1. di kirê de me. Avahî li avahî ferq dike. Dibe ku bînaya min a berê de qeçaxa cêran hebû fature vê çaxê zêde dihatin* xanîyên nû de niha tenê termosîfon vekiriye, car caran cilşok û ûtî jî bikartînim. |
|
28.11.2019 21:55 |
kajav
|
2. Bi qurhena şêx hesen mala me ya gund binî 50 milyonî nayê. Hege roj hebe hustîyê Dedaş ê bi ber ve were bila bizanibin ku ev hemû ji ber nifirên dayîkamin e * |
|
28.11.2019 22:20 |
rizgarm
|
3. Bûye salek e ji 50 lîra zêdetir nehatiye. |
|
28.11.2019 22:54 |
bayesar
|
4. di van mehên dawî de hinek zêde bÛye lê zêdebûnek gelek bala mirov bikşîne tune ye a min de. |
|
28.11.2019 23:59 |
brusk56
|
5. dema ku zewicîbûm (2016) ger ji 50 lîrayê zêdetir bihata min digot yuh! lê aniha ji 100 kêmtir were ez dibêjim oxx vê carê kêm hatiye. em di malê de sê kes in (yek bebik e) di heftiyekê de du sê car makîneya cilşûştinê û makîneya firaqşo tên şixulandin. yek jî sarinca me heye û bi şev jî hew lampeyek vekirî ye ew jî bêtir pênç çar saetan... |
|
29.11.2019 23:45 |
ferhenga şikestî
|
6. bi giştî di navbera 100-150 tl de ye. lê belê vê mahê 165 hat. ji ber ku me hebkî sobeya elektrîkê bi kar anî. min fêhm kir ku bi elektrîkê ne pêkan e ku mirov xwe germ bike. ku mirovek odeyek tenê jî germ bike wê herî kêm mehane 400 tl fature were. |
|
29.11.2019 23:51 |
simurg56
|
7. Meha buhurî 103 lîre hatibû. Ya vê mehê 163 lîre hat. Vê mehê ji ber ku hewa cemidî û kalorîferên me yên navendî tenê şev dihatin pêxistin em mecbûr man ji ber bebeka xwe sibehê klîmayê pêxin. Ew jî tenê nîv seet da ku salon germ bibê heta tav bidê salonê. |
|
30.11.2019 00:04 |
nan û av
|
8. Tenê dijim niha û mehane herî zêde 50 lîre têtin. Lê ev jî ji bo mirovekî tenê re zêde ye. Tu karê min bi cêyranê re tune ye ew e tenê sarinc dixebite û hefteyê anjî du hefteyê carek makîneya cilşûştinê tê emilandin û tiştên mahîn ên bi enerjiyekê kêm dixebitin. |
|
30.11.2019 01:18 |
xelîl
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |