Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 88 peyam
ding dingo banî sero - tirşik
ding dingo banî sero
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke gelêrî ya ji herêma sêwregê ye, bi zazakî ye. par, li zarok tv'yê lê rast hatim û kêfa min gellekî ji mûzîka wê û ji klîba jê re hatiye çêkirin re hat. klîbeke sade û xweşik e û gellekî jî kurdewar e. heman stran di albûmeke mîkaîl aslan de jî heye û ev versiyona wê jî gellekî xweş e. pirr caran di rê de guhê xwe didimê û pê bextewar dibim.

ji zarok tv'yê, bi dengê ayfer duztaşê


mîkaîl aslan



10.05.2020 02:43 | xeyda

2. Strana ku min jî ji devê Mîkaîl Aslanî guhdarî kiribû. Bi rastî her çiqas fahm nekim jî min jî gelekî ecibandibû. Rîtma wê pir xweş tê li guhê mirov.



10.05.2020 03:50 | xabûrî

3. Min jî cara yekem ji mikaîl gohdar kiri bû. Hevalamina zazaya sêwregê hebû min li ba wê vekiribû got diya mim hîn jî ji me û neviyê xwe re vê stranê dibêje û heta li ser qerf û henek jî em dikin. "Verg bêro ... buro" cihê ku xal heye navê ku hûn henekê xwe pê bikin têxinê *



10.05.2020 09:43 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» dingil
» banîje
» serobero

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî