2. nivîskarê min pirtûka wî bi navê dûpişk xwendî. dûpişk ji çend çîrokan pêk tê. çîroka ewil tiştek kafkaesk e, tenê li ser xwesteka mêrikek sekinye ku bixwaze bibe kêzik. belam çima? ser nesekiniye. çîrokên wî piranî ji buyerên rojane pêktên, di çavdêrîya mirovan de serkeftî derketye ji ezmûnê, ji alî naveroka ramanî ve pirtûka xwe tisî hêliştye. dêrûnîya lehengan xweş rave kirye lê bi zimanek sivik û hevokên kurt. nivîskarek baş divê hewl bide hevokên dirêj û kompleks jî saz bike. li çend cihan şaşîyên mantiqî kirye, xeletîyên rêziman jî hene. gelek peyv ne di wateya xwe de nivîsye, herwiha qet xwe ji tercîha nav û lêkerên ji tirkî ketne nêv kurdî ne vedaye. evane hemî ser hev dîmenek kirêt derdixe ji pirtûkê. |
|
28.02.2020 21:54 ~21:58 |
hespêsor
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |