Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 19 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hiqûqa rêveberiyê
peyamên çepikkirî

62493. an jî hiqûqa îdareyê, an jî hiqûqa kargêriyê.

peyva kar+gêrî+yê ji kar û qertafa gêr an ger a ku di peyvên wek dad+ger, doz+ger de hatî bikaranîn e. lê em ê peyva rêveberiyê ji peyvên baştir xuya dike (îdare erebî ye, kargêrî jî peyveke tevlîhev e), ji ber wê ez ê peyva rêveberiyê bikar bînim.



Hiqûqa Rêveberiyê tevaya rêzikên hiqûqa gelemper ên di avakirin û xebitîna rêveberiyê de tên sepandin in. Ango ev hiqûq sazkirin û awayê xebata rêvebirina dewletê diyar dike.

Mirov dikare bi vî awayî jî vebêje; di piraniya dewletên cîhanê de sê dezgehên bingehîn ên dewletê hene;

dezgeha darizandinê,

dezgeha qanûndanînê,

dezgeha rêvebirinê;

rêveberî jî ango îdare jî dikeve nav dezgeha rêvebirinê. Ha nexwe em bêjin di dezgeha rêvebirinê de

cudahiya rêveberiyê çi ye? Rêveberî hemû kirin û xebatên dewletê yên derveyî kar û barên dezgeha darizandinê û dezgeha qanûndanînê ye û di nav dezgeha rêvebirinê de jî derveyî kar û barên hikumetê (siyasî) ye.



(bnr: têgehên hiqûqê)

(bnr: hiqûq)



07.06.2013 18:27 | brusk56

63652. hiqûqa rêveberiyê, hûn dikarin ji vir hîn bêhtir hîn bibin:

Here lînkê

lînka alternatîv:

https://tirsik.net/g.php?l=77



07.06.2013 18:27 | brusk56