Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi jinan re çûna danûstandinê] de;

17. çalakîya ku cara ewil îro min aciz nekir.
çawa?
îro ez bûm ajoker û min wê bir heta ber derîyê her dikanî, li ber derîyê dikanan de di erebeyê de dimam li benda wê. di erebeyê de jî ketim înternetê û li tiştinan temaşe kir, nivîsî, xwend.
mirov her wiha dikare pirtûk bixwîne, ji xwe re razê an jî atomê fîlan jî parçe bike.
wext pir e, serî rihet e.



30.11.2019 20:16 | simurg56

3. meseleya ku ji aliyeke din ve bûye mijara nivîsa "çente" ya di kovara mîrkutê de;



J inek ciwan di dadgehê de giliyê mirovekî dike.

Hakim jê dipirse;

De ka bêje, gihyê te çi ye ?

Jinik

- Hakun efendî ez vî merivî gilî dikim. Lewra li ber otobosê dest avêt ji qirika min de dikira ez bifetisandama û bikuştama.



Hakim vedigere ser mirovî û jê dipirse:

- Te çima xwest ku ev jinika bifetisanda û bikuşta, haa, de ka bibêje sebebê wê çi bû?

Mêrik radibe pê û dest pê dike dibêje.

- Hakîm efendî, weleh rast, min dikira ew bifetisanda û bikuşta, lê xelkê dora me ew ji destê min xelas kir an na min ê ew bikuşta.

Hakim şaş dibe, metilmayî dimîne û dîsa dibêje:

- Ê de ka hela bibêje ji bo çi?



Mêrik dest pê dike:

- Hakim efendî, seet pêncê êvarê bû, ez ji kar derketim, û seet di pênc û nîvan de jî mêvanên min wê bihatana malê , ji ber wê yekê diviya ku ez hinekî zûtir biçyama malê. û min lez kir ez hatim ber sekinoka otobosan li sekinoke em ketin rêza bilêt kirinê , wê gavê ev jinik jî li pêşiya min bû. Dor hat wê, çû ber gîşê (ciyê bilêt firotinê ) ez jî li dû wê me, lê ez gelekî lez dikim ku ez zû bilêtê bikirim û bigihîjim malê, ji ber ku mêvanên min li hêviya min in.



Ve jinikê destê xwe avêt ji çentê xweyê mezinde, devê çentê mezin vekir, çentek piçûk jê derxist û devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, ji çentê piçûk pere derxist dîsa devê çentê piçûk girt û devê çentê mezin vekir. çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin girt û di pê re pere da bilêtfiroş, bilêtfiroş bilêtek dayê. Vê jinike dîsa destpê kir, devê çentê mezin vekir, çentê piçûk jê derxist, û devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, bilêtê xist hundurê çentê piçûk û

devê çentê piçûk girt, dîsa devê çentê mezin vekir, çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt. îcar bilêtfiroş perê mayî dayê, vê jinikê dîsa destpê kir, devê çentê mezin vekir, çentê piçûk ji hundirê çentê mezin derxist, devê çentê mezin girt, devê çentê piçûk vekir, perê ji

ber mayî, ku bilêtfiroş dabûyê xist hundurê çentê piçûk û devê çentê piçûk girt û dîsa devê çentê mezin vekir çentê piçûk xist hundurê çentê mezin û devê çentê mezin jî girt.



Hakîm hema radibe pê û dibêje:

- Te çima nekuşt, te çima nekuşt?

(m. lewendî)



17.03.2014 19:46 | simurg56

1. malxirabiya ku demê hêdî dike, saetan giran dike. wext nabûre lê giyana mirov her saniyeya ku diçe, salek pîrtir dibe. ji ber cil û milên reng û reng yên ku tînin û nîşanî te dikin; zikê mirov tevlîhev dibe.

û heçko ev hemû ne bes im, serde jî ji mirov bendewar in ku ji bo her cilî şîroveyek bike.

xwedê sebrê bide yên weke min...



15.02.2014 16:18 | simurg56