Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şener ozmen] de;

17. sala 1971’an de li bajarokê Hezexê yê bi Şirnexê ve hatiye dinê. Di sala 1998’an de wî Zanîngeha Çukurovayê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedandiye û di heman salê de jî li Diyarbekrê wek mamostayê nîgarê dest bi kar kiriye. Ji wê salê û bi vir de kar û barên xwe yên wêjeyî û hunerî li Diyarbekirê didomîne.

Şener Özmen, di gel wêjevaniyê, di qada navneteweyî de wek hunermendekî aktûel jî hatiye nasîn û di hunerên aktûel de hem bi vê nasnameyê, hem jî wek rexnegir û kuratorekî (gerînendeyê pêşangehan) bi cih girtiye. Gelek nivîsarên wî ên di derbarê hunera aktûel de di gelek katalog û pirtûkan de weşiyane û wî bixwe jî, di sala 2007’an de li ser çalakî berhemên hunera aktûel pirtûkek bi navê “Travma ve Islahat” weşandiye. Wek hunermend beşdarî gelek pêşangehên li Tirkiyeyê û bêhtir derveyî Tirkiyeyê bûye, li ser kurtefîlm û berhemên wî yên hûnerî (wek wêne û defter û xêzeroman û wêneroman) û nexasim li ser helwêsta wî ya hunerî heta îro gelek nivîs jî hatine weşandin û birek ji wan bûne sermijarên tezên akademîk.



30.06.2020 16:19 | yûsiv

16. Şener Özmen hunermend, rexnegirê hunerê û nivîskarekî kurd e. Di sala 1971ê de li bajarokê Hezexê ya bi ser Şirnexê ve, hate dinê. Di sala 1988an de Zanîngeha Çukurovayê, Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarê qedand. Di heman salê de, ji bo lîsansa bilind li Zanîngeha Mêrsînê Fakulteya Fen-Edebiyatê di Beşa Felsefeyê de cî girt lê xwendina xwe xilas nekir.

Min Şener ozmen di semînerekê de nas kir. Axaftina wî pirr balkêş e. Hunermendekî hêja ye. Dema pirtûk îmza kir qala tiştên xweş kir bi rastî motivasyona min jî bilind bû.



21.06.2020 16:36 | yûsiv