Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 64 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; wergera kurdî ya androîdê
peyamên çepikkirî

85389. Ji bo vê hêvîyek heye êdî. wek tê zanîn google li tranlate'ê kurdî zêde kir.



google bi giştî ji bo zimanên ku zêde nayên bikaranîn û bi awayekî dezgehî departmanekî venake. ji bo ku servîsên xwe yên cuda (wek lêgerîn, map, gmail û hwd.) wergerîne wî zimanê bingeha google translate'ê esas digre.



yanî ger bingeha google translatê ya bi kurdî çiqas zû bê wergerandin îxtîmale ku google jî dest bi adaptasyonê bike.



ji niha ve destpêkir jî... mesela min di hesaba xwe ya googlê de zimanê xwe wek Kurdî hilbijart û niha di telefona min de wexta ez ji chromê lêgerînê dikim hin peyvên menuyê bi kurdî derdikevin.



welhasilkelam google translate ne tenê ji bo wergerêyê wê him google him jî şîrketên din ên navneteweyî ku girîngî nadin kurdî, ji bo ku kadroyek ji bo kurdî avanekin wê bingeha google translate'ê bikarbînin.



niha bi sedhezaran peyv û hevok hene ku divê bêne wergerandin. ji bo temam kirinê herî kêm 2-3 sal divê.



hevalno ger hûn jî alîkarî bikin dibe ku zûtir jî pêşbikeve.



gelek kesên kurdî nezan û nîyetxirab tevlî wergerê dikin û encamek xirab derdikeve holê. ji kerema xwe re hevalên ku kurdîya wan pir baş e bila tevlî wergerê bibin. ev delfetek baş e û divê em ji dest nedin. dibe ku google dev ji biryara xwe berde jî...



tevlî bibin ez bi qurban...

https://translate.google.com.tr/community



05.06.2013 01:52 | simurg56

104014. Min jî zehf wergerîna Google translate'ê kiriye. Lê Google kêfa xwe xira nakê û guhê xwe nade xîretkêşan. Xweşik alîkarî nade. Lê dîse xwidê jê razî deriyê wergerînê vekiriye.

Va camêrna pirsiye û Google'ê jî bi kûrtasî gotiye ; hûn çiqasî wergerînê bikin, emê wilqasî zû dest bi xizmetên kurdî bikin.

How does Google use the answers that I provide?

Google validates your answers by showing them anonymously to other users to evaluate. For this reason, we ask you not to include personal information in any answers. Validated answers are used to train computer algorithms that run services such as Google Translate, Google Maps, Android Keyboard, and others. 

Rast e. Google wergerîna xizmetên xwe bi rêya Google translate'ê temam dine.

L'gorî bersiva Google translate'ê pîştî "kontrola" wergerê, wê xizmetên Google dest bi kurdî bikin. Ev dido salin wergerîna Kurmancî dewam dike. Lê mixabin "kontrola" wergerînan hê dest pê nekiriye. Û nizanim kengî wê dest pê bikê. Dest pê bikê jî, nizam wê çend salan dewam bike.

Tişta min fêhm kirî, saleke dî jî wergerîn û do sal jî kontrol kirin û peyre jî destpêka Google'a Kurmancî wê dest pê bikê. Yanî hê 4 salên rihet mane.

Me çi gotibû ?

kerê nemire heta qîfar çêbin *



27.10.2013 15:55 | simurg56