Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 19 peyam
şener ozmen

şener ozmen

17. sala 1971’an de li bajarokê Hezexê yê bi Şirnexê ve hatiye dinê. Di sala 1998’an de wî Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye û di heman salê de jî li Diyarbekrê wek mamostayê nîgarê dest bi kar kiriye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Diyarbekirê didomîne.

Şener Özmen, di gel wêjevaniyê, di qada navneteweyî de wek hunermendekî aktûel jî hatiye nasîn û di hunerên aktûel de hem bi vê nasnameyê, hem jî wek rexnegir û kuratorekî (gerînendeyê pêşangehan) bi cih girtiye. Gelek nivîsarên wî ên di derbarê hunera aktûel de di gelek katalog û pirtûkan de weşiyane û wî bixwe jî, di sala 2007’an de li ser çalakî berhemên hunera aktûel pirtûkek bi navê “Travma ve Islahat” weşandiye. Wek hunermend beşdarî gelek pêşangehên li Tirkiyeyê û bêhtir derveyî Tirkiyeyê bûye, li ser kurtefîlm û berhemên wî yên hûnerî (wek wêne û defter û xêzeroman û wêneroman) û nexasim li ser helwêsta wî ya hunerî heta îro gelek nivîs jî hatine weşandin û birek ji wan bûne sermijarên tezên akademîk.



30.06.2020 16:19 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene