Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; mîş kirin û -mîş bûn
peyamên çepikkirî

67781. niha zimanê tirkî ji sala 1920-23 vêda çêbûye û hinek ji kurdî hinek ji osmankî farsî erebî o tiştê maye jî ji îngîlîzî dizîne em hetanî dikaribin kurdî neherimînin ezê wisa bêjim lê ez wisa nakimtiştê min got bike tiştê kû min kir tu neke lê ne di destê merivdaye carna jidevê meriv dertê lê pêwiste kû meriv pêşî lê bigre bila zarokê meriv wisa ne elimin. kû zarokê min çêbûn xulamê wevin ezê ewil îngîlîzî û kurdîya şikestî fêrî wan bikim.



27.10.2013 00:18 | endazer

67783. di nava gel de bikaranîna vê forma xirakirî û dezenformabûyî gelek berbilavtir e..

sedema vê yekê ew e ku ziman bixwe li ser lêkeran ava dibe ango nav û cureyên dî yên zimên dikarin ji zimanên dî bên wergirtin di wê yekê de tu arîşe nîn e lê dema ku tu ji derve lêkerê bigirî û li gorî forma zimanê xwe çênekî, ziman xira dibe..

mesela degîşkirin heye, kurdiya wê guhertin e û erebiya wê jî bedilandin e

degişkirin bi awayekî xirakirî ketiye vî zimanî, lê bedilandin xera nebûye li gorî rê û rêzikên zimanê kurdî hatiye dariştin lewma di xebitandina vê lêkerê de tu problem nîn e..

çima bedilandin xera nebuye lê değiştirmek xira bûye?

lêkera bedilandinê xwudê zane çend sed sal berê ketibû kurdî, lê değiştirmek piştî avabûna vê komaraya bênamûs ket nava vî zimanî, û ji bela ku zimanê kurdî qedexe bû û ji jiyana kurdan derket, lêkera ha bi hemdê xwe na, bêhemdê xwe ji ber nezanînê kete van kurdî..

bingeha hevokê lêker in lewma kesên ku hay ji lêkerên kurdî nîn in, nikarin xweş bipeyivin û vê formê gelek bi kar tînin



08.06.2013 14:50 | simurg56