Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 61 peyam
qisma herî zor ya hîn bûna zimanê kurmancî - tirşik
qisma herî zor ya hîn bûna zimanê kurmancî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo min çêkirina îzafet û masculine/feminine bûna peyvan e. hê jî nizanim çava çêbikim.

jinek-e bedew ya jinek-a bedew ?
mêrek-î bilind ya mêrek bilind ya mêrek-ê bilind ?
mal-a me ya mal-a me. (^dapîra min digot malê me) ?



10.02.2020 10:48 ~10:48 | cinorek

2. ji bo ku meriv karibe bêje ez filan zimanî baş dizanim divê bi ser 5 pîvanan ve be
1- fêmkirin
2-axaftin
3-xwendin
4-nivîsandin
5- fikirîn
ji bo zimanê kurdî -cihekî taybet î kurdî heye, çimkî bi salan qedexe bûye, ji ber vê yekê di warê hînbûnê de gelek zehmetiyên dîtir rû dane- meriv dikare bêje ya herî zehmet fikirîn e.
zimanê entelektuel ê xelkê bi zimanê biyanî ye. ji bo bakur em bêjin tirkî ye. tu dest bi dibistanê dikî û heya zankoyê xelas dikî her tiştî bi zimanê tirkî fêr dibî lê bi zimanê kurdî bi tenê di nava heval an malbata xwe de bi kar tînî, ew jî tiştên rojane ne.
îro roj hama bêje hemî kurd ji peyvên kurdî fêm dikin lê nizanin bixwînin û binivîsin. çimkî di dibistanê de fêr nebûne. em bêjin ku dixwazin fêr bin; cara ewil fêrî xwendinê dibin, ew rehet e, çimkî zimanê ku fêr dibin ne zimanekî bîyanî ye, ji binhişê xwe dermale dibin loma meriv pirr zû fêrî xwendinê dibe, piştî demekê meriv ne bi qasî xwendinê rehettir be jî bi rehetî dikare fêrî nivîsandinê jî bibe. dûre axaftin tê ku fêrbûna axaftinê gelek zehmet e çimkî ji bo ku meriv karibe xweş, fesîh û herikbar biaxife divê karibe bi vî zimanî bifikire jî. yanî em dikarin bêjin axaftin pêbendî fikirînê ye. ji bo ku meriv karibe sedî sed bi kurdî bifikire divê bi salan ked û cehdek biserifîne.
piştî fikirînê axaftin hêsantir dibe lê axaftina bi rêkûpêk ne bi tenê girêdayî fikirînê ye jê şûnde divê meriv dîksîyona kurdî zanibe, çimkî fonetîka zimanê kurdî ji zimanê tirkî pirr cuda ye, mesela hin tirk hene dema fêrî kurdî dibin bi axaftina wan kena merivî tê çimki nikarin ji qirika xwe biaxifin.

wek dawî ez karim bêjim merhaleya zehmettir fikirîn e lê ew jî rêyek e ku axaftinê xweşik dike



10.02.2020 11:26 ~11:29 | ferhenga şikestî

3. Tewang e.



10.02.2020 22:46 | xabûrî

4. Li gor min, lêkerên gerguhêz/negerguhêz ji tewangê û zayendê peyvan dijwartir e. Dema ez dest bi hevokê dikim, her tim dibêjim "ez" lê dûre ferq dikim ku hevoka min dema borî ye û divê bifikirim gelo Lêker gerguhêz e an negerguhêz e :/



11.02.2020 00:07 | serfiraz hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
belki ev jî bala te bikişînin
» qisma herî zor ya hîn bûna zimanê kurmancî
» herîr
» zor jwana
» hînbûna mirinê
» bûna nivîskar
» zimanên samî
» kurmancî

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî