1. hiqûq, xwedêgiravî wekî ji norm û qaîdeyên xwediyê mueyyideyan ku ji hêla civak û kesan, ku pê civak û kes bên keyskirin û sererastkirin Û birêvebirin tên çêkirin, tê pê. hiqûqa ku me go bi vî reng û şekl Û şêweyi dikare bê danasîn. tiştê ku dil jî çav jî mêjî jî dixwaze ev e, ev rasti ye. lê gava ku gotin di binê gotinÊ de dimîne hiqûq dibe berjewendparêza pergal û sÎStema serdestan. |
|
09.10.2013 23:05 |
ceso
|
2. ji peyva heqq ya erebî hasil bûye.. carinan ji bo muemele û têkiliyên di navbera mirovan de jî tê bikaranîn.. di kurdÎ û kurmanciya îroyîn de ji bo vê peyvê li deverinan peyva dad û dadmendîyê tê bikaranîn.. lê bikaranînek şaş û xelet e ev ji ber ku dad edalet e lê hiqûq qanûn e û her qanûn ne mecbûr e li ser heqî û heqaniyet û edaletê be.. yanî hiqûq di kurdî de jî hiqûq e û kesên ji hiqûqê mezûn bûyîne jî hiqûqnas an hiqûqzan in.. |
|
11.10.2013 20:12 |
endazer
|
3. Hiqûq, ew zanista normatîf e ku tevgerên kesayet, civak û dewletê, têkiliyên di navbera wan de; ji aliyê dezgehên desthilatdar ve li gor rê û rêzana wê tê derxistin, bi hêza giştî tê piştgirîkirin, bi awayekî giştî ji muxatabê xwe re dibêje tu yê vê bikî an jî vê nekî, ji bo vê jî hemû dibêtiyan bi normên di meriyetê de bi rêk û pêk dike. |
|
30.08.2014 09:54 |
xendekî
|
4. (bnr: hiqûqa navnetewî) |
|
07.12.2014 04:59 |
xendekî
|
5. bilêvkirina hiqûqê ne xweş e..wekî hikûk bê nivîsin û gotin hin xweş û kibar dibe.. |
|
01.07.2016 00:32 |
havka
|
6. Zanistekî normatîf e ku li dîrokê da herî kêm 2 mirov hebûne ew hebûye û heta dinya xweş ava be ku herî kêm 2 kes hebin yê hebe. Gelek kes difikirin ku Li pêşerojê de ne hewceye ku ew 2 kes Herdû jî mirov bin; dibe ku êdî hiqûqa navbera mirov û robot/ai yan jî çê bibe. Lê nizanim ev dîstopyaya ê were holê û nêzîk e Yan ev rewş jî wek gelek texmînên alî teknolojiyê sawî derkewe. |
|
27.11.2023 04:16 |
pêşewa
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |