Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
rojnivîska tirşikvanan

rojnivîska tirşikvanan

141. çend roj e gurre gurek li guhên min tê.
hine cara xu davêje guhê rastê, hine cara çepê..
lê eva sê roj e di guhê min ê çepê da konê xwe vedaye.
gurrrrrrr gurrrrrrr gurrrrrrr
kêf kêfa wî ye.
çaxa ku ez xever didim û starana dibêjim deng disekine.
Lê ez şa disekinim, gurre gur dewam dike.
min ceriband mi go ezê bi dengê bilind pirtûk bixwînim, min xand, xand, xand..
lê heta kîngê?
ez westiyam..
min xwe teslîmê wî dengî kir dîsa..
gurrrrrrr gurrrrrrr gurrrrrrr...
gurreder!
paşê min go iha nabe.
ez wî dengî ra bûme heval.
min navê wî lêkir do dîez (do#)
Ji ber ku deng dişibe dengê notaya do dîezê.
ev do dîez, ji malbata meqama muzîkê a hîcazê ye.
yanî do dîeza nebîyê mala şêx hîcaz..
navê eşîra wana jî hîcazî ye.

do dîez, di guhê min de hepsî bûye.
xwe li wî alî dixe vî alî dixe.
dawiyê da min qirar hilda mi go ezê herim cer doktor.
sibetirê, hevalê min min ra dora doktor hilda, piştî nîvro min derî montê xu yê reş xwe kir, xu pêşa û li mal derketim.
lê hewa xaş bû..
tav derketibû û berf jî erdê tunebû..
heyata xu da cara ewil e ez li vir, vê mehê da berfê nabînim.
huşş! Em ê nezerî kin. Xudê îsal li me serhediyan hatiye rehmê..

ez ça deriyê baxçe derketime ser rê, min dîna Xu day otopêza xestê go vizzz ber min ra derbas bû.
min go we' lew dîsa revî.
kuro tu çiqas bê şans î!
te dîsa otopêz revand..

mecbûr ezê peyatî hinekî biçûma heta otopêz dihat..
nîzikê 500-600 mêtreyî peyatî çûm, rê da min azad dît.
6-7 meh ewil ez li ser rêya milazgirê di şantiyekî da şef bûm, azad û xûşk û birayên xwe dihatin li ba min, min wan ra çay çêdikir.. bîlye dileyîst,..

go abê!
ez zivirîm
mi go pî kuro! Azad! tu çitkî?
go abê baş im, tu manî? tu çûyî piştî te me zev bêriya te kir..
min destê xwe stûyê wî ra bir, min dêna xwe day, pozê wî, guhê wî sor bûne, cemidîye. Mi go kuro tu çi aha bê kinc digerî, qe tu nacemidî?
bi dengekî mehçûb go "na abêê.."
mi go "min jî bêriya we kiribû.. piştî çûyîna min, we çi kir?
go "abê piştî çûyîna te, du mihendizên teze hatine wira, herdu jî nebaş bûn, em kîngê diçûne li wir, wana berdidan me.."
paşê dewam kir go abê tu zanî ez jî dixwazim bibim mihendizê erebeyan.
mi go navê wî mihendizê otomotîvê ye.. eferim ji te ra.
paşê min dewam kir, mi go azad tu diçî qaçê?
go abê yêdî.
mi go dersên te çawa nin?
go zehv rind in. Turkça min zev rind e.
mi go ezê pirsekî te pirsim. "Niteleme sifati" çî ye?
go nitelemee.... Êêê Sifaat... himmm êlê..
mi go temam, ornekekî bide..
go immmm nîtelemeee Sifaat..
mi go temam temam Xu acis neke..
û min jê ra behsa nîteleme sifati kir..


paşê em li ber dikanekî ra derbas bûn, mi go ez ê boy guhê xwe, benîşt bikirim, were ezê ji te ra jî tiştekî bikirim.
min bizorekî ewa kaşê dikanê kir.
min go xu ra çi hildidî hilde.
ewî çû tişta herî erzan, tişta herî piçûk hilda..
neyse em derketin me xatirê Xu hevdû xast..
azad çû rêya xwe, ez rêya xwe..
lê tam li ber wê avgeniya ku ez 6-7 meh ewil li ber ra derbas bibûm û min tê da masiyekî dîtibû re derbas bûm, min dîsa lê nihêrî mi go gelo dibe ku tê da dîsa masî hebin e?
paşê min go kuro ew carek bû..
çima ça bûye..

neyse çûm îstgehê, hêviya otopêzê sekinîm,
zencîyek û yekî mîna Farisan bi balîcan va wira bûn.
wana rêya ku diçe aliyê Diyarbekirê pirsî min kirin. (Bi Tirkî) mi go ev rêya diçe agirî, eva diçe Mûşê, eva jî diçe Bidlîsê.
aliyê bilîsê va jî otopêzên Diyarbekirê derbas dibin, aliyê Mûşê ra jî.. lê aliyê Agirî yê beravajî ye.
gotin spas.. min xatir xast..
(birastî ez hinekî şaş jî mam.. zencî, serhed, zivistaneke bê berf, azad, Diyarbekir, agirî, bilîs, Mûş,.. ?)

neyse ez otopêzê siwar bûm, qoltixa min zev germ bû. meseleya hevaleke me ya ku çûbû moskovayê, li oyopêzê siwar bibû, dêna xwe dabûyê qoltix germ e, haw zanibûye ku jinika pêşiya wê qoltix germ kiriye lê paşê destê xwe avêtibû binê qoltixê, dêna xwe dabûyê binê qoltixan de boriya kalorîferê heye.. hate bîra min, ez keniyam.
lê vira Serhed e, ne jinik dikare qoltixê germ bike, ne jî binê qoltixê da borî heye.. ez rabûm min dêna xwe day, kalorîfera otopêzê dam binê qoltixa min da bûye.. zaten hewa jî germ bû. Qe şansê min jî tine ye. ku hewa sar bûya, ezê rastê qoltixa herî sar bihatama.
neyse.

ez ça otopêzê peya bûm, min dêna xwe day Omer! Omerê tartîcî! Keniya got "abê tartmîş kim?"
min go kuro ez kû da diçim, tu dertê ser rêya min *
te ez li meyteva xarzîyê min da pîvam; 74 kîlo.
te ez li bankaya Zîraatê da pîvan; 75 kîlo.
tu niha jî dixwazî min bikî 76 kîlo?
go na abê, kincê te va solê te jî hene. Wana jê derxe, tu 71-72-73 falan î.
mi go lew kuro.. lê te li xestê xêr e? Ma vir jî Milet Xu dipîve?
go na abê, ez ê herim göz doktorî.
min go göz doktorî nîn e, doxtorê çevan e.
kenîya go temam, doxtorê çevan..
dîsa got abê de were ez te tartmîş kim.
min go na.
go çima?
mi go kuro eva deh car e ez dibêjime te da waxtê te kurmancan pirsî, nebêje tartmîş. Bêje "keko ez te bipîvim?"
go abê te duh na pêrê wisa gote min, min êdî mişteriyên kurmanc ra got "keko, xalo, hecî.. ez we bipîvim.." li min kenîyan. Êdî ez jî dîsa lê vegeriyam..
.... (Bêdengî)...

doktor got şîkayeta te çi ye?
mi go di guhê min da gurre gurrek tê.
ez dibêjim qey di guhê min da notayek heps bûye.
mîna dengê elektro-gîtarê.. (paşê min şerm kir mi go doxtorê bêje eva çi dibêje..)
(Min di dilê xwe da got do dîez, do dîeza malbata hîcazê) *
doktor hundirê guhê min temîz kir û got tu zehv muzîk guhdar dikî?
Min go erê.
got qedexe. idî navberekî bide guhdarkirina muzîkê.

min go çawa doktor?
ez bê muzîk nikarim.
got tu mecbûr î.
îlacek nivîsî û gotin du mehan vexwe, eger baş nebû, here doxtorên Erzurumê..

mi go temam.
lê min di dilê xwe da got van doxtoran pêşiyê qehwe û çay, paşê jî kek û xwarinên hevîr, paşê jî muzîk min dane qedexekirin. Hêrsa min zehv hat lê paşê min go kuro dîno!
Evna ji bo te wisa dibêjin..
min du roja muzîk zehv zehv kêm guhdar kir lê roja sisêyan zehv Mehdê min çû dengê hozan serhad ê ku eva zû da ye min têr li ser hev stranên wî ên mizgîna leheng, Hewlêr, Sîpan Sîpanê Xelatê, wûnken,.. guhdar nekirine.

Mi go emmmaann zaten yasaklar çîğnenmek îçîndîr. min du saetan li ser hev hozan Serhad bi hoparlorê va guhdar kir.. ox..

guhê min îro hinekî kêm kiribû lê hê eynî ye.

ez çûme sûkê, min dîsa Omer dît, got avê tartmîş kim *
...wisa...



08.01.2018 00:54 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol