Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
the witcher - tirşik

Geraltê Riviayî, bi tena serê xwe nêçîrvanekî cinawira ye ku li hemberî mirovên xerab li ber xwe dide...
(3 şîrove)
the witcher
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzêfîlmeke fantastîk e. min îro sezona duyemîn qedand.
ji zûde ez li benda vê sezonê bûm, bi qasî tê bîra min 1,5 sal derbas bû ku sezona ewil hatibû weşandin.
di nav rêzefîlmê ku vê dawiyê min temaşe kirine di rêzê de yekemîn e. heya niha beşeke ku bêjim baş çênekirine tune ye.
jixwe bi qasî dizanim ji pirtûkê îlham girtine ji ber vê yekê jî bingeha fîlm heye û li serê xebitîne.
hêvîdar im dawiya wê nebe wek game of thrones...



22.12.2021 09:44 | merwano

2. Rêzefîlmeke fantastîke ku ji romanên Andrzej Sapkowski hatiye adapte kirin. Heta niha du sezon hatiye weşandin. Bi saya Henry Cavill tê temaşe kirin ku can dide karakterê Geraltê Rivîayî. Ji bilî wê kêfa min ji castê re nehat. Kûrahiya karakteran tuneye. Gelek caran em motivasyona wan nizanin. Di navbera bûyeran de gelek valahî hene. Lê dîsa jî mirov dikare temaşe bike.



10.01.2022 11:56 ~12:30 | dewbir

3. nîv sal berê bi du bêşan temaşekirim. kêfa min jê nehat, jixwe bi hêvîya game of throneseke din min temaşekir û wekî wî derneket. helbet tiştên rind û hişê min de mayî hene, mîna ew: lehenga me, bi lîstikvanê henry cavill, bi mirovan re di têkîlîyekî ne-baş bû û ji wan hez nedikir, xeber nedida. samîmîyeta wî bi mirovan tûne bû lê dema bi cinawarên dijmin re xeber dida samîmî dibû, dijûnan dikir, diqêrîya filan... ew kêfa min dianî.

herwiha:
(bnr: the wheel of time)



15.06.2022 00:56 ~00:56 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» the tirşikê de serderê nivîsandina peyama pêşîn a rojê

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî