Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 81 peyam
01.02.2024 kuştina remezan xoceyî li stenbolê - tirşik
01.02.2024 kuştina remezan xoceyî li stenbolê

Navê mijarê ya ewil ev bû:01.02.2024 kuştina ramazan xoce li stenbolê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ramazan pîşkîn, Sembola Mizgefta Mezin a Amedê, ku li gelê kurd wekî 'Remezan Xoce' tê nasîn, li navçeya Fatîhê ya Stenbolê hat kuştin. Pişkîn, 8 meh in li Stenbolê bûbû û di dema nimêj dikir rastî êrişa bi kêrê hatiye. Zanyariyên dawî diyar dikin ku Ramazan Pîşkîn li êrişê canê xwe da destpêkirin. Dibêjin dê cenazeyê wî li Amedê were veşartin. Ji bo girtina êrişkaran polîsan lêpirsînên girseyî destpê kirine. Pîşkîn, bi hinceta ku derûniya wî ne baş e, demekê li Nexweşxaneya Fethî Sekîn Xarpêta Bakurê Kurdistanê tedawî bûye. Piştî ku di medyaya civakî de nerazîbûnek hate nîşandan, Ramazan Pîşkîn bûye rojev.

çavkanî: Here lînkê



01.02.2024 16:22 | tirsik.ai

2. Xwezîya min pêlî lînkê nekirîbûya. Ma mirov ji bo nûçeyê wêneyê kesê mirî diweşîne. Hadê ehmeqê ku wêne di xuslxaneyê de kişand xeletî kir. Çi lazime hûn wê didomînin. rudaw ber bi ku ve diçe



01.02.2024 17:14 ~17:16 | çaya germ

3. Remezan xoce an fîlozof remezan zanyarek, alimek, welîyek bû di vê axirê dewrêde kesê piçek îman mabe alime qenc û welîye.. rastiyên dihanî ziman kesên ji riya heqiyê dûrbûnere giran dihat li zora wan diçû, dînîtiyê pêve danîn bi tehdîta wî kirin hedef... kesek bêkes û bê tirs bû di riya xwedêde, kesê wî jî xwedê bû wî zûtir ji vî ezabê dinyayê xelaskir.. min carek dema civîna tirşikvana a li amedê wî dît wekî hun nasdikin wisa bû, pirsa di bersivand me wêne kişand jixwe ji wehza ji xebardanê vala nedibû poz jî nedida feqirek xwedê bû tizbiya difirot pirtûkên di eciband pesnê wan dida jixwere difirot ji vî rebenê hêsîr çi xwestin hişê meriv nagre, ji hertiştîre şerefek hebe jî ji vî faîlê qetlêre tune, meriv hewqas jî dikebe, xwe dixîne meriv hewqas rezîl û zelîl dibe, min di emrê xwede qatîlên wisa rezîl tirsanek nemerd bêşeref kêm dîtiye winê bibêjin qatil û şeref û merdî lê heye di tebeqa herî binîde ev bênamûse min di jiyana xwede ji qatilan pêştir tiştek nediye lê min dît wekî yê remezan xoce, yên hirant dink û yên musa anter û yên tahir elçi (ger bi şaşî nehatibe kuştin) nemerd min nedîye
xwedê heqê wî jî nehêle mixabin em xemginin jiber qetilkirina wî lê şehid çûye hizûra xwedê xwedê rihma xwe lê û li me hazira û nehazira jî bike.. girtina qatilê wî sebr û teseliye jibû me û hezkiriyên wî..

Qatilê wî ji berêde yekî qirêje xuyaye sûcdare jiberêde kuçikê loqa bûye bi destê hinka jibû pera wî qetil kiriye

piştî filozof remezan Xwediyên îmana paqij û dirust ji bû axreta mirov meriv hişyar bikin êdî kêmin an nemane.. digotin axirê zemanêye xelaya îmanêye me di got ev çi dibêjin belê wisaye em niha li wê dewrêne êdî xwedê hîvza me bike..



02.02.2024 13:51 | shorbevan

4. ramazan xoceyek din hebû. (bnr: remezan xoceyê botî).
ew hat bîra min.
xoceyek pir hêja bû. ew jî kurd bû. wergera mem û zînê bo erebî çêkiribû.

gava daêş sifte derket, li bajarê şamê ew jî kuştin. kê kuşt? çima kuşt hê jî eşqere nebûye.

kurdên me pir bi qolayî tên kuştin. mixabin.



03.02.2024 09:13 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» 01.02.2024 kuştina remezan xoceyî li stenbolê
» kuştina hevûdin
» remezanên berê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî