Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 22 peyam
xanî kirê kirin - tirşik
xanî kirê kirin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li dinyayê de demên berê miletan yan koçer bû yan jî bicîhbuyî bû. Yên koçer li erdekî sabit de ne dijiya aboriya wan xweyî kirina heywanan bû, yên bicîhbuyî jî piranî li gundan de dijiya, ev kesên ku gunda de bûn xweyî xaniyê xwe bûn. Heke ev erdê lê rudinin erdê axayekî hwd. bûya ev çax jî disa kirê nedidan.



Xanî kirê kirin, piştê ji gundê çûyina bajaran dest pê kir. Pêwendî wê ji pergala kapîtalîzmê tê. Piştê şoreşa pîşesaziyê li şuna gundan li bajaran de istihsal dest pê kir. Loma milet bona aboriyê xwe erd û xaniyê xwe hîşt û çû li bajaran. Li wir de wek kirêdar bû niha merivek bona standina xaniyekî heta dawiya emrê xwe dixebite û çerxa pergala kapîtalîst dizivirîne.



09.02.2015 14:17 | mîr

2. Hatiye serê min jî, em çar heval in, me li vilayet Amedê daîreyek kirê kiriye, meha wê 500 tevî Heqê xalo 570 mîlyon bû, sala wê qediya, camêr 50 mîlyonê din avêt ser. Her sal zêde dibe xweyîqûnê,.



09.02.2015 15:40 | xendekî

3. Zore, dema meriv xwendevan be zortir e.



09.02.2015 19:19 | seydayê_peyvan

4. astenga herî mezin e li ber kirîna xaniyan. lê ji ber neçariyê ye. ez bixwe jî vaye 9 sal in kirê didim. li gorî hesaba min, min heta niha nêzikî 60.000 tl kirê daye. mirov dikariya bi du qatê vê pereyê ji xwe re xaniyek bikire.



10.02.2015 14:53 | simurg56

5. sê salêminên lê ruhayê di kirêde derbas bu.7.ê mehan de em diketin tayê :-D



11.02.2015 09:54 | sedrik

6. karekî zehmet e. her xaniyek xwediyê avantaj û dezavantajên cûda ne. heta mirov tê de rûnenê nikare fêm bike bê ka xaniyek baş girtiye an na. ji ber ku başiya cîranan jî tê de gelek parametreyên din dû re derdikevin holê ..



12.02.2015 15:20 | brusk56

7. mijara ku nîşan dide wê brusk56 xaniyê xwe biguherîne.



12.02.2015 19:00 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» xanî
» kirêkar

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî