew nasnedikir lé ji bo bikare fikré xwe belav bike mecbûrî ew jî piranî car bi tirkî dinivîse.



01.02.2014 23:19 | doktorodi

37. camêr ger ku bi kurdî binivîsiya ewqas popûler nedibûn. . ez qurbana popûlîzmê bibim..



01.02.2014 23:44 | ferhenga şikestî

38. ez fam nakim çima hin kes ji ihb re ewqas hêrs dibin. carnan çep dibêje carnan rast dibêje ê bila ev jî mîrovek e. ma qey jê pê ve kesek tiştên xirab nabêje.. şev û roj dibê kurdîstan. naxwaze ku kurdistan were jibîrkirin.ji deşta sûrûcê ye. helbêstên wî jî gellek xweş in .aha ev jî hesabê wî yê tumblrê ye http://ibrahimhalilbaran.tumblr.com/



05.02.2014 21:29 | maryam

39. li gorî otobiyografiya xwe hê di dibistana seretayî de (li gorî nivîsa xwe, hê 10 salî) kovarek derxistiye.



05.02.2014 21:48 | simurg56

40. egoya wî ji ya ocalan mezintir e. exlebê caran tiştên rast dibêje, lê carinan li gorî bertekên bi ser de tên rişm û hevsarê qelema xwe ya şidiyayî sist dike. yek ji îslamiyên ku ''paşê bi kurdîtiya xwe hesiyane û li doza kurdistanê xweyî derketine'' ye. carûbaran xwe didewliqîne bîra xwe ya berê û fikrên xwe yên kevnik jê derdixe, lê tu kes qîma xwe pê nayîne, pişt re rexneyan li pkk-ê û li ocalan û li siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê ya pêgir û pabendê pkkê digire, paşê pêl frenê dike û behsa girîngiya rola öcalan ya di nav siyaseta kurdistanê de dike, filan.
yekî têra heft bavê xwe popûlÎst e yanî, yanî firşikê wî çepik, şabaş û tilîlî ne.



06.02.2014 00:28 ~2022.01.13 12:46 | endazer

41. heyranê şexsê xwe ye. weka ku xwedê jê re ayet bişîne û ew jî were qesîdîyê xwedê bike dipeyive..

mariv dibê qey yekem û yekan otorîte ew e û gihîştiye nîrvanayê bi mejiyêk mezin banga vî gelî dike lê em ehmeq in û ji wî fêm nakin..



06.02.2014 17:59 | ferhenga şikestî

42. ez fikrÊn wÊ pir caran rast dibinim. lÊ rêbaza xwe pir enanÎyetwarÎ ye. mina peyama pÎş hatiye gotin wa mirova xwe pir li jÛr dibine.



18.02.2014 16:40 | cinorek

43. ji nevyorkê kasetek bi navê kurdistana sesleniş bi rêya youtubê weşandiye, maxane heçî nizanibe wê bêje qey wezîrê kurdistanê ye



18.02.2014 17:00 | kevçiyê dil

44. (bnr: balyozÊ kurdistanÊ yÊ united states)



18.02.2014 17:03 | cinorek

45. video ya wî gelek komik bû... şalık daê serê xwe bangî kurdistanê dikê bi zimanê neyarê xwe, armanc ne kurdin ew gotina xwe ji tirka re dibêjê lê binêr ez kurd im lê ez çawa ocalan rexne dikim ka werin min derxin qanalên xwe ez jî rewşenbir im.



18.02.2014 17:54 | jajî

46. ê ku vîdyoyek 50 deqe kişandiye lê min tenê 2 deqe karî temaşe bikim.



18.02.2014 20:44 | simurg56

47. kesê ku kî çi bibêje bila bêje, kedekî mezin dide ji bo berbilavkirina fikr û ramanên xwe.

carinan bi rastî jî jê dikavim şûpheyê ku ajan, sîxur felan e. yanê çawa zaningehek ji emrîkayê te vedixwîne ji bo ders dayînê ? tu bi kîjan pêwendiyan bi wan re ketî danûstanê ? bi rastî jî mirov ecêbmayî dimîne *



18.02.2014 20:54 | brusk56

48. di fikr û ramanên wî de pirsgirêk tune ye, ya rastî uslûb û şêwaza wî wek zarokên pazdeh salî ye. min vîdeoya wî deh deqe tenê darî kir ji ber ku pirr amatorane ye lê tu jê bipirsî weka ku atomê parçe bike û were behsa serkeftiya xwe bike axifiye



18.02.2014 21:15 | ferhenga şikestî

49. wa kî ye law, ez nas nakim.



18.02.2014 21:25 | ninova80

50. mirovê ku li gorî îdîaya wî li amerîkayê li zankoyekê dersê dide.

ger zankoyek naskirî bûya, wê bêguman navê wê jî bigote. li newyorkê xwedê zane çend hezar zanko hene, loma vexwendina kesekî wisa ne tiştekî ecêb û nedîtî ye.

weke mînak tenê li stenbola tirkiyê 49 universite hene.. (http://tr.wikipedia.org/wiki/%C4%B0stanbul%27daki_%C3%BCniversiteler_listesi)



18.02.2014 21:54 | simurg56

51. bi qasî ku ez dizanim zimanê tirkî xwendiye lê vêca tirkî û sosyolojî? çi eleqe yanî? min têdernexist tu dixwazî hezar heb pirtûk bixwîne lê tu wê beşê nexwînî tu nikarî di zankoyê de ders bidî. cihekî din jî na, amerîka! seyr û ecêb halla halla



18.02.2014 22:01 | ferhenga şikestî

52. şaîr, nivîskar, blogGer, bergçêker û fenomenekî MEDYAYA SOSYAL E.



19.02.2014 15:43 | seydayê_peyvan

53. camêrê ku piştî min deh deqan li vîdyoya wî ya bi navê kurdistana seslenişê nerî ez pir li ber ketim. ne heyfa zilama law, xwedê teala şifa' bike işalleh.



19.02.2014 18:21 | giyanstêr

54. camêrê ku vêga li ser twitterê piştgirî da tirşikê: #tirsiknet qe nebe tirşika xwe bi kurdî bixwin bi kurdî bixwînin http://tirsik.net

difikirim, gelo qet vê mijarê nexwendiye? henek tabî, baş kiriye baş.



01.03.2014 20:37 | simurg56

55. ez bawerim di pêşerojê wê hin zêde werê nasîn. mirovek bi rastî welatparÊZ E.



01.03.2014 20:57 | fuad hemedxan

56. divê meriv vegere ser xwe bira ser xwe



01.03.2014 22:55 | tivirloismail

57. carinan li ser etîmolojiya kurmancî li ser hin peyvan nivîsên ecêb dinivîse di navbera kurmancî û îngîlîzî de eger tîpek jî bişibe hevudu dibêje aha! ji heman kokê tên:-) min çend car jê re pirsa çavkaniyê kir tew bersiv jî neda



01.03.2014 23:24 | ferhenga şikestî

58. Zilamekî jîr û zanaye le xeletiya wî ya mezin mirîşkek li çiyayê şêngalê bimire ewêbike sucê bê dewletîyê



01.03.2014 23:49 | devjeni

59. hergi ez ve kepsa ji bo wÎ hatÎye çekirin dibÎnim, ez ji kenna lal dibim.



https://twitter.com/rdiri01/status/439455979722117120



01.03.2014 23:59 | kirtuj

60. kurdistana seslenîş-2,daha hızlı daha öfkeli.



02.03.2014 00:40 | tivirloismail

61. meraq dikim haya vi ji mijarÊ xweyÎ di tirşikÊ heye? wÊ gotegota mÊ dixwÎne?



09.03.2014 16:58 | hun çawane heval:)))))))

63. Haya wi ji hertişti heye ez bawerim....



20.03.2014 02:36 | dımlagi

64. trolekÎ derÊ hanÊye. wana tev kurdÊn rojÊn baş in. ew nizane ku di twitrÊ davÊje devletÊ tirk u serbixweyÎ dixwaze. saya pkkyÎ u hindik jÎ bibe, saya tirkÊn sosyalÎste. fedÎ nake ku davÊje sırrı süreyya önder u tirkÊn hdpyÎ?



14.04.2014 14:21 | hun çawane heval:)))))))

65. (bnr: bizava partiya kurdistanî)



27.04.2014 05:47 | dijber

66. camêrê ku li malpera xwe ya fermî, kurdiya navê xwe weke îbram xelîl baran diyar kiriye.



27.04.2014 10:17 | simurg56

67. her wiha zilamê ku malpera xwe de aforîzmayek wisa aforîzandiye: "evîn xwedayê xwedê ye"



27.04.2014 10:19 | simurg56

69. berî niha bi çend mehaN(DİBE KU SAL JÎ BÛBE) EW Û ÇEND HEVALÊ XWE DİGOT em ê kovareke Bİ NAVÊ bÊder DERXİN. LÊ BELÊ HÎN DERDİKEVE Û HÎN DERDİKEVE HA MESELA MİN NE EV E ÎJA DESTPÊKİRİYE DİVÊ EZ Ê PARTİYAKÊ AVA BİKİM.



lim cem me ji ên weke wî re dibêjin: (bnr: çirçire)



01.05.2014 15:30 | giyanstêr

70. delegetiya wî ya di kcdê (kongreya civakên demokratîk) bi bersiva li jêr hatiye betalkirin; https://tirsik.net/caps/picture.php?/394/category/3 (paşê dema mirov diştexile kerên çolê yên hevsarê xwe qetandîn tên û xwe dîn û har dikin.. *



31.05.2014 23:24 | endazer

71. .



01.06.2014 01:29 ~2022.01.13 12:47 | endazer

72. ajansa wÎ ya reklamê jî heye.GElik bergên pirtÛkên ji Nûbiharê çapbûyî ji aliyê wî ve hatiye çêkirin.

www.ihb.com.tr



01.06.2014 13:49 | cekdar

73. ew xenim e ku di malpera xwe de, ji bo xwe gotiye "çok sesli naylon hayalet" yanî bi kurdî: xeyaletê pir-deng yê naylon

nizanim dijûn kiriye an pesna xwe daye.



01.06.2014 16:29 | simurg56

74. (bnr: xenim)? *

bi qasê dixweye bi xwe jî ji mêj de ye neketiye malpera şÎrketa xwe de, ji ber ku hema bêje tu lînkeka ku di malperê de hatiye dayîn naşixule, lê ji dîzayn û grafîkeriya bergê pirtûkan fêhm dike.. ji xwe mirov dema li amblema partiya wî dinêre jî mirov fêhm dike bê ka di vî îşî de çi qasî jêhatî ye..



01.06.2014 19:16 | endazer

75. çûye serdana noam chomsky an lê bûye mêhvan..

camêr alaya rengîn û cemedaniyek jî jê re biriye.. https://www.facebook.com/photo.php?fbid=772561482783379&set=a.252153744824158.63935.100000886025873&type=1&theater *



25.06.2014 16:41 | endazer

76. (bnr: ka aqil)

https://pbs.twimg.com/media/BrDmrvsIIAAgPze.jpg



26.06.2014 15:34 | serxwes

77. edî ew jî bûye serok weyla xwelî serê we be ....



26.06.2014 16:17 | newenda


80. nesekinî ye . niha çûye cem noam chomsky û alaya kurdistanê diyarî wî kiriye.



10.08.2014 16:32 | simurg56

81. Sibeh hetta êvare doza kurdistane dike le belê dewletên yekbûyî yên emerîkayê dijî.dibeje Axa kurdistan Axa kurdistan le bele ne ser Axa kurdistane ne jî alîkarîye ciwanen kurdan dike. Li rojava ye 2 nivîskâr û helbestvan bi çeken xwe Axa xwe û welaten xwe diparêzen.bila wana binêre.kehfa min ji wîra nay



10.08.2014 17:23 | quşxaneli

82. kesê ji bo kobanî harîkariyek mezin darxistibû.gelek xizmetên baş ji bo kesên ji kobanî hatin kiribû.lê ji aliyê partiyê ve wek kesê "sextekar" hate binav kirin û harîkariyên wi bi dawî bûn.



11.10.2014 01:45 | dildar geverî

83. yê ku qaşo çû li pirsûsê alikariya penaberên ji kobanê hatî bike, paşê got welatparêzan nizanim çi gotine min û dev jê berda.

armanca wî ew bû ku herkes bikeve fikra, "vaye mêrik karekî pir baş dikir, lê welatparêzan destûr neda bike".

carinan rexneyên wî ên di cî de jî çêdibin, lê gelek caran li min biborin lê dirî bi xwe ve..



11.10.2014 02:03 | brusk56

84. anf derbarê wi de nivîsiye



http://www.firatnews.com/news/guncel/kobane-magdurlarini-somurenlere-dikkat.htm



wi jî ji hesaba xwe ya facebookê gotiye ez ê hemû makbûz û fatûrayên ku ew pereyên ji min re hatiye şandin piştî rewşa kobanî baş bû parvebikim.



11.10.2014 23:35 | dildar geverî

85. ez, ji tevahiya fikrên wî hez nakim û gellek caran wî populîst dibînim.

dibe ku mirov ne di heman fikirê de be lê bawer im ku anf bê ku ispatek hebe wî wek sextekar diyar kiriye ku ev qet ne tiştekî xweş e.

dema ez çûm pirsûsê min ew li wir dît û dixebitî lê taliya talî ez nizanim bê karê xwe çawa dimeşand.

lê heke mirov yekî/ê wek sextekar îlan bike divê ispatên mirov jî hebin.



13.10.2014 13:24 | gulan

86. ev çend hefte ne di rudawa tirki de nivisen wi derdikevin. ew ji u ceng sagniç ji heta evari behsa serxwebun u dewletbune dikin le hema beje hemu tişten wan bi tirki ye, gelek caran tişten rast dibejin le dema ambalaja we tişte bi zimaneke biyani be hingi bive neve mirov ji dilsoziya wan dikeve şike. dema tu gazindan je diki, çima bi kurdi nanivisi, dibeje: bi zimane tirki dema ez dinivisim zedetir kes dixwinin an tu kes bi kurdi naxwine. li gori min ev argumanta wan tene xwexapandinek e. u tişteke din bi taybet ihb geleki nefsmezin e, min hin nediye careki ji ya xwe hatiye xwar u ji ber şaşiyeka xwe leborin xwestiye, gelek tişten dibeje şaş in heta ji şaşiye ji wedetir buxtan u bebexti ne, ve taliye ji bo idris baluken gotibu ne kurd e, dema çend nas u dosten idris baluken li ser twittere gotin em malbata wi nas dikin, idris baluken ji heft bave xwe de kurd e u zaza ye, ne ji ya xwe hat xwar u ne ji ji ber şaşiya xwe leborin xwest.

(biborin karakteren kurdi li ve komyutire tune ne, bi xwe re nabinim ji xwar kopi ji bikim.)



29.03.2015 17:05 | xwînhingivîn

88. zêde zêde utopîst e..

mesela qala realîteya kurdistanê dike lê di qalkirina xwe de jî dikeve xewn û xeyalan..

di warê dirokê de heta ku jê tê mafdar e lê ji rastiya civata xwe bê hay û xeber e.

dibêje heke hûn bixwazin herin nostaljiyê, herin li amedê kurdî bipeyivin. tê bêjî qey emelên xwe rojê bîst û çar saet bi kurdî dike. di warê etîmolojiya kurdî de carinan nimûne û mînakan pêşkeş dike lê hê rêziman û rastnivîsa kurdî nizane..

dibêje divê rê li ber rexneyê neyê girtin lê dema tu wî rexne dikî mirûzê xwe tirş dike û te bi korfêmî îtham dike. yanê çi? yanê dema ez rexne bikim dibim asofireh lê dema hûn rêxne bikin hûn dibin mejîzingar, ma bavê min te xêr e? te vê xweşbazariyê ji kû kirî?

çi dibe bila bibe heta ku zimanê tirkî li xwe qedexe neke êdî ezê nema ji samîmiyeta wî bawer bim.

tê bîra min careke ji caran pê re ketim nîqaşekê, min go tu behsa nirxên netewbûnê dikî lê wek mînaka qîza meleyî tu bixwe hay jê nîn î, ev çi îş e? go niza têkilî, ragihandin falan û bêvan, yanê xwest bêje ku dema bi kurdî dibêjim reaksiyon nagirim. pekî çi ye ew reaksiyon birê min! di ser tevn û tora medyaya sanal de, hefûhêşt û galegalên bêwate..

neyse min dîsa dirêj kir



12.04.2015 14:03 ~14:05 | ferhenga şikestî

89. di rûdawê de bi navê ermeniler, kürtlerden özür dilesin (bila ermen, ji kurdan lêborÎnê bixwazin) nivîsek metrajdirêj nivîsiye.. nivîs hingî dirêj e heta min xwend û xitim kir malik li min çû mîratê.. divê vê jî bêjim camêr bi barê kerekî behsa bûyer û meseleyên dîrokî dike di nivîsa xwe de lê ji bo yekî tenê jî çavkanî destnîşan nekiriye, tu wê bêjî qey dema ew bûyer diqewimîn ihb jî li ser hespê xwe sekiniye û temamê bûyeran li cem xwe ligel hemû detayan qeyd kiriye.. neyse Here lînkê



26.04.2015 03:42 | endazer

91. dibe evî kesî hinek din jî çira û heqaretên xweş em lê bikin bira hinek dinjî reqlama tirşikê bike. me xêrê ji te dîto, tu ne belqitî belî,evê ne li hev..

Here lînkê



03.05.2015 11:35 | shorbevan

92. dema ku mirov lînka shorbevan vedike ewl ev hevoka wî ya şildim bildim tirkî tê li ber çavê me



"Şahsen eleştirileri çok önemsiyorum. Fakat altı-yedi yıldır Türkçe yazılmış eleştirileri önemsemiyorum. Türkçe şiir yazmayı bıraktığım gibi hakkımda Türkçe yazılmış eleştirileri önemsemeyi de bıraktım. "



dema ku wî propagandaya xwe jî bi kurdî kir û dev j tirkî berda wê demê bila hinek jê bawer bikin



03.05.2015 13:09 | hêja hûner

93. Di îmana min da be kerekî baş e. Kûçik be jî kûçik ê me ye.



03.05.2015 13:27 | filîtê qutto

94. Nivîskarê ku di derheqê vê hevpeyvîna wî ya dawî de neheqî lê hatiye kirin Here lînkê

Orjînala hevpeyvînê bi kurdî ye lê hevalê shorbevan lînka tirkî bi me re parve kiriye.ji ber vê yekê hêja hûner jî rexneyeke tûj li îxb kiriye.ma sucê îxb çi ye*





03.05.2015 13:33 ~13:54 | bayesar

95. Ê ku bi xêra wî min tirşik.net naskirîye.

Ebu Zer'ê Kurdan e.





03.05.2015 16:02 | gumgumok

96. camêrekî baş e, heqê jîyana xwe dide. hinek keren me çirtik zirtikan diavêjinê lê, ev qusura keran e. yên li pişta wan siwar dibin aciz nabin lê yên bi wan re şabin gez dikin.



03.05.2015 18:51 | sîyaûyê bekirî

97. gotiye ku ez tim tirşikê dişopînim..

baş e..

çend gazinc û pirsên min hene..

egerên wî yên nenivîsandina kurdî, sedemên maqul in lê di heman demê de xeternak e jî. dema ez bala xwe didim kurdên tirkîaxêf, têdigihîjim ku hama bêje sedemên wan yek in û dibêjin piştî ku kurdistan rizgar bû em ê dest bi kurdî bikin, e baş e, ma zimanê kurdî qeyd û zîncîr e? çima welatê mêriv azad nebe mariv nikare fêrî vî zimanî be û hemî emelên xwe yên dinyewî bi vî zimanî bike?

di warê ragihandin û têkiliyê de mafdar e, dema ku meriv bi kurdî kar û xebatên xwe bike ji bela kesadbûnê armanca mêriv naçe serî, yanê meriv nagîhîje muşterîyên potensiyel ên kurd, lê ev jî he ye; ji ber ku herkes bi vî aqilî jiyana xwe dîzayn dike, lewma jî kes qûna xwe ji erdê ranake. yanê sedem maqul e lê encamên wê xeterî ne..

edît: sererast



03.05.2015 22:33 ~22:35 | ferhenga şikestî

98. kesê gotiye bi kurdî ez nikarim bigihêjim kesên kurdînezan. bila zanîbe bi tirkî jî nikare bigihêje kurdên tirkînezan an jî kesên ji tirkî direvin jî.



min wî di şerê wî û bijwen nas kir. lê kêfa min ji bijwen bêhtir ji wîr dihat sedem jî ji bijwen zêdetir bi kar anîna kurdî bû. piştî min biryar stend û ez ji tirkî reviyam min terika wî jî û a bijwen jî kir. car caran ez wî dişopînim lê nizanim bê bijwen sax e an mirî ye. ne xema min e jî.



03.05.2015 22:39 | berxweda

100. nizanim ev malbîrat bi çi şol diket enerjîya wî qet xilas nabît û her tiştî jî dizanît, mirov dişêt bo wî bibêjît hertiştologê kurdan.



04.05.2015 00:08 ~11:07 | mîrêhekarya

101. ji bo nivîsên xwe yên siyasî dikare kurdî û tirkî bi hev re bişixulîne, kesê kurdînezan wê dîsa kurdînezan be û yê tirkînezan jî dîsa tirkînezan lê wê dengê me yê siyasî bigihêjin hev.



04.05.2015 00:25 | şêxê bêserî

102. xelil qurban ,eger tu dixwini ew peyame jı bo te

fikr u ramana te a xweseriya kurdıstane gerek be utopik nemine ,gotıne te gerek jiyan bibin..



04.05.2015 03:26 | baynu

103. ferkeka xwe digel selahattin demirtaş re tûne ye. her dû jî boy gihiştina zêdetir mirovan, bi tirkî diaxivin.



04.05.2015 09:14 | cinorek

104. jêhatî ye, gelek xebatên baş dike, lê ha du derdên wî hene, ew jî yek karê xwe bêhtir tirkî dike (ev nakokî ye, di gel xwestina serbixwebûna Kurdistanê ev nakokiyek e, serxwebûna Kurdistanê bi karên zimanî destpê dike!), du carna xwe wek van tevgerci mevgerciyan dike û karê xwe dike reşkirina hdp an dbp'ê (rexne serçavan, fikrên wî yên gelek rast û ji bo hdp'ê baş hene, ez li pişt gelek ji wan im, lê carna jî ji tamê derdixe. vê jitamderxistinê hinekî kêm bike wê bêhtir bê hezkirin)



baba du xal me gotin yek bêhtir kurdî, du ji tamê dernexe lo *

xebatên wî yên çandî û dîrokî jî giranbuha û berketî ne, heta ji min tê ez nivîsên wî jî dixwînim, lê gelek jê tirkî ne canim *



04.05.2015 10:05 | xendekî

105. kesê kû etryê di derbarê wîde hatine nivîsandîn bibîne ew dev ji şopandinê berde ew edî devê tirşikê venake nêvzî tirşikê nabe.



04.05.2015 14:32 | shorbevan

106. nivîskarê ku bayesar tiştek ji rexneya min fêm nekiriye * ez ne behsa nûçeyek an jî roportajek dikim. profîla xwe ya twîtterê de û gelek derên din de propagandaya xwe bir tirkî dike.



nêrînên xwe çi zimanî bêje bila bêje eger bi tirkî /erebî an jî farisî bêje dê bikeve çewtiyê de û ji xwe çewtiyê de ye. eger tim bi kurdî biaxive û binivîse qet nebe dê gotin û helwesta wî ji hev bigire.. îcar nêrînên wî çi rast çi nerast ew li gorî xwendevan û şopdaran diguhere..



04.05.2015 22:20 | hêja hûner

107. xasbaxçeyê rût î bêgul ê şakiro wekê gülsüz bir çıplak bahçesi wergerandiye tirkî.. Here lînkê *



09.05.2015 03:11 | endazer

108. di derbarê vî trollê rûdawê de hewqas entry hatine nivîsandin bê îmanek ne gotîye nivîskarê rûdawê ye. başe kû min zêde çêrnekirê. bila xweş binivîsine bila bi tirkî bejî bira nivîsa wî kesê nizane kurd û kurdîstan çiye bira bi zimanê wan ji wan re bêje ji xwe em zanin çîye ez nivîsandina wî bi kurdî pir pêwîst nabinim o ji mera ne lazime nivîsandina wî va em nivîskarê tirşikê hew maye li hev siwarên ji xwe ji nivîsa kurdî ev kême ez di bextê wî dame bira nevî nevî şaşiyek wisa bike em bi kurdî jî di nivîsinin ji reşşika na filitin.



09.05.2015 22:00 ~22:04 | shorbevan

109. zilama kû qet jêre kefamin nayê û tînim bikim qullawî. bi dizî dijmînîya pkkê dike. qaşo dibeje yekitîya kurdan le çiçax kêys li bîne mijûlên wek çêr dibeje vi kerê.

îroji liser twitter ê mîn jera bersiv da *



15.05.2015 11:06 | serxwes

110. nivîskarê nivîsa xwe wî ya bi navê

"Kürtler ilk hedefimiz Akdeniz!"gelkî xweş nivîsîye.. tiştê ji kurd û kurdîstanê ra dixwaze pkk ypg kdp... naxwaze. kesên ji vî nivîskarî ne xweş xwedê jî jê nexweş û kesên jê xeberdidin û çêr û dijûnîya dikin bira fedî bikin.



Here lînkê



19.06.2015 13:39 ~13:43 | shorbevan

111. İnsanekê beradayî ye.nivîsên wî tirkî ne.xwe bi dijwarî dike journalist



19.06.2015 14:41 | ronahî

112. niviskareki gelek başe.Wi gave camer rudaw'e da niviskare wan rojana mın nivisaye gişt xwend zew xweş'u,lera serkeftin.



19.06.2015 18:18 | baweryek

113. ev qeşmer li kurditanê nizanim çi ye. dijmin e an dost e bi rasti hîn ne hatıye fahm kirin. carcarna diavêje hdpê carcarnan diavêje rêhavalên sosyalîst û carcarnan gûye xwe dixwe. ne rastiyeke wî, ne bextê wî heye. tenê diaveje rexistina ku ewqas şehid di ber erd û ezmanên kurdistanê de da ye.ev dijminatî ji çi ye, çawa ye kes nizane. li hemberî bırayên xwe her roj ancax xeberan û hekaretan bike. di fikra wî de ew entellektuelê kurdistanê ye. lê na ev gundî lawê gundî bi navê xwedê ne tu gu ye. di vê teqîna li pirsûs ê çê bû xuya ye ku kefa wî aniye. ya na ewê çawa kefa wî li mirina sosyalîsten li gel kurda şer dıkın bê. ka bêjin



22.07.2015 15:03 | ciwanqoser


115. nivîseka wî û din ji derket edî mirin emrê xwedêye herin bi xweynin dibe ku hûn tişkî jê hîn bikin jê nemînin.



Here lînkê





03.08.2015 23:27 | shorbevan

116. bavo me jê qebûl e, bi kurmancî nenivîse, bila nenivîse, lê qet nebe bila j rûdawê bêje, ku nivîsên wî wergerînin kurmancÎ û soranî jî, yek ji kêmasiyên portala rûdawê jî ev e; bi pirranî her nivîskarekî bi ziman û zaravayê ku pê dinivîse pêşkêş dike, kêm nivîs û gotaran ji bo ziman û zaraayên din werdigerÎne..

û wekê pêşniyarekî ez ê bêjim, divê hemû gotar pêşiyê bi kurmancî û soranî derkevin paşê, bi zimanên din ên wek erebî û îngîlîzî û tirkî jî bên weşandin.. em mirov hemû sist û tembel in, ya hêsan ji bo me kîjan be, meyl Û bala me diçe ser wê..



04.08.2015 01:45 | endazer

117. rewşenbîrê qaşo-kurd e yê ku xwe dihesibîne wek ku wîxwe xelas kiriye û tenê tiştê maye ew e ku kurdan xelas bike.

(bnr: tu bi kurdî binivîse, dê kurdistan bi xwe çêbibe)



04.08.2015 11:57 | dijber

118. nivîsêk wî ya din jî derket tiştê nemayî gotiye ê ji kerema xwera bira alîgirên barzanî bira herin bi xweynin belî hişê wan were serê wan pozê wan bi şewite bira edî zanibin çima dimrin? ji bû çi dimrin? heta niha çi ketîye destê wan? wê çi bikeve destê wan ? wê bi çi bigirin? edî bes we mijûl kirin/we xwe mijûl kir tiştek baş daxwaz bikin û hetanî nestînin nesekinin me hanin di wextekî/rewşeka wisada asê kirin em edî nikarin rabin serhildanê û şerek mezin jî...



kerembikin Here lînkê



îmze: ihb



13.08.2015 22:10 | shorbevan

119. xwediyê nivîsa xwe ya dawîn bi tirkî û mixabin werger jî tune



14.08.2015 21:34 | hola êzîda

120. Dîsa li gorî xwe rexne kiriye. Li gorî netewperweriyê û dijminahiyê rexne kiriye. Em elimîne êdî. İhb dê binivîse, em ê bixwînin û em ê dîsa lê binerin ku dîsa ihbyê me li gorî xwe nivîsandiye..



14.08.2015 22:10 | mergehez

121. ibrahim halil baran çi dixwaze ez jî wî dixwazim em özerklikê dixwazin barişê dixwazin kardeşlikê dixwazin..



Here lînkê



17.08.2015 22:13 | shorbevan

122. di rûdawê îro liqay nivîseka wî ya bi kurmancî hatim, gelekî kêfa min hat, ev nivîsa wî ya bi kurmancî li gorî nivîsên wî yên din ên tirkî hem bi naveroka xwe û bi hem zimanê xwe, biçekî qels e, lê gelekî normal e, ji ber ku mirov 30 salan destê xwe yê çepê bişixulîne û paşê rojekî bi destê xwe yê rastê bihese û bêje lene'l şeytên destê xwe yê rastê bişixulîne ji bo çend carên ewil wê bişerpile, gelek kêmî û kurtî wê jê çêbin, lê pê re pê re her tişt wê hel dibe û vegere ser esl û tebîet û fitrata xwe..

tiştek din ku ji bo min cihê kêfxweşiyê ye, bi kurmancî jî retorÎka camêr xurt û saxlem e!



çend têbinî li ser kurmanciya wî;



Ji wî daxwaza tiştekî sivik dikirin (şûna sivik ''biçûk'')

berê zimanê Bruno jê qut kirin û dû re jî ew şewitandin. (şûna berê ''pêşiyê'' an ''ewil'')

Hiş bin û dengê xwe nekin! (şûna hişbinê ''xwe kerr kin'')

Lê wan, guh li wan nekir û ronî ji wan belav bû. (şûna guh li wan nekir ''guhê xwe neda wan'')

gotinê xwe jê kêm nedikir. (''ji ya xwe nedihat'', ''tu gotin ji xwe texsîr nedikir'', ''bêminet diştexilî'')

Dîsa jî ji xwe derbas nebû (''nekarî bi xwe'', ''nekarî xwe ragire'', ''ser milê xwe re nebir'')

xwaşiya min tê (''kêfa min jê re tê'', ''hejê dikim'', ''bi min xweş tê'', ''bi dilê min e'')



02.09.2015 22:57 | endazer

123. ji vir çar meh berê me li amedê hev dît û qederekî em axifîn, çendîn li ser medyayê emelên xwe bi tirkî bike jî, di jiyana xwe de bi temamî bi kurmancî emela dike, kurmanciya wî gelek fesih bû, ez heyirîbûm beravajiya kurmancînivîsiya xwe, xweş diaxife



02.09.2015 23:17 | ferhenga şikestî

124. kesên bakur wek bakûr dinivîsin



03.09.2015 23:43 | dijber

125. camêrekî jîr û zana ye lê weke axlebê jîr û zanayan bi tekebbur e. ha di vê navbirê de dest û pêyên wî dirêj in. li her qadên medyaya civakî çalak e. belkî li vir, di tirşikê de jî dinivîse. ki dizane?



03.09.2015 23:54 | diclefirat

126. ji bo rexne bike êdî hema bi gotinên tewşomewşo û beredayî xwe rizîl dike.

her roj her roj heman gotinan dûbare dike. heta êvarê li dû gotin û daxûyaniyên hdpiyan e. hema ji derekê peyvek xelet bikare derxe wê heftiyekî behsê bike. min nekarî zêdetir tahamûl bikim û min unfollow kir.



08.11.2015 22:23 | brusk56

127. Tiştên dike

Tiştên dibêje

Zimanê dibêje

Tev ji bo kurdan zirar e..



Kî dikare bêje tiştên ew dibêje filan tiştê de kêrî kurdan hatiye?



08.11.2015 22:51 | hêja hûner

128. carekê, me rû bi rû jî hevudu dît û qederekî em pênç deh deqe axifîn..

mirovekî baş e. di jiyana rastîn de ne wekî li ser medyayê xwîntehl e, sempatîk e.

dixwaze tiştan bike ji lew kurdekî bê dewlet e lê...

nabe aga nabe ma bi zor e? bi şeref nabe! bi xwudê nabe! nebiyê nûh jî ji gorê rabe nabe nabe!

rêbaza te û rastiya me li hev nakin aga nakin na+kin!

bi ya min dev jê berde tu westiyayî bi karê edebiyat û huner û dîrokê re mijûl be valle bille baştir e, bes te emrê xwe yê xweşik û ciwaniya xwe kirin jehr nebû, qeder, qebul bike, qeder...



08.11.2015 22:58 ~22:59 | ferhenga şikestî

129. here lînkê

wêneyê nîşande

...



nivîskarê carna wekî shorbevan dibêje; "lêxin di diya xweyî nin bi kujin" dema lê dixin dibêje hop hoopp hûn çidikin hûnê di diya xwedîyê wînin bi kujîn. nivîskarê hinek alîgire û deqeka wî li deqeyeka wî nanihêre.. nivîskarê bela serê meye ger em wî un follow (şermezar) bikin jî ew me un follow nake. nivîskarê carna nivîsên wî yê xweş hene lê divê ne alîgir be bes. ji minre kurdîstanê bixwaze.. werhasil divê em sernivîsek wiha vekin ji bû wî

(bnr: kêmasîyên ibrahîm halil ibrahim)



08.11.2015 23:10 | shorbevan

130. İnsanekê bêedeb e kû beriya çend rojan li ser twîtterê dijûna gora bavê mahîr çayan kiribû.ma bavê wî çi ji te kiriye bêehlaq.tu nabî neynûka demîrtaş dê çewa bibî serokê partiyekê



08.04.2016 23:14 | ronahî

131. Serokê partîyekê ye.



08.04.2016 23:41 | gumgumok

133. serokê partiyekê ye lê xeyala wî ya rêberiya kurdan wê nebe rastî.



1- kî çi dibê bila bê. pkk li bakur û rojava bingeheke qehîm avêtiye.



2- îbrahîm xelîl baran nizane çawa xeber dide. rast e carina gotinên rast dike lê awaya xeberdanaê ya wî qet ne xweş e.



bila pêşî uslûba xwe biguherîne.



09.04.2016 00:19 | kurê xelkê

134. Eyara devê wî tune ye..

Lê rexneyên li dijî wî ji bê'eyarbûna devê wî jî xirabtir in..

Mîsal; camêr nirxandineke dike digihîje encamekê, birêketina Destpêka wî şaş e. Tu eleqeya bavê mahir çayan bi vê mijara me ve tune ye tu çima bavê miriyekî tevlî meseleyê dikî?

Mîsal; rexneya dijî wî, tu eleqeya serokbûna wî û ya Demirtaş bi hev ve tune ye..

Baş lê hûr bin, di her du mînakan de jî tu cudahî nîn e..



09.04.2016 00:27 ~00:28 | ferhenga şikestî

135. qene gotibe ez di gora bavê mahîr çayan nim * ger wisa gotibe ezê wî mafdar bibînim wekî ku wî digot çêr bi kurdî xweşin yaw henek henek min di gora kalikê îbrahîm xelîl gao çi heqê wî heye çêrî gor û tirbeyên xelkê dike yarebî ya xweda!, min ji wera gotibû wî ji tirşikê dûr bixînin hingî min şopandiye devê wî jî xerab bûye *



09.04.2016 00:59 | shorbevan

136. Min jî di got birêz parêzer ferhenga dilşikestî dê kengî tevlê paristinê be.dîtina peywenda her du mijara ne dijwar e.ixb di twîtterê de li ser mijara mahîr çayan de zimandirêjî li hdpê jî dike.ne wî mijarê de tunê.armanca xwe kiriye -gorê min hatiye -dan kirin- pkkê, demîrtaşê,hdpê ber çavê gel de reş bike.bila pêşî xwe binêre serokbûn ne para herkesê ye.



09.04.2016 07:00 | ronahî

137. (bnr: formata tirşikê)

(bnr: nivîskarên ku hê jî hînî formatê nebûne)

fehenga şikestî ne parêzerê tu kesî ye, ji nîqaşên siyasî jî qerixî ye, bi xwe de nabîne bi zaroyên doyîn re bikeve nava gengeşiyên berredayî..



edît: min di peyama xwe ya jor de, di mîsala ewil de rexne li îhb'yî kiribû..

(bnr: asta têgihîştina kurmancî ya nivîskarên tirşikê)



09.04.2016 13:28 ~13:32 | ferhenga şikestî

138. (bnr: ez di gora mahir çayan nim)



09.04.2016 14:45 ~14:46 | ceso

139. Ew derweşekî kurde lê mixabin ne ji bo Mahir ji bo tu kesî giranî ya mirov bila ji dest neçê. Lo brahîmo ew berçevikên xwe carna tu paq nakî hinek paqij be *



09.04.2016 22:49 | kurdinaryus

141. Here lînkê



bi rastî jî min ti carî peyamên li bin vê mijarê nexwend û haya min ji egeriya vî zilamî jî tune ye û hewceyeke min bi vê cureyê jî tune ye. bîska din ez piştî çend mehan ketim twitterê û di ekrana min de twîteke wî xuya bû û qala panelek dikir ku ji aliyê şaredariya mêrdînê ve hatiye lidar xistin û mijara panel lgbt ne û ev zilam jî gotiye way li min ê kurdistan tê xerakirin û hdp karên çi dike... çima ji ber em tên kuştin, mal û milkên me tê xerakirin, ên mayîn dê dev ji jiyanê berdin û xwe bikujin, derd û kulên xwe yên din nebêjin, qala mijarên "ne-girîngtir" nekin!?



jiyan berdewam e û divêt kurd hema (ne tenê yên pirsgirêk) di her mijarê de panel û forum û konferans û civatên din lidar bixin! ji ber ku divêt yên mayîn mejiyên xwe aktûel bikin û ramanên ne li ser peyvan karibin bilêvbikin û qewîtir bibin. "çawa komên sosyalîst ên berê digotin berî meseleya mafên kurdan divêt em mafên karkeran bînin rojevê; hah wî bi vê twîtê diruviyî wan!"



dema mejî ev be, kurd ti gû nikare bixwe. tew vîya serokê pakurd e! (erê min navê wê bihîstibû, lê na bi rastî ev çi partî ye, nizanim, ne xema min e jî.)



10.04.2016 23:32 ~23:33 | biruya hayao miyazaki

142. BrahÎm xelîl di van rojên dawî de rastî êrîşek derûnîyî hatîye, di tora civakî de ji alîyê tirkên nîjadperest ve hedef hatîye nîşandan Here lînkê hinek nijadperestên hov Serokê Pakurd ê tehdîd kirîye.



30.05.2016 11:31 | azad30

143. li ser bextê rûdawê îbram xelîl di cîhê xweda nase jiber ji min piçûktire ez dikarim bibêjim kerekî bi çar pêye * li ser twitter an facebookê an wêne bû an jî vîdyo bû parvekiribû, di vîdyoyêde tanqê di teqandin/bihewa dixistin.. wî jî nivîsandibû ; tirk jî dikarin bifirin/(bnr:

kûsî jî dikarin bifirin
) herwiha tiştekî wisa.. ez dizanim ku tirşikê dişopîne jiber wî ez jê dipirsim tiştê ku te parvekiriye zarok an ker jî dikin? tuyê bibêjî e û tuyê rast bibêjî belê dikin êdî hemû kesî bêedeb, bê terbiye, nijadperest kirin, êdî kêfa mirova jî ji kuştina re tê/ jê kêf distînin ew dibêje me wiha kuşt yê din dibêje wiha û bi vîdyo û bi wêne..tu jî mafdarî.. ez ne bawerim kes destê xwe bi te biherimîne lê herkes wekî min nafikire dîsa xwe biparêze baska bi teva jî daneynin *



30.05.2016 23:28 ~23:32 | shorbevan

144. (bnr: 11.01.2017 destgîrkirina ibrahim halil baran)



11.01.2017 11:10 ~11:10 | xendekî

145. Ewê ku bê wî Twitter jî bête'm bûyî.

Xwidê wî ji bo xêr û qenciyê bistrêne.



17.01.2017 00:22 | gumgumok

146. Hatiye girtin. Bila çavê hinekan ronî be.



23.01.2017 15:13 | biaqila malê

147. Dildarê serxwebûnê ku çend wexte girtî ye û pejna wî nayê. Dema hatibu girtin îşkence dîtîbu.
Înşellah rewşa wî baş be , xwedê star bike.



24.03.2017 20:21 ~20:24 | azad30

148. Bi ya min di kurdistanê de du zilam hene ku bi rasteqînî fikir dikin û projeyan jibo me kurdan çê dikin, yek navê wî ne lazim e, û yê din îbrahim Xêlîl Baran e. Ev mêrê mêrxas, liser bingehên zanistî sosyolojiya kurdan berçav dike û rastiya hewcebûna me ya bi dewletekî kurdî bi mantiqî tîne ziman. Rexneyên lê tên kirin, bi min rastiyê diyar nakin. Bonimûne hinek dibêjin çima bi zimanê Tirkî dinivîse... Keko, armanca wî bi lez û bez hişyar kirina kurdan e. Mixabin ew qas wextê wî tûne ye ku ewil Kurdî nişanê wan biket û piştre jî li ser wê kurdiyê wan hişyar biket. Anha armanc hişyar kirin e. dema kurd hişyar bibe, ew dê ji xwe zimanê xwe mereq bikin û bixwe fêr bibin. Him gelo li tirkiyê an li Bakur kî liser kurdî propagandayê dike? Li bakûr xwandin û nivîsandina bi kurdî di nav kurdan de sedî 5 e. Mixabîn siyasetmedarên me liser vê mijarê nesekinîne. îbo'yê feqîr çi biket?!



25.03.2017 13:10 | lawkegoyi

149. niha hepsê daye



25.03.2017 13:29 | siyabendo

150. Li ser twîtterê ji xwe re partiyek ava kiribû.
Wekî ÎHB tê nas kirin.
Kekê Omer Baran e.
Min hê ew baş fehm nekiriye



26.03.2017 01:03 | bêrtî

151. Hatiye berdan. Ser xêrê be , bi xêr û xweşî be.



12.04.2017 14:29 | biaqila malê

152. Wey sed carî mala xwidê ava go hatiye berdan. Derbasbûyî be kekê brahîm. Tu bixêr hatî, ser çavan hatî...



13.04.2017 01:36 | gumgumok

153. li face-ê li bin parvekê şîroveyeke zêde kiriye: ...tê yazîkirin û ... tê yazîkirin!

min got ev çi ye! frankeistein! ji bo xwedê ne hewqas jî. yazkîkirin çi ye. dê rabin bibêjin, xelkê me bi kar tîne. asdfgnjk



02.07.2018 09:14 | biruya hayao miyazaki

154. dibe ku kes jê bawer neke lê, yazîkirin/yazkirin birastî jî di nav gel de ji zû de ye belav e. bawerim sedema wî ew e ku ji zû de ye perwerdehî bi tirkî ye. ji xwe kurdiya ibrahim jî baş e nabe ku peyva "nivîsandinê" nizanibe. eger yazîkirin gotibe jî bihemd gotiye.



02.07.2018 17:12 | sloujouc

155. Mirovek xwedîyê fikrên başin lê nayê fehm kirin.Çawa ? Qasî ku ez wî dişopînim rexneyan li kurda û partîyên kurda dike lê ji bo ku rexneyê dike her tim tê şermezar kirin.

Fikir û ramanên wî hêjane , mixabin niha ji alîyên kurdanve nayê fehm kirin.

Nivîskarê kurdîstan24.net''e ye û nivîsên xwe bi tirkî dinvîse.

Min çend cara li ser tivîtirê jê pirsî "tu çima kurdî nanvîsî" lê min tu bersivek jê ne girt.



30.03.2019 17:05 | brzn

157. Kesê ku hişê gelekan ji serê wan biriye bi gotin û zanîna xwe. Carekê li Enqerê min jî ew dît û qasî salekê di bandora wî de mam...



25.05.2019 16:06 | mesîl

158. Ev ji mêj ve ye deng jê nayê . Em bi xebatêt wî keftibun hêvîyê lê mixabin hêvîyê me ma nîvî.



16.12.2019 21:05 | azad30

159. Mamosteyê hêja û sîyasetmedarê kurd.Neteweperwerekî pir mezin e.Ew jîyana min guhirand.Dema min nivîsên wî xwend min go ev mêrik ji behsa min dike.Salekîye fikirên min îdeolojîk devdora wî ava dibe.Lê xeletîyên wî jî hene.Bi taybetî malbata barzanî pir diparêze,xeletîyên wan nabîne.Ez binîvîsim nikarim xilas bikim,mirovekî hewqas hêja ye ber çavên min.Tu her hebî mamoste!



17.12.2019 01:15 | mêrxasê serhedê

160. Rewşenbîrê ku heke xuya nekê, zanibin ku bi dizî ve dewleta xwe ava dike.
Heke xuya bike jî, j'xwe darîçav û bi eşkere dewleta xwe, bi serê derziyê hêdî hêdî ava dike.



17.12.2019 01:29 | gumgumok

161. neteweperwer û dewletxwazekî Rihayî ye. Ecêb ji Rihayê jî yekî werê derketiye ma hîna hûn çi dixwazin? Ji ber hinek sedeman li Başûr dijî û li wira, di rojnameyekê de dinivîse. Her wiha di medyaya civakî de jî çalak e.



17.12.2019 14:25 | xabûrî

162. Xwey gotinên mezin xwey kiryarên biçûk û wala.

Hercar bi qerîne li ser pêşengtiyê çêl dike. Çawaniya pêşengtiyê lê nîn e.

Mirovê rexne û gelemşeyên neçêker.

Xurûreke pûç û mezin lê heye.

Dibêje bila kurdistan ava bibe ezê bibim paqijker.

Nefsbiçûkiyê zêde ji pozbilindiyê ye.

Pêşî her kesek xwe û ber mala xwe paqij bike di vê têgihiştinê de pêşengtiyê bike. Di demên dijwar de bila çêker be. Jixwe emê bigihêjin armancê. Vêca paqijker pir in.



17.12.2019 16:15 | rûbar

163. kesê fikrê wî ji hezar bavê hdpcîyan û serokê/n apocîyan çêtir e. qet nebe ew qala türkiyelileşmeyê nake..



17.12.2019 20:26 | berxweda

164. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



17.12.2019 21:26 ~21:27 | ferhenga şikestî

165. ê ku bo min tu caran mirovek samîmî nehat.
karekî kêrhatî jî min heta niha neditiye kirî. ji xwe dewlet jî zÊde xwe tevlî nake. ew jî zanin ku tenê xeber dide.



17.12.2019 21:38 | brusk56

166. Ne kesekî ku meriv li ser fikrên wî wilqasî bisekine ye. Rexneyên wî pûç in û hîç ne di heddê xwe de ne. Asas ne rexnegirekî aqilmend e jî. Helwesta xwe a rastgotinê di her rewşê de nîşan nade. Çi tiştê ku rû dane hema bibêje dawiyên hemiyan ku neyînî bin bi HDP ve girê dide. Mixabin hindek ciwanan wî li serê me kirine ramanger....



18.12.2019 13:57 | darînê daryo

167. Ez bawerim di gotinên xwe da dilsoze pirî caran tiştên rast dibêje jixwe.
Lê belê a wî jî pirsgirêkek wiha heye ku ne rexnegirek an teorîsyenek zîreke bi tam meaneya wê kesekî navere, vasate û karê ku pê radibe jî ne karê vasatîyê ye lê belê dinav vê rewşa berbad a entelîjansîya bakurê kurdistanê da ji xwera cîhek girt û xwe li Gandîtîyê humeynîtîyê diceribîne .
Dîroka cîhanê nîşan dide ku qehramanên bûyerên gewre ne şerte ku kesên dahî bin yê ji rêzê jî karên mezin lidardixin.
xelîl baran dilê xwe negre dibe ku tiştina biguherî.



18.12.2019 18:37 | şikber

168. wan rojên dawî romantîzma sirgûniyê dike.
profîla xwe yê twitterê:

Şair. Yazar. Çiftçi. Sürgün.
@PAKURD Genel Başkanı



10.03.2020 18:53 | cinorek

169. Nivîskarê ku "Sûlar dîvani" bi tirkî nivîsîye.

Tişta ku ez fêhm nakim ku çima tişt bi zimanê tirkî tên kirin.Çima Kurdî nîne çima...

Xwezî kurdî bûya û me jî bikariba bistanda.



10.03.2020 21:56 | brzn

170. Nivîskar ixbaran , ev çend rojên şewbayê di mal de , ew jî weşana vîdyoyan dike û di vîdyoyan de helbestan şîrove dike , di helbestan de kurdewariya helbestvanên wek melayê cizîrî tîne ber çav.




09.04.2020 17:24 | brzn

172. Kurdekî bi pirranî muxalefetiya Kurdan dike. Serçavan carina di nav re tiştên rast jî dibêje.

Binêrin migo bi pirranî.



09.04.2020 23:12 ~2020.04.10 09:41 | giyanstêr

173. min tiştek jê fam nekir. partî vekir. bû helbestkar û pirtûk nivîsî ji bo zimanê tirkî...û her tiştên ecêbê ku hatine nivîsîn. xwedê me kurdan star bike çi bêjim.



10.04.2020 01:34 | roberz

174. Ez jî her ku dibînim tu aramî ya wî tuneye, biryar nedaye ku li kuderê bisekine, gotineka xweş heye ji bo kesên wisa: "wek nanê sêlê ye"
Divê xêza meriv zelal û aşkere be.



10.04.2020 02:11 | afa

175. hema bêje ev salek e ez vî camêrî nas dikim û beriya wî min nas nedikir.Piştê temaşekirina hin vîdyoyên wî yên kevin , min dît ku wisa ne xirab e qasî ku min dît.Lê li ser twitter her tim tirki dinivîse û pirtûkeke wî jî dîsa bi tirkî bû.Nivîsên wî yên li ser quncika kurdistan24 jî dişopînim û ew jî tirkî ye.Bi xwe li başûrê kurdistan'ê jiyana xwe didomîne.
Tiştên tirkî mirkî bala min nakişîne û jixwe kesên ku tirkî biaxivin / binvîsin jî bawer nakim.(ne tenê bo birêz ixbaran ji bo her kesî , ev prensîba min e.)
Lê lêkolînên wî yên li ser peyvên kurdî , li ser youtube şîrovekirina helbestên kurdî bi zimanê kurdî pirr balkêş e.
Wek ku hûn dizanin mirov bi kurdî nikare dengê xwe bide bihîstin lê tirkî be kurd wê demê te dibihîsin. (dibe ku wisa dihizire)
şîroveyên şerrên li hemberên kurdan li rojava jî gelek wêrekbûn dixwest û ew dem hemû parlementerên hdp kerr û sukut bûn xeynê çend kesan. (herkes nikare wî helewstê bike , balkêş e.)
rexneyên ji bo hdp yê de jî mafdar e û hê hindiktir diaxive.
Belê ku dev tiştên tirkî berde , ez ê jî gelek kêfxweş bim.



10.04.2020 02:51 ~02:52 | brzn

176. Min di serî de ew ba awayê nivîseke wî nas kir, lê ez zanayê Kurdayetiyê û polîtikayê nebûm ew çax. Salekî pişt wê di 2015ê biharê de ku ez zêdetir di Twitterê de çalak bûm roj bi roj min kes nas kirin, bi tiştan fêr bûm, bi bersivên pirsên xwe ve haydar bûm û hin fikr, xeletî, tevgerî hwd yên. ku ez di ferqê de bûm lê di hişê min de bê serûber bûn min ew tomar û sererast kirin. Di vê peresîna pêşdebirê de ÎXB karîgerek rind bûn ( silav û spasî ji re dişînim, jê re serkeftin).
Wek ez di muzîkê de jî dikim, ku ez berhemeke biecibînim ez li avakirê/a wê jî lê dikolim ji ber gengaziya berhemên serkefti yên din. Lewma min di derheqe îXB de lêkolîn kir û min ferq kir ku ji bo zanîn û zanyariya Kurdayetî yekê hêja ye. Derheqê dîrok, ziman, polîtîka, civaknasî û erdnigariya Kurdistana rengîn de gelek nivîsên wî yên bibingeh û biçavkanî he nin herwisa derheqê muzîka me de jî xwedîyê agahî û arşîveke fireh e. Nivîsên wî yên derheqe muzîkên Kurdî yên hatine dizîn û hevpeyvînên derheqê bingeha kûr ya muzîka Kurdî ez pêşniyar dikim, zahf hewisîner in.
Li ser medyaya civakî, qasî ÎXB dihête lînç kirin ew qas jî bihête fêm kirin wê zanyariyeke xurt ava bibe ji bo armanca Kurdistan a pîroz. Herwisa ji ber ku li şûna Kurdi bi tirkî dinivîse dihête rexne kirin. Lê sedema xwe (bi min mafdar e) wusa ravekir ku ew tişteke ji ziman girîngtir dixwaze bide zanîn: hişmendî. Hişmendiya zimên, ya welêt, ya dîrok, ya mafên Kurdan, ya KURDISTANÎYÊ hwd. lewra ew bi Kurdî jî binivîse ew ê nehête fêmkirin.
Hevalno partiyan bidin aliyeke. Bila tu kes/partî/tevger/raman pêşiya Kurdistanê negire. Bi wê re bêpêşdarazî hev guhdar bikin, fêhm bikin, rêz bigirin ji kerema xwe re. Wekî rewşenbîrên din berê xwe bidin rewşenbîren xwe wek ÎXB. Bidin ber hev. Bizanibin ku kî nêzê Kurdistana serbixwe be nêzê we ye, kî jî dûrê wê be dûrê we ye.
Silav û rêz xweşmirovno! Her hebin, serkeftî bin!



10.04.2020 05:33 | welat.roj

177. Ku cîhê hêja tirke ne tirke nizanim çiye, buye siyasetmedar, aqilmend, stranbêj,model, bijîjk ev jinik buye ev hemû, ma Îbrahîm Xelîl baran bibe feyselof ma zehfe qey, çi bibe jî çend tiştên bi feyde dibêje .



10.04.2020 11:36 | serhedo bê kiras

178. fenomenek xwidan îdîayên ji xwe meztir e. xwe wek helbestkar, nivîskar, mişextî, cotkar, serokê pakurdê dide nasîn û "doktirîna serxwebûna kurdistan" ji xwe re kiriye mal. Siyasetmedarek fenomen e, wek her fenomenek bal dikêşe. Lê heman demê de wek gelek fenomenan ne tiştek gelek tiştên ji hev cuda û nakok dibêje.

Mafê dewletbûna kurdan dixwaze lê bi guman im ku diparêze. Ferqek cidî heye navbeyna xwestin û hewldana ji bo destxistinê, ango parastina mafî de. Ezê li ser vê îdîaya xwe li jêr sekinim lê divê serî de bêjim ku binyadek bîrdozî û perspektîfek kifş û zelal ya îbrahîm xelîl baran nîne. Lewra gelek caran tişta spêdê gotî êvarî tersê wê dibêje. Li gor îbrahîm xelîl bîrdozî ji kurdan re ne pêwîste, lê netewperwerî û dewlet wek av û nan pêwîste. Gelo ev çawan pêkane? Netewperwerî bi serê xwe bîrdozîyek qerrase ye û dewlet jî bê bîrdozî, bê îdeologan, rewşenbîran, siyasetmedaran nayê ava kirin.

Îbrahîm Xelîl û kesên wek wî nikarin doza kurdistanê bimeşînin ji ber ku konformîst û tirsonek in. Weke di hemû tweetên baran de tê dîtin ew li cihek ewle ye, parastî ye, ji bilindahîyan bangî mirovan dike: wiha bikin, wisa nekin, ji kurdistanê hez bikin, li pey wan neçin, netewperwer bin, dewletxwaz bin... Her û her bi vî şeklî ferman li şopîneran dike. Ew li cihek xwedayî ye, tişta xwe jê berpirsiyar dibîne fikre ne zikre. Lê belê gava cara ewil li ser wî doz hat vekirin ew ji qatên xwedayî hat jêr, bû kurdek mezlûm, ket nêv dest û mistên dijmin de, hingê zanî ku bedelê her tiştê heye. Qasî dizanim derdora heyvekê ma girtîgehê de û çawan derket koçî başûrê kurdistan kir. Xwe wek mişextî û mexdûr nîşan dide lê wî nekariye li pişt doza xwe bisekine, li erdê xwe bimîne karûbarên partîya ferazî bidomîne. Kesên xwe li ber derbên dijmin nagirin û di firsenda ewil de baz didin nikarin bandorek demdirêj li gelê xwe bikin.

Li gor îbrahîm xelîl baran ew serokê pakurd e. Partî ji dehan rêxistinan, rêxistin ji sedan endaman pêk tê, di vê rewşê de em bêjin îxb serokê partîyek xeyalî ye dê ne şaş be. Welew ku hebe dê bikare çi bike? Ji bo kurdistanê dikarin çi bikin? Ji bilî gilî w gazindan heta niha karek siyasî ji destê îxb û kesên wek wî me ne dîtye.

Îxb dişibe cotkarek li deşta hezex. Kesên ji nisêbîn çûne cizîr dizanin ew deşt çawan xwerû kuç û kevir e. Îxb ger bixwaze li vî erdî cotkarî bike divê ji bo paqijkirina kevirên li ser singa axê bixebite. Kevir bi gotinan nayên avêtin. Ji bo guherînê, dewletê, şoreşê bi tena serê xwe raman têre nakin.



10.04.2020 14:29 ~14:34 | hespêsor

179. trollên PKKê ne bes bûn niha jî yên PDKê lê hatine xezebê ji ber di meseleya mistefa selîmî de gotiye PDK nikare tenê bi tawanbarkirina ynkê xwe ji bin bar û berpirsiyariya vê kirêtiyê xilas bike. carina dema çav bi tiştên wiha dikevim dixwazim ji kurdbûnê tobe û îstîfa bikim lê nizanim herim ber destê kî?!



12.04.2020 23:38 | endazer

181. tweetên wî yên ku dema şerr birin li ser rojava gelek girîng bûn û kes nikaribû wan tweetan binvîsan de lê wî moral /motîvasyon dida şopînerên xwe.Dîsa ji bo (bnr: mistefa selîmî) jî gelek tweetên girîng nivîsin û her kes nikare tiştek wisa bike.Yanî carnan divê mirov dev ji pê ketine şikbûnê berde.Belê her tişt tweet nîne lê , min heta niha hizrekî ne rast nedît.
Bila ev neyê wî wateyê ku ez xwe qurbana wî bikim lê kesên ku dixwînin û hin tiştên girîng dibêjin divê em qedr qiymetê bidin wan.
Ev barzanîhez e , ev apohez e , ev nizam çi ye bi xwedê ne xema min e.Tenê bila ji bo welatê xwe û axa xwe kar bike.Gotinên ku ixbaran kirin , gotinên ku her kes nikare bibêje ye.



13.04.2020 00:57 | brzn

182. (bnr: tiroviro)
(bnr: tevlîhev)
(bnr: şorbe)



13.04.2020 01:02 | afa

183. carna hinek tiştan dibêje kêfa mirov jê re tê carna jî hinek tiştan dibêje mirov dixwaze kulmekê li devî bide. ê xoce ka bisekine



13.04.2020 17:04 | soryazyus

184. 3 sal ewil bû, ez çûbûm Mêrsînê, li wir bi navê kitapsan kitêbfiroşekî heye, me go çiqa em ê herin serekî lêdin li wir jî

Xweyî kitapsanê anegorî xwe demokrat in, kitêbên li ser misilman, file, xwedênenas, çepgiran û zimanên wekî kurdî, îngilîzî hatine nivîsîn hwd. Tê da hene, Alternatîvên cûda di nav dikana wan da tê Peydakirin.

Min bala xwe dabû aliyê kitêbên kurdî, du heb xort jî kêleka min bû, me hev ra go merheba, çawanî silametî felan û bewan, ewana xwendekarên ji zanîngeha Mêrsînê bûn, Yekî wan ji nişke ve ji min ra pirsî go, tu Îbrahîm Xelîl baran nas dikî, min cewab da, Qasê ku ji Twitterê xwendibim ew e, ewqas nas dikim, gotin zahf rind dinivîse, kesekî Qadirgiran e ... li ser wî me hinekî sohbet kir.

Çi bêjim eleqeyekî tunebû kesên xerîb, me hev nas nedikir, navê wî bihilda ser Îbo sohbet bikira, mijar çawa hate ser wî nizam.

Yanî bi kurtasî bêjim, van salên dawî gelekî tesîra xwe xistiye nav gêncên kurd...



13.04.2020 21:13 | mîr

185. 17.04.2020 nde ser facebookê heypeyvînek gelek xweş bi hacî kardoxî re li ser radyoya aşitî hatiye kirin.Hevpeyvînê de mirov dikare ramanên ixbaran gelek zelal bibîne.Kesên ku dixwazin temaşe bikin.
https://www.facebook.com/Radio.Ashti/videos/593700311504801/



18.04.2020 20:15 | brzn

186. mêrik lêkolîner e.
min vîdyoyekî wisa ê wî dît.



;feature=youtu.be

behsa dîwana kurdan û mûzîka kurdî kiriye di vê vîdyoyê de.
wele puanek erênî ji min stand bi vê xebata xwe..



30.04.2020 23:52 | brusk56

188. Here lînkê
li ser twitterê wî ra peyamek hatîye li vê peyamê bikarhênere(user) kî kurdê eşîra dinaî testê dna kiriye. li encamê dna da bavkalên wî 9521 salê derketine. birastî nizanim trolle an raste, hema pişt vê encamê şaşnebûm.



11.05.2020 14:03 | doesntmatter

189. Kesê ku min nedixwest di derbarê wî de bitirşikînim lê belê her ku diçim ku derê dertê pêşiya min. Ji neçarî ezê çend fikrên xwe yê belengaz vebêjim. Miroveke welatparêz e. Ji dil dixwaze bo welatê xwe tiştekî bike lê wekî ku rexne lê hatiye kirin ew jî weke me konformîst e. Piştî ku cihê xwe zexim kiriye vêca bang li gel dike û şîretan li xelkê dibarîne. Lê ji dêlava ku ji welêt derkeve li bakûr siyaseteke welatparêzî bikira, heye ku gel mecbûrî van qûnalêsê kemalîsta nebûya.

Heke em werin ser taybetmendiyên kesayetî, birastî ne miroveke karîzmatîk e. Lê kar û xebatên wî hêja ne. Bes piranî bi tirkî ne. Nenivîsandina xwe ya kurdî jî dixin sûcê nefêmkirina kurda. Law heke kes ji kurdî fêm nake û em tev bi tirkî li hev dikin û ji ber wê jî em bi tirkî dinivîsin, vêca ev şer û tekoşîn ya çi ye? Em doza çi dikin? Law xwuda wekîl ne ji hezkirina zimanê zikmakî bûna min demjimareke xwe jî li vir nedibuhurand. An min tu eleqeya xwe bi tevgera azadiyê jî netanî. Heke armanc ne zimanê min be, çi dikim ji biratiya gelan? Çi dikim ji çepgiriyê?

Wer hasil min hêvî ji vî cenabî heye ku hinekî bêhtir çalak be, di jiyana rastî de û hemû kar û barên xwe bêyî ku guh li fêmkirina xelkê bike bi kurdî bike.



17.07.2020 23:02 | tîrêj zana 21

190. netewperwerek hêja ye. Di peyamek kevin de li ser siyaseta pratîk min rexneyên dijwar lê kirine, hêj li ser wan fikranim lê belê dixwazim vê carê balê bikşênim ser girîngîya hewldana wî a fikrî. Ji bo rizgarîya netewî kesên wek brahîm xelîl difikirin divê zêde bibin. Heta ku netewek li nirxên kevneşopî xweyî dernekeve wek av û nan rojê deh caran dewlet nexwaze nikare ser xwe ve were. Hin kes dewletxwazîya wî karîkatûrîze dikin lê wek fenomenek hebûna wî bo têkoşîna netewî girînge.



22.07.2020 13:28 | hespêsor

191. Merivekî baradayi ye..
Demekê pey keçika pir digeriya..nizanim ev axlakê wî goriya ye an na lê belê zilamekî vît û vala ye



22.07.2020 15:44 | xeletnivîs

192. Bi heft Qur`an`ê dikarim sond bixwim kû camêr ji Selhedin Demirtas û hevserokên HDPê sed caran çêtir e



26.09.2020 21:39 | kurêbavêxwe

193. gotineke wî heye: tirkiye welatekî karîkatur e.

mebesta wî zêdeyî li ser tirkan e lê mixabin em kurdên bakurê Kurdistanê jî bi wan re dibin karîkatur. wek tê zanîn ji ber îdeolojiya AKPê û erdogan rêzefîlmên qaşo-dîrokî mîna dîrîliş ertugrul, kuruluş Osman û hwd. meşhûr bûn, kurd û çepgirok jî beramberî van neo-osmanîyan dest pê kirine fîlma şêx Bedredîn çêdikin.



08.10.2020 19:18 ~19:20 | tizbîkêş

194. Azadîxwazekî xwebexş, serxwebûnxwazekî dilovan e. fikr û ramanên wî, ji kaniya doza azadiyê tên. Serokekî eniya wî bilind e. Kesayetekî bi mejî û nasnama xwe azad e, û dixwaze em hemû wisan azad bibin.



19.11.2020 13:25 ~13:27 | lawkegoyi

195. Yek ji çend rewşenbîr ên kurdan e. ewqas hişyar, ewqas zana û jîr, bi kesayeteka ewqas rind, ser da jî li ser mijarên kurdewarî ewqas çalak min nedîtîye.

dikare xwe bigihîne xelkê jî. ewqas dixwîne, ewqas tiştan dizane û ya herî mihîm jî ew e ku bi hêsanî û basît dikare tişt û meseleyan vebêje, bi zelalî xwe îfade dike. nebêjin temenê wî biçûk e. willehî mêr e mêr. role model e. xwedê wî bihêle.

ew û micahît bîlîcî qîmeta wan li ber min zahv bilind e. şikir ji xwedê ra ku kurdên wek wana jî me dît.



10.01.2021 01:03 | mirovekirind

197. Neteweperwerekî!!!!, evîndarê zimanê dagirkerên xwe ye. keseke ku pirtûkên xwe tirkî dinivîse, bernameyên tirkî çêdike dikare bibe rewşenbirê tirka lê nikare bibe ya gelê kurd. jixwe ne rewşenbîr e jî. ji vîya ha her tişt dikare derkeve lê rewşenbîrî ti car dernakeve. Ku sibe twitter were girtin, kesî navê wî jî bi bîr nayêne.



10.01.2021 12:33 ~12:37 | hueyn

198. (bnr: bila îxb bibe mêwanê tirşikê)



10.01.2021 19:00 | cinorek

199. -devletsizlik sadece devletsizlik değildir.

+devletsizlik nedir hocam

-sevismektir.

+ ????

(bnr: fenomenên bênamus)



10.02.2021 15:25 | heval.js

200. Gava bi tirkî diaxive dengê xwe pir dişibe siyasetmendê tirk selehattin demirtaş.



03.07.2021 08:58 | elaziz izzetpasa camii

201. (bnr: hiş bin dînikek diaxive)



03.07.2021 12:10 ~12:09 | heval.js

202. showrunnerekî sîmulasyona Kurdistanîbûnê.



21.10.2021 18:09 | ezcan

203. Îbrahîm xelîl ku li bendê ye Ertugrul Kurkçu ji ber sûcên kalikê xwe li dijî kurdan pêk aniye, lêborînê bixwaze lê ji bo parastina şexsê ku bi ertugrul ozkokê qontra re dîlan gerandiye û çelenga Meral Akşenera têjika dêla zer qebûl kiriye, Fanonê gewre dike referans.

şexs: ahmet guneştekin darbestên rengorengo/137409
dêla zer: tansu çiller



23.10.2021 02:13 ~02:21 | asîmanê sêwî

205. Îbrahîm Xelîl Baran weke xebatkarekî Kurd ê ku di parastina mafên gelê Kurd de roleke girîng lîstiye tê bibîranîn. Xwedîderketina wî ya ji bo doza kurdî bû sedem ku ew di têkoşîna ji bo maf û nasnameya kurdî de bibe kesayetek girîng.

Mîrateya Baran ji bo bilindkirina hişmendiya têkoşîna Kurdan, bi armanca naskirina çandî û nûnertiya siyasî, di nav xwe de ye. Tevkarî û fedakariya wî weke bîranîneke bi heybet ji kêşeyên ku çalakvanên Kurd di lêgerîna dadmendî, wekhevî û parastina çandî de rû bi rû mane. Çîroka Îbrahîm Xelîl Baran sembola têkoşîna kurdan a berfireh a ji bo otonomî û naskirinê ye.



02.02.2024 11:19 | tirsik.ai

206. Bavê xwe, Mîrzade Mustefa yê Elî yê Berkel çûye ber dilovaniya Xwedê. Bi rehma xwedayê xwe şad be. Serê malbata xwe sax be. Difikirim bo îxb rewşek xirab e. Di salên dawî de nikaribû li cem bavê xwe be.



11 roj berê 15:44 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ibrahim halil baran
» halil cibran
» baranek bixwîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî