Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 20 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; aram tigran
    peyamên çepikkirî

    2. Mirovê kû bapîrê mîn herî hezdikir ew bû,

    Hunermendê mezin.

    Ronahî her dem li ser gora wî be.



    2013.08.08-13:12 | asîwa

    4. Wexta ez zarok bûm, bavê min pir araq vedixwar û carcarna derenk dima.. Diya min jî xanim kî pir muselman bû kû her wext bela araqê şer dikirin û nodî sed li derî bave min re venedikir...Rebeno bavê min jî li ber derî heya ke diya min derî veke wê strana digot, Strana aram tigran "sebra dila" ..

    Sebra dila, dêm ji gûla

    derî veke xanima min

    nekeve pey derd û kula

    derî veke canima min



    2013.08.08-21:20 | delal

    14. Dema ku behsa Aram Tigran dibe keké İyas tê bîra min! İlyas Ayaz. Ji farqînê bû brayê İlyas û li Kobane şehîd ket. Wasîyeta wî ew bû ku wî bi strana Aram Tigran a bi navê ''Lo Lo Pısmamo'' bibeşêrin... Li Farqînê xwestoka wî hat cî.

    http://db.siyasihaber.org/silvanli-ypg-savascisi-ilyas-ayaz-aram-tigranin-ezgileriyle-ugurlandi



    2016.01.05-23:53 | filîtê qutto

    17. Humermekî her roj qedr û qîmeta wî zêdetir dibe. Xizmeta ku hunera Kurdî re kiriye gelek zêdeye. Di dilê me de cihê wî her dem wê hebe.



    2020.08.10-22:08 | kajav

    18. Hunermendekî bêhempa.Bi qasî ku ez dizanim bi eslê xwe ermen e lê stranên xwe Kurdî digotin.Him sazbend him jî stranbêj bû.Gelek helbestên kurdï kir stran û got.Cihê wî nayê dagirkirin.Xwedê rihma xwe lê bike.



    2020.08.10-23:08 | jehr