Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
sîdar qala gundê xwe dike - tirşik
sîdar qala gundê xwe dike
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sparteka min a kurdî ya ewil bû.

Digot, (1) Veqetandekên ku di vê nivîsê de hene binivîsin.
(2) Tewangên ku di vê nivîsê de hene diyar bikin.
(3) Ravekên ku di vê nivîsê de hene diyar bikin.

--- SÎDAR QALA GUNDÊ XWE DIKE

Gundê me gundekî biçûk e, lewra jî zêde bala kesî nakişîne. Gund li ser deştekê ava bûye, lê belê dora wî hemû çiya û gelî ne. Gundê me pişta xwe daye rojhilatê, berê xwe daye rojavayî.

Ji ber ku li gundî kar pir e, gundî sibehê zû radibin û dest bi xebatê dikin. Li gundî karbeşî heye ango her yek karekî dike. Hin diçin zevî û mêrgan, hin jî diçin çêlekan didoşin.

Li gundî karê her kesî diyar e. Gavan û şivanên gundî pez û naxirê dibin mêrgan. Cotyar diçin cotî, bermalî dêw dikêlin, nên dipêjin, bêrîvan diçin bêriyê. Li ber pêz şivan bi dilsojî li bilûrê dixin, dema ku bêrîvan tên, hinekî li bilûrê guhdariyê dikin, dûre bi şivanan re pêz didoşin. Di heman* demê de şivan û bêrîvan ji hev re stranan dibêjin. Li gundî keç li dora kaniyê kom dibin, firax û kincan dişon.

Li gundî hilberîn, li ser ajaldarî û çandiniyê ye. Ji ber vê yekê tiştên têkildarî çandinî û ajaldariyê di jiyanê de cihekî pir mezin digirin. Gundî ji pêz; hirî, şîr û goştî bi dest dixin. Ji wan berên ajalan jî tiştên nû bi dest dixin. Wekî mînak; ji şîrî mast, to, rûn û penêr çêdibin. Gundî, hiriyê bi teşiyê dirêsin û dikin ta. Dûre ew tevnê li dar dixin, xalîçe û berikan çêdikin.

Biharan gund pir rengîn dibe. Gul û sosin tev vedibin. Dengê berxan ji çiya û zozanan tê. Berf dihele, ava berfê di çem û rûbaran de bi xumexum diherike.

Havînan roj pir dirêj in. Mirov hemû pir dixebitin. Pale tu rojê vala namînin. Dar û ber fêkî didin. Mirov dims, mewîj û beniyan çêdikin. Hinek gundî havînê diçin zozanan. Jiyana zozanan pir xweş û rengîn e.

Payîzan li gundî hewa hênik dibe. Şêniyên gundî ji bo zivistanê amadehiyê dikin. Roj hêdî hêdî kin dibin. Barana payîzê dest pê dike. Bêhn ji axê tê.

Zivistanê her roj berf û bager e, lewma pirê caran rê tên girtin. Şevên zivistanê pir dirêj dibin. Gundî, bi şev li malekê kom dibin û bi hev re dema xwe derbas dikin. Ji vê yekê re şevbuhêrk tê gotin. Di şevbuhêrkan de gundî li ser gelek mijaran dipeyivin, her wiha zana û rihspiyên gundî jî şîretan li wan dikin. Gelek caran hin dengbêj jî tên û heta ber destê sibehê distrên. Carinan jî çend dengbêj bi stranan diavêjin ber hev.

Mamosteyê hêja çetîn taş.



10.09.2023 18:32 | mirovekirind

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» sîdar özmen
» gundê hember
» xwedî
» dike vs dikê

Kategoriyên mijarê:: ziman perwerdehi ziman perwerdehi ziman perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî