Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
fedî û axaftina kurdî - tirşik
fedî û axaftina kurdî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi rastî du peyv ango du fikr û hizrên ji hev dûr û cûda xwiya dikin. Lê heke hûn bêjin ev ji kur derket, hemû di şuştina firaxan de hate hişê min* Taliyê bêyî ku dengê min here gohê min peyvek çerx û dûbare bû li ser zimanê min "fedî dê dinyayê xilas bike!".

Li der û dora min mînakên bêhejmar hene ku ji ber ku fedî dikin bi tirkî baxivin vedigerin zimanê dayika xwe. Ne ji ber fikra ziman û welatparêziyê ye ev hilbijartin ango mecbûriyeta wan. Bi temamî ji ber fediya ye. Hema mînakek ji metika xwe bidim. Salên dirêj e li stenbolê dijîn. Zarokê wan hemû di navbera xwe de bi tirkî daxivin û mîna ku min gotibû fikra netewperewî û zimanheziyê bi wan re zêde nîne. Ji ber ku fedî dikin bi dêya xwe û bavê xwe re bi tirkî baxivin, bi wan re gelemperî kurdî daxivin.

Pir neçim dûr, jii xwe mînakekê bidim. Di biçûktiya xwe de, yanê dema min nû dest bi dibistanê kir, yanê dema zimanek nû û mecbûrî hîn dibûm; min dixwest bi herkesî re bi vê zimanê baxivim. Ji ber ku ji me re qîmettir dihat. Merivên hêja (mamosteyên me) bi vê zimanê daxivîn û me bi devên vekirî li wan dinihêrî. Helbet me xweziya xwe bi wan dianî. Neyse em gava dihat mal mecbûr bûn ku bi dêya xwe û bavê xwe re bi vê zimanê xwe yê bêqîmet baxivin. Ne ku bavê me bi vê zimanê (tirkî) qîmeta wê bi qasê zêran buha bû nezanîbû! Lê me "fedî" dikir bi wan re tirkî baxivin. Bi hevalê xwe re jî ji ber heman sedemê bi kurdiya malxerab daxivîn. Û vê fediyê nehişt em zimanê xwe ji bîr bikin. Niha her kêliyê çiqas ber bê tunebûnê ve biçe jî di nav girseya bi kurdî daxive de xatirê "fedî" ya bi nirx u qîmet heye.

Ez dinyayê nizanim lê pêkane ku zimanê me bi "fedî" yê ji tunebûnê bizîvire ber bê xelasî û felatê *



13.06.2021 01:29 ~01:35 | rizgarm

2. Mixabin ez li derdora xwe berevajî vê bîrdoza jor mînakan dibînim. Xalên min bi me re bi Tirkî diaxivin bi dayika min re bi Kurmancî. Ji ber ku em xwende ne, em zana ne zimanê tirkî wek zimanê zanayan, ê Kurdî jî wek zimanê nezanan tê dîtin li gorî min. Xwezî ew fedî di nav me de jî hebûya.



13.06.2021 17:53 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» fedî dikim bi qasî du kesî
» axaftina kurdekî ya bi saziyên tirkî re
» kurdîkirina twitterê

Kategoriyên mijarê:: ziman tirsik jiyan yendin ziman tirsik jiyan yendin ziman tirsik jiyan yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî