21. Ji vê êşkenceyê xirabtir tiştekî dî tune ye. Min îsal 19 roj leşkerîya bi peretî kir lê zeman di wir de dibuhurî lê li danûstandinê ku bi xanima re diçim nabihure. Çimkî jin dema diherin danûstandinê nizanin çi bikirrin dibêjin ezê yeko yeko li hemû maxazayan bigerin lê mêr ne wisa ne. Berî ez herim danûstandinê dizanim ezê bo çi diçim loma danûstandina min bêtir di nava nîv saetan de xelas dibe. Carinan xanim dibêje em herin ji min re pantor bistînim hah wê rojê dibêjim xwezî erd biqelişe û ez têde bigindirim. Em ji bo pantorekê di ezana nîvroyê de diherin di destê nîvê şevê vedigerin. |
|
30.11.2019 20:44 |
ferhenga şikestî
|
8. îmana min jî ji vê tevgerê diçe lê wek li jor elegez jî gotiye ez bixwe jî hez nakim herim danûstandinê.. |
|
05.11.2015 21:47 |
ferhenga şikestî
|