Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 87 peyam
jiyan kara

jiyan kara

9. Youtuberekî kurd e. Ji xinûsa erziromê ye. Li cade-î kebîr ango "istiklal caddesi" ( kolana serxwebûnê) ya stenbolê vîdeoyan bi kurdî çê dike. Dema ez ne li amedê bûm min gelekî lê temaşe dikir. Lê piştî ku vegeriyam welat zêde bala min nekişand. Ya rast êdî pirs û naveroka bernameyên wî xwe dubare dike. " jinê kurda çawa ne?", " mêrê kurda çawa ne?", " ger tu jin bûna tenê çi bikira?", " ger tu mêr bûna tenê çi bikira?" Û hwd.

Niza ewê vê pêyamê an vê sermijara di derheqê wî de vebûye bixwîne an nexwîne, lê ger van peyaman bibîne bila bizane ku ev rexne an tespît bo pêşxistina mirovî ye. Ne jibo ku wî rezîl bikin an wî ji vî karî dûr bixînin. Berî her tiştî divê ji xwe re pirsên nû bibîne. Navê vîdeoyên xwe û şîroveyên xwe bi kurdî binivîse. Dema bi kesekî re axivî weke trolên tirka wan sabote neke û piştî ji cem wî çûn wan rexne neke. Heya li dûv wan qet xeber nede. Heya ji dest wî hat divê pirsên kurdewarî bike. Ne ku jin û mêra bere hev bide.
Carek di berdêla pirsan de pera bela dikir. Bi min ew kiryara wî xweş bû. Zûgotinoka dipirsî û wêneyê pêşewê kurda nîşan dida.

Ji aliyê şexsî ve camêrek pir bi enerjîk e. Nikare di cihê xwe de bisekine. Tu dibê qey hevrîşk xwariye. Bejna wî gelek kin e. Heya di her firsatê de ew jî henekê xwe bi xwe dike. Ev jî diyar dike ku ji xwe hez dike.

Karê ku ev camêr dike pîroz e. Bi rastî min nizanibû li stenbol ewqas kurdîzan hene. Bi vî awayî min mat hişte. Serkeftinê jê re dixwazim.



06.12.2020 19:35 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» jiyanewe
» kara and nate

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî