Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
alfabeya êzidiyan

alfabeya êzidiyan

1. di pirtûkên wan ên dînî de hatiye bi kar anîn: cilwe, mishefa reş.

min li kû derê xwendiye nayê bîra min, lê ji bo van herfan dibêjin sextekariya oryantalîzmê ye. li her derên dinyayê mînakên van sextekariyê hene. dema ku xelkên derekê dibihîze ku oryantalîst/arkeolog/antropolog/hwd. pere didin miletê bo peydekirina destxet an jî tiştinên "kevn", radibin ew bi xwe çêdikin û pêşkêşî wan dikin, difiroşin. An jî ji ber xwekêmdîtin, ji ber qurretiya serdestiyê ev tişt derdikevin. ev borazboz e çi ye, sextekariyeke pir navdar e. hîn jî gelek kurd hene baweriya xwe pê tînin. heman guman li ser alfabeya masî soratî jî heye ku bi ya gotinan rûpelên ku qala vê alfabeyê dikin, di sedsala 19em de hatiye lê nivîsîn. her wiha kîtabeya vîkîngan a kensingtonê jî heman sextekarî ye. îsal nûçeyeke qala du arkeologên baskî hebû, rabûne bi destên xwe li ser perçeyên kûzan tiştinin xiristiyanî nivîsîne û hatibûn mehkemekirin. bi saya delîlên shinichi fujimurayî pirtûkên dîrokî yên japonan guherîn, lê piştre hatiye fêmkirin ku ev delîlên ji nav axê hatine derxistin sexte ne û ev mêrik jî sextekar e.

her wiha, divê em ji bo îdîaya sextebûna vê alfabeya êzidiyan çavkaniyên objektîf jî binivîsînin lê niha ji min nayê. ha misilman ha êzidî em hemû kurd in û di encamê de me hemû têkildar dike.

di 2018an de serî li unicodê dane ku bo înformatîkê/kombersê were amadekirin. li vê derê hinin agahî û tabloyên herfan hene Here lînkê li rûpela wîkiyê zêdetir pdfhene bo pêşdebirina kodandinê nirxandinên pisporan hene.Here lînkê)



08.11.2020 17:01 ~17:11 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» alfabeya kurdî ya kirîlî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî