Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nazim tolhildan

profîla "nazim tolhildan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

97. duh min di facebooka xwe de lîsteya kesên ku daxwaza hevaltiyê ji min re şandine nêrî. tê de mirovek hebû ku qet hevalên me yên hevpar tunebûn û min nas jî nekir. lê min mereq kir û profîla wî nêrî. mêrik li stenbolê di lîseya eyüpê de mamoste bû. paşê hate bîra min ku berî 12 salan di lîseya eyüpê de salekê ketibû dersa me ya matematîkê. min ew nas nekir lê wî ez nas kiribûm. min jê re peyam şand: "mamoste 12 sal derbas bûn, te çawa ez ji bîr nekirim?". wî got: "hin xwendekar hene ku qet nayên ji bîr kirin"* bi rastî pir xweşa min çû kêfxweş bûm.



13.11.2016 14:28 | nazim tolhildan

86. dûh mêvanekî min ji wanê hebû. camer ev weke sal û nîveke li antalyayê di otêlan de mîna kafiran dixebite. ji xwe re nikare du quriş pere jî berhev bike. lê hatiye ji min re dibêje "ben doğuda yaşayamam, doğuda hiç bir şey yok". yanê "ez nikarim li van deran bijîm, li van deran qet tiştek tuneye". wê demê şêytîn ji min re got "kure pehînekê lê bixe, sîktir bike bila bicehime here". lê paşê min dîsa nalet anî û mevanperweriya xwe kir.



09.09.2016 10:50 | nazim tolhildan

62. duh êvarê tev li civîna bîneya ku ofîsa min tê de ye bûm. ji bo bîneyê gelek tişt hatin niqas kirin. yek ji wan mijaran jî mehaniya dergevan bû. dergewan rebenekî kurd e. di bînê de 24 heb ofîs hene û dergevan serê her ofîsekê 60 tl distîne. yanê mehaniya wî dibe 1440 tl. lê di civînê de yek ji xwedanê ofîsekê pêşniyar kir ku mehaniya dergevan li serê her ofîsekê bibe 40 tl. yanê got bila tevahî mehaniya wî bibe 960 tl. mirovê ku ev pêşniyar kir yekî azerî û mhp'yî bû. ez ji pêşniyara wî pir aciz bûm û min qebûl nekir. ji ber ku 960 tl pir kêm e. xêncî wê, min ferq kir ku mêrik pêşniyara xwe bi helwesteke nijadperestî ve kir, ji ber ku dergevan kurd e. lê ya agir berî min da pêşniyara wî nîn bû. piraniya xwedanê ofîsan kurd bûn, lê mixabin bi rayên wan ve pêşniyar hate qebûl kirin. hah vê yekê agir berî min da û hiş ji serê min çû. kurd çima ev qas bêbex in. lê piştî ku civîn qediya min qazî dergevan kir û got "dile xwe fireh bike û netirse, geva ku mehaniya te kêm bikin ezê jî vê bînê bişewitînim".



21.05.2016 11:03 | nazim tolhildan