Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 82 peyam
tevlihevkirina nivîsîn û nivîsandinê - tirşik
tevlihevkirina nivîsîn û nivîsandinê

Navê mijarê ya ewil ev bû:tevlihevkirina nivîsîn û nivîsandin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîsîn bi tirkî yazmak
nivîsandin bi tirkî yazdırmak

ji ber ku li piraniya bakur ev bêje hatiye jibîrkirin gelek kes wan tevlihev dikin. herêmên din nizanim lê li mêrdîn mezinên me hîn bikartînin. mezinên me dema tiştek dinivîsin dibêjin "min nivîsî" lê piraniya kesên ku piştre fêrî vê peyvê bûne dibêjin "min nivîsand" û ev ne rast e.

Du keman li bircê mîzan bi xedeb li min kişandin
Ne du nûn qelem muqabil bi bedî'ê xet nivîsîn
Du hilalê destê qudret bi qeranê yek kişandin— (Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)



01.08.2020 21:07 ~2020.08.02 13:59 | keyomerd

2. Ez tu ferqê di navbera wan de nabînim.
heçkî her yek ji wan ya herêmekê ye û xwediyê heman wateyê ne.
Ji bo hevokên pasîf jî tu cidahî der nakeve.
Min navê xwe da nivîsandin.
Min navê xwe da nivîsîn.

"Hingî min zimanê xwe bi herfên erebî dinivîsandin. Lê sibetir herçî ko min berî rûjkê nivîsandi bû, min nikarî bû ez bixwînim û weke xwe bilêv bikim. "
Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar 9 Rupel 8



01.08.2020 23:40 ~23:45 | berbest

3. nivîsand cuda ye nivîsandin cuda ye .

ti ferqa nivîsî û nivîsand tinne .
li cem me gava pirsê nivîsî ye ..
lê gava qal kirinê nivîsand e..

te nivîsî lo ¿

wî nivîsand zaten..



02.08.2020 13:38 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» tevlihevkirina x û h di peyvên esilerebî de
» nivîsîna heman peyamê bi çend zaravayan

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî