1. anîmasyona 2016an derketî. ta niha nêzî 160 hezar kesî ji imdbê rey daye û gelemperî 8.2 standiye. ji bo anîmasyonekê gelekî baş e. film bi senaryoya xwe ne zêde orjînal e lê aliyê dîtbarîde pir baş e. me bi malbatî temaşe kir, kêfa me jê re hat. min 80 puan dayê. |
|
17.07.2016 23:15 |
azadixwaz
|
2. di tehma fablên la fontaine de ye anîmasyon, bi navê zoopolîs bajarek heye, li wir, li ser kaxezê hemû heywanên kedî, kûvî, hov bi hev re di nav xweşî û aramiyê de dijîn. lê ya rastî ligel hemû qanûnên erênî û wekhevparêz, pirsgirêk hene, kêvroşkek dixwaze bi wê qama xwe ya biçûk bibe polîs û li vê ûtopyayê kar bike, ligel hemû astengî û zehmetiyan ji akademiyê bi dereceya yekê mezûn dibe, lê bela û pirsgirêk jê xilas nabin, ew jî ji hêvî û daxwazên xwe nayê xwar. |
|
21.07.2016 00:46 |
endazer
|
3. çend mehan berê li metroya seûlê posterên wê filmê hebûn. pir kêfa min pê dihat. |
|
18.09.2016 11:37 |
cinorek
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |
|
rapa kurdî [3] |
|
cinorek [1] |