Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
spartek - tirşik
spartek
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dersa ku mamoste dide xwendevanan ji bo ku li malê çêkin.



23.03.2014 23:53 | dara berrûyê

2. tişta ku min her dem di tenefûsan de bi alîkarîya keçên jêhatî ve dikir e.



24.03.2014 13:22 | nazim tolhildan

3. ji spartinê tê.. yanî tişta ku ji bo kesekî hatiye spartin.. wek nimûne;

- nazim ez ê karekî bispêrim te û heta sibê divê tu pêk bînî, divê tu di defterekî de 20 caran ser hev peyva tirşikê binivîsî, û divê tu bi xwe binivîsî yanî divê tu ji tu kesÎ alîkariyê nexwazî..

+ mamoste, ev sparteka min zêde zor dixweye, şûna nivîsandinê ez rasterê 20 caran bêjim tirşik çênabe?

- na nazim, divê tu binivîsî, heta mirov tiştekî çend carî ser hev nenivîsî, mirov bi temamî bi wê tiştê nahese..



24.03.2014 14:17 | endazer

4. ji bo matematîk gelek giringe. dema mirov tiştek hîn bibe hewceye piratîkan çêke ji bo wî jî spartek dibe alikarî.



24.03.2014 20:59 | gelawej

5. jêr bi tirki ödev dibejîn. qabusa zaroka ye




6. (bnr: homework)



18.03.2015 22:55 | azadixwaz

7. (bnr: spartecûs)



19.03.2015 03:03 | vêca çiyeeee

8. Peyva ku dikim nakim lê germ nabim.

Ji bo tiştek wisa nexweş, navek zêde karîzmatîk e.



19.03.2015 13:50 | simurg56

9. peyva ku divê qarîzmaya wê hinek were kêmkirin.eger wisa nebe ez ê qet nikaribim wê bikarbînim.

mesela wisa bûya (bnr: sipartox) min ê bi dilrehetiyê bilêv bikira*



19.03.2015 19:34 | bayesar

10. peyveke ku ez nizanim bê çawa hatiye çêkirin. esilê wê çi ye û cara pêşî kengî hatiye bikaranîn. ez qîma xwe jî lê nayênim.



15.09.2015 00:05 | dijber

11. (bnr: odev)
peyva ku dikim nakim nikarim bikar bênim.



20.06.2020 14:59 | merwano

12. peyva odevê ji "devoir" a fransî tê .
tirka jî ö pêv zêde kirye ji bo ku wateya xwe (öz) bide.

spartek jî ji spartinê tê.
mamoste jî çend tişta spartî ye te ma qey zêde ye lo .



20.06.2020 16:47 | shwinsherm

13. gelek dişibe navê kêkeke rûsî Спартак ango bi alfabeya latînî spartak.

mînak: sparteka xwe ya mamesto do (roja înê) dabû biqedîne, piştî nîvroyê ez ê te bibim kafeya rûsî, xwarina spartakê. Qetek ji te re, qetek ji min re.



10.09.2023 21:54 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» spartek

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî