Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 56 peyam
art journaling

art journaling

1. an jî art journal.
wekî têgeh mirov dikare "journaling"ê bi kurdî "nivîsandina rojnivîskê" pênase bike lê divê wekî zêdek wateya "sêwirandin" jî bê gotin. ferqa wê ev e ji nivîsandina bûyer û rewşên rojane: li vir dîtbarî gelek girîng e. dixwaze wêne û fotoraf bin, dixwaze karîkatur û pûlên nameyan, dixwaze xetên xemilandinê û sticker-an an jî fontên curbicur ên nivîsê bin, hemû bi tev de an jî yek bi yek tê xebitandin. armanc ev e ku di encama çalakiyê de berhemekê hunerî derkeve holê. ji xwe bi vê çalakiya neqşê mirov xwe wekî hunermend hîs dike, her çiqas pispor nebe jî. û heke birêkûpêk bê çêkirin bi rastî jî qebiliyeta hunerê pêş dikeve.

min tu carî negot ka vê bikim. lê bi riya xwezayî ev huner di nav çalakiyên min de der hat. jbk ji salên ewilîn a dibistanê vir ve min rojnivîsk dinivîsandin û bi mewdeyê destxetên min ên nivîsê bi çeşîd bûn (gelek destnivîsên min hene û hema hemû di carekê de diakrim bi kar bînim), resimandin, boyaxkirin, zeliqandina wêneyên ji rojname û kovaran hatine jêkirin li rojnivîskên min zêde bûn. piştî eskeriyê min êdî dev ji nivîsandina rojnivîskê berda (ku hîn jî mikur nayêm min dev jê berdaye) lê lênûskên art journaling dewam kirin. carekê min got ez ê van çi bikim îja û min sê lênûskên xwe yên neqşî diyarî hevalên xwe kirin ku hîn jî poşman im.*

ji bo vê hunerê divê lênûskên ku xwedî kaxidên giran bên bikaranîn. bo ku şûna pênûsên boyaxan neçe paş rûpelê an jî uhu/balî nekeve rûpelên din. wekî kraft. ez bi xwe ji kraftan hez nakim loma lênûskên xwedî rûpelên giraniya dora 130-150 gr çêtir dibînim. hesta destdanê xweştir e bi min. min lênûskên lizy collectionê ceribandin. serkeftî ne. her wiha gelek kes lênûskên têlkirî(bi spîral) çêtir dibînin bi taybet, kesên art journala tije kolajên wêneyan çêdikin. lê min carekê cerband û fikrekê neyînî di min de peyde bû bo wan. loma lênûskên dîrûtî xweştir in.

her wiha ji bo nivîsê jî gelek pênûs hene bo journalingê. lê ez feqîr ji kû bibînim.* henek aliyêkî pênûsên molotow û artlineê gelek xweş in. hema hemû rengan û ziraviya serê pênûsê dihewînin. lê hemû jî biha ne :(

ji bo sticker û pûlên nameyan mixabin li tirkî cûre pir kêm in û pir biha ne, ji xwe li van deran ev huner hîn pêş neketiye. loma heke kêfa we bê biceribînin, miheqaq ji aliexpressê bazariya xwe bikin. lê li hemberî cureyên alavan dîn nebin û sêlikên xwe tije nekin mîna min*.

art journalinga klasîk girîngiyê dide bûyerên rojane an jî çîrok di pêşiya çarçoveya rûpelê de ye.
Here lînkêHere lînkê
Here lînkê

beşek vê hunerê heye ku çîrok di paşiya dîtbariyê de dimîne. li vir armanc rêdana hunera resimandinê ye, lê têra xwe cih dide nivîsan jî:
Here lînkê
Here lînkê

beşa herî dûr a nivîsê dixwaze hunereke sedî ji sed dîtbarî pêk bîne û nivîs hebin jî tenê ji bo xemilandinê ne û peyama ku hildigirin bo dilxweşi ye:
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê



16.09.2022 14:54 ~15:37 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
belki ev jî bala te bikişînin
» art journaling

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî