Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 7 peyam
    mitirb - tirşik
    mitirb
    (2) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    2. pîrê mITIRBAN : miradê kinê



    23.08.2013 18:27 | seydayê_peyvan

    3. hinek devera jî çîngenê re dibêjin



    23.08.2013 18:29 | newenda

    4. hinek jî mirtiv dibêjin.



    23.08.2013 21:05 | hun çawane heval:)))))))

    6. Hinek jî "a$iq" dibên.



    04.03.2014 16:51 | hemdilaarda

    8. ji mitirbên li nisêbînê dijîn re, dom dibêjin,yanî ez welê dizanim..

    vê taliyê derhênerekî kurd ê bi navê halil aygün li ser jiyanaa doman belge-fîlmek çêkiribû û ez ne xelet bim ji gelek festîvalan xelat jî wergirtibû..

    xelkeke bi serê xwe ye û bi navê domanî zimanekê wan heye..

    berî du sê salan ez û çend hevalên xwe em çûbûn ava spî, ya li nisêbînê seyranê, axirê li ser rêya vegerê di rê de kemençejenkî destê xwe li me hejand em lê sekinîn û li erebeyê siwar bû, di sohbeta me ya hingî de min zanî ku xelkeke bi serê xwe ne û zimaneke wan ê cuda û bi serê xwe heye û ji aliyê kurdan ve tûşî gelek tade û eziyet û êdinkirinê hatine..

    yanî fêm kir ku tu herî kû der û devera dinyayê her pîramîdek heye û tê de her bindestek heye..



    04.03.2014 17:57 | endazer

    9. li cem me, ji ew kesên ku çîrok û pêkenokên wan xelas nabin û hember gotinan tu caran bêbersiv namînin, tê gotin



    04.03.2014 19:47 | simurg56

    10. kesên ku bi navê qereçî jî tên nav lê kirin.



    04.03.2014 22:51 | biruya hayao miyazaki

    11. qereçiyan re li derdorê albistanê, melêtî, xarpûtê bejingcî, bejincî dibêjin, bejing + cî, di nav gel de bi tirkî elekçî ye..gewende jî dibêjin,kevnêşopiya kilam gotin berê divê hebe lê anha nizanim,



    04.03.2014 23:21 | havka

    13. hinêk fikirîm pir bi zorê têt bîra min dawatêk gewendeyan lîstî hat bîra min.. kilam jî digotin.. dolwan û zirnewan bi piranî qereçîne rastê...li gorî gundê ku mezin buyim fikirîm ku berê de tune.. gotinên we rastin,,fîlma beynelmiyel li ser ve bû..



    04.03.2014 23:47 | havka

    14. li gundê me yekî mitirb hebû di go; ez ê herim kerboranê kemançe ya miradko ji xwe re bênim. vêca kemançe ji xwe re anî an neanî ez nizanim.



    06.03.2014 15:35 | mamostanısebin

    16. mirtib jî tê gotin



    13.11.2014 12:24 | mîr

    17. mitirb,kereçî,dom, roman û hwd. li dinyayê bi gelek navan hatine nasîn. Ez baş nizanim lê carekê mamosteyê me digot; ji bajarekî hîndîstanê koçberî dinyayê bû ne û navê bajar jî karachî ye. Aniha dinav sînorê dewleta pakîstanê de ye.



    25.04.2020 18:57 | merwano

    18. Mirtiv, mirtib, qereçî, cengene



    26.04.2020 01:50 | afa

    19. gotina qereçî ji bajarek hindûstanê tê lê her dom ne mitirb e .
    û her mitirb ne dom e .
    (bnr: aşiq)



    26.04.2020 03:56 | shwinsherm

    20. mitirbên mêrdînê wek dom tên nasîn ev peyv bi sanskrîtî ḍomba डोम्ब "ku li hindistanê navê sazbendên kasta herî jêrîn" hatiye girtin.



    24.06.2022 15:15 | ezcan

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    pîzza [2]
    Xwarina ku me jî do çêkirîye lê a me şixûlê feqîra bû yanî tu (vbnr: m...
    enqere [1]
    îro ba û baranek ew çend guj lê hat min got qey wê hemû bajêr li ber x...
    fatih (navçe) [1]
    Yek ji navçeyên stenbolê ye. Stenbola esil ev der e. Navên wî yê din; ...
    di bavê berê de minafiq in [1]
    li herêma me(serhed-erzerom) ev wekî gotineke /pirseke pêşîyane . dema...
    mirî [2]
    wekî biwêj ew mirov e ku ji tiştekî pir hez dike. maneya heyraniyekê m...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mitirb

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî