8. Hîn jî li gund xanîyê me bi serbanê axî ye. Taxên wî kirêpêt in û bêqolon û bêstûn e. Ditirsim rojekê hilweşihê. Xwezî bi qolon çêkiribana. Lê ji xîzanî bû, hingî ew ji me dihat. Wexta serbanê xênî dihûnênin bi rêzê; pêşî girşên xwe yek bi yek rêz dikin, paşî depan li ser rast dikin û wan bı girşan ve bizmar dikin. Li ser depan naylonekê vedidin, çîtan li ser naylonê rêz dikin, pûş û qirş li ser çîtan radiêxin, çilo jî li ser pûş rêz dikin û herî dawî axa hinekî avlêkirî, axa reş ne axa sor, li ser banî verdikin û spehî rast dikin û didewisênin. Ne xelet bin kayê jî dikin nav axê. Piştî van hemû karan jî serban pê bangerîtik tê gerandin û dewisandin. Xanîyên ku tax û dîwarên wan bi kerpîç bin hîn xweştir in lê çêkirin û lêkirina dîwarên bi kerpîç zehmet e. Ez serbanê axî paşverû nabînim. Ger pêkan be ezê jî yekî ji xwe ra ava bikim lê bi awayekî bi rêk û pêk. Hinekî zanistê tevlî vî karî bikim, Xanîyekî min ê dîwar bi kevirên reş, ban jî bi axeka xurttir dê peyda bibe. Ne qlîma bikartênim ne jî tiştên din. Belkî tenê sobeyekê. |
|
28.12.2019 09:54 |
dijberîst
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |