187. dear rojnivîsk, |
|
21.02.2020 01:39 ~01:41 |
gulêê
|
179. doh gelek dereng raketim, saet çar bû nizam, paşê sibehê dereng mam dersa Erebî, neçûm. |
|
25.11.2019 20:27 |
gulêê
|
174. rojnivîska biqedr, |
|
20.04.2019 17:35 ~17:41 |
gulêê
|
172. îro li gorî saet yazdehê Moskovayê bi kesekî û ez nas nakim ra dersa min a skype hebû, heke hûn bibêjin hûn çawa hev nas dikin ez ji we re bêjim, hesabekî min î instagramê heye ku ez li wir hewl didim ku Kurdî hîn bikim, gelek aktîf nebe jî car carana bikartînim. Rojekî kesekî bi navê Jwan Mella ji min ra peyam şand û got, - bi inglîzÎ- gelo tu dikarî zêdetir parvekirinan bikî, ez gelek dixwazim Kurdî hîn bibim, min jî got ser sera, ser çavan heke tu bixwazî em dikarin ser skype hev bibînin û ez alîkariya te bikim. û me îro hev dît. |
|
01.04.2019 23:56 ~2019.04.02 00:02 |
gulêê
|
168. rojnivîska delal, ez îro gelekî xemgîn im :( |
|
28.11.2018 16:52 ~16:53 |
gulêê
|
144. Berîya hefteyekê ji min re telefonek hat û gotin Kargoya we heye divê hûn bên postê. Erê, di dawiyê de, axir, mala xwedê ava be ku pirtûka min hatibû. Pirtûka Hinar Dawî ya dinyayê. |
|
22.02.2018 16:17 |
gulêê
|
143. Îro bû hîvdeh roj ku ez bi mielmên xwe re li Midyadê me û li gundan digerim, gundê ku suryan lê dijin, û em li ser zimanê wan lêkolînê dikin. |
|
20.01.2018 11:53 ~2018.01.21 08:58 |
gulêê
|
137. Berîya çûyîna Kurdistanê, min go ca ez herim li kolana herî navdar a Moskovayê a bi navê Арбат piçekî dem derbas bikim. |
|
01.01.2018 17:22 |
gulêê
|
133. îro ji bo dersên zimanê Rûskî bi polê re ketim dersê, -ji ber ku ez dereng hatim Moskovayê, ji bo demeke bo ku bigihîjim polê mamosteyeke dersên yek û yek dida min. |
|
04.12.2017 19:08 |
gulêê
|
132. Piştî jiyîna bi 3 zarok, 2 pisîk û kuçikekî re min ferq kir û heyatê de nikarim di mala xwe de kuçikekî xwedî bikim. Yaew tu derî vedikî, dikevî hundir kuçik kurê kuçika xwe dibavêjê ser te. Erê zanim, hij dike le qurbana te ka ji bin piyan here. û tu piçekî rû bidî har dibe, ev çi yaew. Her dem yek li bin qûna te, te bêhn dike. Qet ne xweş e hilmi bunu beğenmedi. |
|
28.11.2017 10:03 |
gulêê
|
129. seftek ji seftan, dîsa dereng şiyar bûme. Her çiqas êvarê bibêjim ez ê sibê zû biçim pirtûkxane jî -lanet li çavê şeytan- ez nikarim zû rabim. Çaxê ku şiyar bûm, bûbû nîvro. Avek li serê xwe kir, ji xwe re hêk qeland. Hin fêkî avêt çentê xwe û min rêya pirtûkxane girt. |
|
25.11.2017 16:00 ~18:05 |
gulêê
|
122. dîsa li ser skype, dîsa dûr. |
|
05.11.2017 01:18 |
gulêê
|