1. Posthumanîzm an post-humanîzm (tê wateya "piştî humanîzmê" an "ji humanîzmê wêdetir") li gorî fîlozof francesca ferrando,ji xeynî têgehên jor xwediyê bi kêmî heft pênaseyan e: |
|
11.09.2021 19:59 |
yûsiv
|
2. posthumanîzm, dibistaneke ramanê ya postmodern e ku bi awayekî tundî antroposenîzma humanîzmê rexne dike. yanî bi kurtasî dibêje dinya tenê ya mirovan nîn e. posthumanîzm yek ji encama krîtîkên postmodern ên li ser antroposenîzm, kolonyalîzm, nijadperestî û zayendperestiyê ye. pirraniya bîrewerên posthumanîzmê, li dij humanîzma klasîk in û 'human'ê (mirov) wê têgehê wek mêr, spî, ewropayî, hetero û bêasteng (able-body) pênase dikin. lewma posthumanîzm hemû sterotaypên cûrepestî, nijadperestî, zayendperestî û laşperesti (ableism) red dike û hewl dide ku her cûre karakter û kategoriyên mirovahiyê û ya xwezayê biparêze û berz bike. û herwiha helwesta modernîzmê ya yekbûnê red dike û nirxên wekhevîyê diparêze. |
|
11.09.2021 20:55 |
xelîl
|
3. sernivîseke balkêş e. |
|
11.09.2021 23:27 ~23:30 |
mirovekirind
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |
|
se7en [2] |
|
hîperemezîs gravîdarûm [1] |
|
wele govend ranabe [1] |
|
sendroma swyerî [1] |