Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
bi jinan re çûna danûstandinê - tirşik
bi jinan re çûna danûstandinê
(5) (2) (3)
di mijarê de bigere

1. malxirabiya ku demê hêdî dike, saetan giran dike. wext nabûre lê giyana mirov her saniyeya ku diçe, salek pîrtir dibe. ji ber cil û milên reng û reng yên ku tînin û nîşanî te dikin; zikê mirov tevlîhev dibe.

û heçko ev hemû ne bes im, serde jî ji mirov bendewar in ku ji bo her cilî şîroveyek bike.

xwedê sebrê bide yên weke min...



15.02.2014 16:18 | simurg56

2. mijara ku, bûye sedema bîranîna bûyereke fêre, ya eta min bona standina abîyekê* anîye li serê min e. ji bo dawetekê, eta min ê ji xwe re abîyek bistanda. bona danûstandinê sibe saet nêzîkî 10.00'an de me dest bi gerina mexazeyan kir. bi dorê ve, em aksarayê, lalelîyê, beyazıtê û fatihe gerîyan. lê heta saet 5'ê êvarê me tiştek li gorî eta min nedît. di dawîyê de ez hêrs bûm û min got em dev jê berdin û biçin malê. bersiva eta min bona hemû jinan bersiveke dîrokî bû: "xuyaye ku tu westîyayî. tu biçe malê, bila bavê min were û em dewam bikin*" ango tu bi bavê xwe re devir teslim bike*



16.02.2014 12:19 | nazim tolhildan

3. meseleya ku ji aliyeke din ve bûye mijara nivîsa "çente" ya di kovara mîrkutê de;



J inek ciwan di dadgehê de giliyê mirovekî dike.

Hakim jê dipirse;

De ka bêje, gihyê te çi ye ?

Jinik

- Hakun efendî ez vî merivî gilî dikim. Lewra li ber otobosê dest avêt ji qirika min de dikira ez bifetisandama û bikuştama.



Hakim vedigere ser mirovî û jê dipirse:

- Te çima xwest ku ev jinika bifetisanda û bikuşta, haa, de ka bibêje sebebê wê çi bû?

Mêrik radibe pê û dest pê dike dibêje.

- Hakîm efendî, weleh rast, min dikira ew bifetisanda û bikuşta, lê xelkê dora me ew ji destê min xelas kir an na min ê ew bikuşta.

Hakim şaş dibe, metilmayî dimîne û dîsa dibêje:

- Ê de ka hela bibêje ji bo çi?



Mêrik dest pê dike:

- Hakim efendî, seet pêncê êvarê bû, ez ji kar derketim, û seet di pênc û nîvan de jî mêvanên min wê bihatana malê , ji ber wê yekê diviya ku ez hinekî zûtir biçyama malê. û min lez kir ez hatim ber sekinoka otobosan li sekinoke em ketin rêza bilêt kirinê , wê gavê ev jinik jî li pêşiya min bû. Dor hat wê, çû ber gîşê (ciyê bilêt firotinê ) ez jî li dû wê me, lê ez gelekî lez dikim ku ez zû bilêtê bikirim û bigihîjim malê, ji ber ku mêvanên min li hêviya min in.



Ve jinikê destê xwe avêt ji çentê xweyê mezinde, devê çentê mezin vekir, çentek piçûk jê derxist û devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, ji çentê piçûk pere derxist dîsa devê çentê piçûk girt û devê çentê mezin vekir. çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin girt û di pê re pere da bilêtfiroş, bilêtfiroş bilêtek dayê. Vê jinike dîsa destpê kir, devê çentê mezin vekir, çentê piçûk jê derxist, û devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, bilêtê xist hundurê çentê piçûk û

devê çentê piçûk girt, dîsa devê çentê mezin vekir, çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt. îcar bilêtfiroş perê mayî dayê, vê jinikê dîsa destpê kir, devê çentê mezin vekir, çentê piçûk ji hundirê çentê mezin derxist, devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, perê ji

ber mayî, ku bilêtfiroş dabûyê xist hundurê çentê piçûk û devê çentê piçûk girt û dîsa devê çentê mezin vekir çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt.



Hakîm hema radibe pê û dibêje:

- Te çima nekuşt, te çima nekuşt?

(m. lewendî)



17.03.2014 19:46 | simurg56

4. zilm e.

bêwijdaniye.

xwekujî ye.

kuro ma mirov bi jinan re diçe danûstandinê. wê him mala te xerab bike him te ji westabûnê bikuje û wê ji te qayîl jî nebe.



30.07.2014 13:15 | paşê min got what the fuck

5. xwekujî ye.

top avêtin e.

îflas e *



05.11.2015 13:33 | brusk56

6. îmana min jî ji vê tevgerê diçe lê wek li jor elegez jî gotiye ez bixwe jî hez nakim herim danûstandinê..

tê bîra min ji vir sê sal berê xaltiya min ji min re got de rabe here ji xwe re çend tişt bistîne lê mi digo bi xwudê ez neçûm, hama bêjê min temamî havîna wê salê bi tîşortekê xelas kir, êdî dît ku ez naçim eew bixwe çû ji min re sê tîşort, sê pantor û pêlavek kirîn. wer kêfa min hat wer kêfa min hat* yanê ez biçûyama min ewqas xweşik nikaribû li hev bianiya gelek bi min diketin. aniha jî carinan dibêjim xaltî pere bidim te here ji min re cilan bikire*



05.11.2015 21:47 | ferhenga şikestî


8. Ku dilê mirov û kûrka(berîka) mêr germ be tiştekî xweş e ku mirov pê serbilind û bextewar dibe. Mêr ew mêr e ku ji şabûna hevala xwe şa bibe. Serê her tiştî dilek germ...



06.11.2015 00:32 | hêja hûner

9. Hişmendiya bavkanî û rastî..

Dema ku li peyamên jor dinerim, ev herduyan dibînim. Çima hişmendiya bavkanî? Ji ber ku êdî mêr ji bo jinan qalibeke wiha afirandiye û bi vê qalibê henekê xwe bi jinan dike û herwiha nirxên jinan binpê dike. Jixwe jin jî ji mêran re dibin alîkar û gotinên wan dikin gotinên meşrû û rast. Çima yaw? Çima hûn xwe ewqasî mehf dikin, hezar carî kincan li xwe dikin û peyvên tewşomewşo dixin li ber devên mêran? Çima çima çima....!



06.11.2015 00:45 | mergehez

10. (bnr: sen gelme ulan ayı)



henek henek* ti kes ne mecbûr e yekê din re here danustandinê kerfrotinê nizamçiyê. Bi ya min ev ne problema Jina,

Problema zewiciya* ye

Kesên malekî de dijîn dikarin pev re îșbölümü bikin kî hej çi bike bila bike û mümkünse yê di rehetsiz neke û hew*



06.11.2015 00:57 | kevçiyê dil

11. Ez herî dawî bi ca xwer çûbûm kirrîna îdaniyan. Zilm bû zilm.

Niha kîjan jin behsa kirrîna cil û bergan dike karek min ji toto derdikeve *



06.11.2015 01:46 | berxweda

12. ger meriv jinbe û bi jinanre here hevalê meriv hebin ez dibêjim ewê xweş be. lê meriv mêrikê kurd be bi jina xwera an hevala xwere here ser cadê bimeşe ewê bibêjin xezeb dibare wê hew bimîne meriv bi ricimînin û wekî eyv tê dîtin ev çiye law we dinya nedîye!! binihêrin min acis nekin ha..



(bnr: danûstendin)



06.11.2015 02:03 | shorbevan

13. çalakîya ku cara ewil îro min aciz nekir.
çawa?
îro ez bûm ajoker û min wê bir heta ber derîyê her dikanî, li ber derîyê dikanan de di erebeyê de dimam li benda wê. di erebeyê de jî ketim înternetê û li tiştinan temaşe kir, nivîsî, xwend.
mirov her wiha dikare pirtûk bixwîne, ji xwe re razê an jî atomê fîlan jî parçe bike.
wext pir e, serî rihet e.



30.11.2019 20:16 | simurg56

14. (bnr: watsons)



30.11.2019 20:20 ~20:20 | biruya hayao miyazaki

15. Tişta ku me jê dev berda ye. Xanima min pirranî tiştên xwe ji înternetê dixwazê. 10-15 parçe cil dixwazê. Ji nav wan de yên keyfa wê jê re tê dihilbijêrê û yên dîn jî îade dikin. Ne ez diwestîm ne jî ew diwestê



30.11.2019 20:21 ~20:22 | nan û av

16. karekî zehmet e.
jin bi piranî zû bi zû biryarê nadin. ji bo tiştek bistînin hezar ihtimalan difikirin, kombînasyonan çêdikin di serê xwe de û ji gelek kesan dipirsin û fikr distînin û bi tevahî serê wan tevlihev dibe. ev yek jî wextê danûstandinê pir dirêj dike.



30.11.2019 20:22 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» çûna te

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî