Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 33 peyam
w. h. auden - tirşik
w. h. auden
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbesteke W.H.AUDEN



li vê dorgeyê



Meyzê biyaniyo, êdî li vê dorgeyê

Tava ku bazdide,ji şadiya te re peyda ye,

Qewîn raweste li vir

Deng meke,

Ku di cihokên guhî re

Bila weke rûbarekî bigere

Dengê deryayê yê ku vediweşe.

Li vir,di bêhnvedana ku diqede ya mêrga biçûk de

Gava ku diwarê gêç dihedime nava kefan û resîfên wî yên dirêj

Dikin kefteleft bi dilêrî

û bi derbên med û cizîrê re,Depên bên hildipijirin piştî şikestepêla ku dike

firrefirr,

Qaqlîbaz dihewe

Li ser keviya wê ya asê bêhnekê.

Li dûr,keştiyên fena tovên li ser avê

Li ser suxreyên minêkar î lez bi dûr dikevin,

Bergeha fireh

Berra berra reng e tê kevê

û di bîranînê de bilive her weke niha ewr dikin,

Ewrên ku ji awêneya benderê derbas dikin

û havînê pê ve di nava avê re selexane selexane digerin..



Ji İngilîzî: Kawa Nemir



14.04.2014 01:00 | avên_sar

dengdanên dawîn (yên din..)
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1]
Ya bi rastî belkî nanivîsin lê ez bawer dikim ku car caran li tirşike ...
cinorek [1]
Ez bixwe cinorekî gelekî pîroz dikim û spas dkkim jê re. Ji be...
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2]
Leqebên kesan ên ku min ji malbata xwe hisiyane ev in: Dudo û nîv Em...
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1]
Sala par em bi apê xwe re havînê çûn gund. Apê min ez hişyar kirim go...
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1]
ew wekî armanca xwe ya sereke li tirşikê bûna rêveber an edîtor dibîni...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî