Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 76 peyam
knut hamsun - tirşik
knut hamsun
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Romana wî a bi navê 'birçîbun' hêjaye ku mirov bixwîne..



13.04.2014 23:30 | birho_fîlo

2. mirovê ku, hê ez piçûk bûn û min dest bi xwendina pirtûkên wî kiribû ye. ango min bi aqilê sivik ve barê giran dabû li ser milên xwe*



14.04.2014 11:54 | nazim tolhildan

3. Knut Hamsun (* 4'ê gelawêjê 1859 li Lom, Fylke Oppland; † 19'ê reşemiyê 1952 li Nørholm a li cem Grimstad), navê jidayîkbûnê Knud Pedersen bû ew yek ji giregirên nivîskarên norwêcî yên sedsala 20'em tê zanîn. Sala 1920'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê werdigire.

Di malbateke kedkar û xizan de jidayîk dibe. Bavê wî kincan didirû û bi wê aboriya malbata xwe bi rê ve dibe. Jiyana wî hêj di zaroktiyê de gelek bi dijwariyan dibore. Perwerdeya olî dibîne. Di gelek kar û kargehan de dixebite. Ji aliyekî ve jî karê nivîsandinê didomîne. Ji bo jiyana baştir diçe Danîmarkayê. Li wir çendekê bi nexweşiya zirav re têdikoşe. Vedigere welatê xwe û baş dibe. Ji bo rojnameyan kuncikan dinivîsîne. Xeyala wî ya mezin çûyîna Amerîkayê bû û ev jî bi alîkariya jineke dewlemend pêk tê û Hamsun diçe dya'yê. Li wir gelekdi bin bandora mark twain de dimîne û ji wêjeya wê hezdike. Dîsa vedigere welêt û dîsa diçe DYA'yê dîsa jiyana xwe ya aborî û wêjeyî bi hev re dimeşîne. Gelek birçîbûn, êş û derdan dibîne. Dijwariya biyaniyê û bîriya welêt jiyana wî dadigire û di bin van hestan de berhemên bêhempa dinivîsîne.



17.04.2017 11:46 | xwelî li ser

4. (bnr: sult)



17.04.2017 12:20 | xwelî li ser

5. Min pirtûka wî a bi navê "birçîbûn "ê xwend dikarim bêjim ku di nav romanên cîhanê de berhemek bingehîn e. Herhal maye bin sîya berhemên tolstoy û dostoyevskî.
Di nav romanên ku min xwendî de herî zêde ya Knut Hamsun zêdetir bala min dikêşîne.



19.12.2019 20:53 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
Tişt nabe xwe neqeherîne , wiha ye , linka youtube bigre û vir va bike...
di dinê de sê tişt hene pir xweş in [2]
(bnr: bêhna axê paş baranê) (bnr: bêhna nanê sêlê) (bnr: Dengê bayê ...
qijika reş [1]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
çîrokên tirsank ên kurdî [1]
Ev çîrok piranî gotinkî ne, hatibin nivîsîn jî heta niha lê rast nehat...
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
belki ev jî bala te bikişînin
» knut hamsun

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî