Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
cilwe - tirşik
cilwe
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûkekê pîroz a êzîdîyan e. pirtûk bi tîpên erebî destnivîsî ye û tê de gelek dua, tablo û şema hene. Cilwe piranî ji bo vegotin û pêşdîtina bext û siûdan tê bikaranîn.



10.04.2014 00:49 | bijîmillah

2. naz û îşwe û eda..



10.04.2014 17:23 | endazer

3. Di gel mishefa reş pirtûka pîroz a êzidiyan e.



14.11.2014 19:52 | xendekî

4. tawusî melek Ji bo gelê xwe hişyar bike û wan ji şaşiyan dûr bixe, alîkarên xwe şand vê dinyayê. evdên xwe berê bi devkî hişyar kir, cara duduyan bi vê pirtûkê. hat qedexekirin ku biyanî lê binêrin an jî bixwînin.

Here lînkê

di pirtûkê de pênc beş hene:

Beşa yekem

Ez ê ku hebûm, heme, heta dawiyê ez ê hebim. hikmê min li ser tevahiya tiştên ku hatine afirandin heye. Her bûyer û her tiştê girêdayî hebûnan bi fermana min pêk tên. Kî ji vê yekê bawer bike û dema ku pêdivî hebe gazî min bike, ez ê derhal bigihîjim wan, tu tişt bêyî min nayê fikirîn. Kesên ku min qebûl bikin, ji bo ku li gor daxwaza wan nîn e hemû bûyerên ku dibêjin xirab in, bi daxwaza min pêk tên. Wekîlekî rêveber ê her demê heye, wî ez hildibijêrim. Bi her nifşê re, serokê vê cîhanê jî diguhere; serok bi dorê tên, peywirên têkildarî dema xwe bicih tînin. Ez sûcan li gor nirxên ku ji taybetmendiyên xulqiyetê tên, dibexşînim. Kî ku li hemberî vê derkeve, dê tengasî û êş jê kêm nebin. Wekî din tu Xwedayek, nikare têkilî karê min û tiştên ku ez dikim bibe. Ez çi biryarê bidim dê ew pêk bê.

Pirtûkên pîroz ên di destê biyaniyan de, ger ji aliyê pêxember û hewariyan ve hatibin nivîsîn jî, êdî ne derbasdar in. Ew ketine rewşeke serhildêr, xera bûne, vana hev di derewînin û himê hev pûç dikin. Cudahiya navbera rastî û şaşiyê, dê li gor mercên dema tê jiyîn bê destnîşankirin. Sozên ku min daye mirovan ez ê bînimcih. Di demên diyarkirî de li gor daraza wekîlên min ên bi aqil û hişyar ku min selahiyeta xwe dewrî wan kiriye, ez ê li gor peymana di navbera xwe û evdên xwede tevbigerim an jî tevne-gerim. Ez li hemberî pêşveçûna bûyeran baldar im; dema ku em tê de, ne çi tişta bi fêde hebe ez pêk tînim. Kesên ku hîndekariya min dipejirînin, ez wan perwerde dikim û berê wan didim rastiyê. Ew bi guhdarîkirina min kêf û zewqên mezin ên giyanî dijîn.

Beşa duyem

Ez bi tevahiya rêbazên ku baş dizanim, xelat û ceza didim mirovan. Li rûyê erdê û binî erdê çi hebê, di kontrola min de ye. Ez alîkariya ji bo netewên din nagirim ser xwe, ji başiya ji bo wan jî dûr namînim. Ez alîkariyê ji civata xwe ya hilbijartî re û yên ku bi ya min kirine qet kêm nakim. Ez kontrola selahiyeteke çalak didim mirovên ku min ew ceribandine. Ev mirov li gor îradeya min, di rewşên diyarkirî de, alîkarî dane kesên ku ji min bawer kirine. Yê ku dide jî ez im, yê distîne jî. Yê dewlemend jî dike ez im yê xizan jî dike ez. Yê bêhêvî dike jî ez im. Ev tev li gor derdorê û li gor demê pêk tên. Tu hêzek nikare têkilî karê min bibe û mirovekî/ê ji kontrola min derîne. Yên ku dixwazin ji min re astengiyê derînin ez êş û nexweşiyan bi ser wan de dibarînim. Kî li fermana min guhdar bike, wek kesên din namire. Ez tehemul nakim ku tu kes di vê dinyaya ketî de zêdetirî dema ku min jê re diyar kiriye bimîne; lê ku ez bixwazim wî/ê li vê dinyayê du car, sê car yan jî zêdetir paş ve vegerînim, giyanê wî/ê têxim bedeneke din; ev zagoneke gerdûnî ye.

Beşa sêyem

Ez, bê pirtûk jî dikarim dostên xwe û kesên ku di riya min de ne ramanên min dihesibînin, riya rast bi amûrên veşartî nîşanî wan didim; rêçikên ku ez dixwazim werin bicihanîn ne tengavker in, li gor demê û mercan hatine diyarkirin. Yên ku li hemberî zagonên min derên li dinyaya din didim cezakirin. Benî adem, tiştên ku divê bên kirin nizanin, ji ber vê yekê timî dikevin nav şaşîtiyan. Ajalên li rûyê erdê û li asîman, masiyên di nav deryayan de, tev di bin rêveberî û venêrîna min de ne. Xezîneyên veşartî yên li dinyayê û tiştên din, bi agahiya min in. Ez derfet didim ku ew xezîne yeko yeko werin dîtin û stendin. Kesên ku bibin xwediyê vana û kesên ku di demê de ji min daxwaz kirine, nîşaneyên xwe yên veşartî, mûcîzeyên xwe nîşan didim. Dijminahî û berxwedana ku biyanî li hember min û yên ku di şopa min de ne nîşan didin; encax zirarê bide xwediyê xwe; lewre nizanin ku hêz û dewlemendî di destê min de ne û ez vana didim benî ademên ku heqkirine. Rêveberiyên dinyayê, derbasbûna serdeman a li dû hev, guherîna wekîlên min a di her serdemê de, heta dawiyê di bin kontrola min de ye. Kî ku; biduristî ber bi wir ve nemeşe, ez, di demeke ku bi xwe diyar bikim de wê/î ceza dikim û wan dişînim cihê ku jê hatine.

Beşa çarem

Çar demsal hene, hêman jî çar in; min ev, ji bo tiştên ku min afirandine pêdiviyên xwe pêkbînin, bexş kiriye. Pirtûkên pîroz ên biyaniyan, encax bi qasî ku li gor zagonên min bin, li dijî min dernekevin; ji aliyê min ve tên pejirandin. Dîsa vana, bi piranî ji rêderketine. Sê ji wan li dijî min in û ez ji sê navan nefret dikim. Ji bo yên kurazên min aşkera nekin, ez ê soza xwe ya der barê xelatan de bicih bînim. Yên ku di riya min de êşê dikişînin, bila guman tune be, ez ê wan di dinyayekê de xelat bikim. Yên di riya min de dimeşin bila li hemberî neyar û biyaniyan wek cemaetê bijîn. Hûn, ên ku li gor zagonên min tevdigerin, fikrên ku ji aliyê min ve nehatine ragihandin nekin hişê xwe. Wek ku biyanî dikin nebe navê min an jî navên ku li min hatine danîn bi lêv nekin, an na hûn ê gunehkar bibin; lewre ev mijar ji derveyî têgihîştina we ne.

Beşa pêncem

Hurmeta xwe ji tiştû wêneyên ku min temsîl dikin re pêşkêş bikin; lewre dê ew, helwestên we yên neli gor zagonên min in bînin bîra we. Li gor fermana alîkarên min tevbigerin, guh bidin gotinên wan. Da ku agahiyên dinyaya din ên ku ji min girtine ragihînin we.



17.06.2020 21:40 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cilwe

Kategoriyên mijarê:: pirtuksiyasi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî