Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
anemî

anemî

4. Eger ji ber hin sedeman di nav xwînê de hejmara xirokên sor kêm bibe, ev rewş wekî kêmxwînî tê bi navkirin. Navê din a kêmxwînî anemî ye. Zêdetirî 400 cureyên kêmxwînî heye. Ji boy kêmxwînî gelek sedem hene. Sedemên serekî yên kêmxwînî;

-Ji ber kêm-hesinî: Eger mêjera hesin di nav laşê mirov de ji asta asayî kêmtir bibe vê gavê bi têra xwe hemoglobîn çê nabe. Ji ber kêmbûna hemoglobînê, di nav xwînê de hejmara xirokên sor nagihîje asta asayî.
-Ji ber ducanîbûnê; Pêdiviya mirova ducanîbûyî hê pirtir bi hesin heye. Dergûş ji dayika xwe hesin digire, loma asta rêjeya hesinê laşê ducan dadikeve. Ew jî dibe sedema kêmxwînî.
-Ji ber kêmasiya vîtamînan; Ji boy çêkirina xirokên sor, divê di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna B12, Vîtamîna B9(Asîda folîk) û vîtamîna C hebe. Di laşê mirov de yek ji van vîtamînan kêm be, kêmxwînî rû dide.
-Ji ber birîn û birîndarbûnê; Xwînçûna birînan jî dibe sedemê kêmxwînî, wekî mînak birînên aşikê(made),û yên rûvî ji derve bi çav nayê dîtin, loma dibe ku demek dirêj ji mirov xwîn biçe.
-Ji ber nexweşiyan ; Nexweşiyên wekî şêrpence, AIDS, nexweşiya gurçikan, hejmara xaneyên xwînê kêm dike.
- Ji ber sedemên genetîk(bomaweyî) Şiklê asayî ya xiroka sor gilover e. Ji ber nexweşiyeke bomaweyî di xwîna mirov de xirokên sor ne bi şiklê gilover, lê bi şeweya dasî ne. Ev nexweşî wekî kêmxwîniya xaneya dasî (Sickle cell anemia ) tê bi navkirin. Ji ber şiklê dasî, xirokên sor bi têra xwe hemoglobîn lixwe nagirin, loma veguhestina oksîjenê têra laş nake. Nexweşiya bi navê talasemiya (Thalassemia) jî dibe sedema kêmxwîniyê.



07.02.2020 03:25 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» anemî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî