Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 13 peyam
nifirên dayikan - tirşik
nifirên dayikan
(2) (0) (23)
di mijarê de bigere

1. di kelepûra gelê kurd de nifir,bî gelemperî ji alî dayikên destramûsan ve pirr tê bikaranînê.û di jiyana me de cihekî taybet û girîng digire.mixabin di van serdemên dawîn de bi saya navgînên ragihandinê û bi saya zordestîya kemalîzmê pirr kêm tê nifirandinê/bikaranînê.



nifirên ku min ji dayika xwe bihîztîye:



- topa seddam li te kitîyo

-birayam ji xwedê tu negihîjî mexz û mirazê xwe

-xwedê li tevzika te bixe

-emirkino

-xwedê bikim tu di axa reş de biçî...hwd *



gelo li cem we çi nifir li kar in ?



2015.01.28-22:02 | pîlerka pîr

3. (bnr: nifirên kurdî)



2015.01.28-22:14 | xendekî

4. Ji ca min wetire nifirên bi heq jî bi nîvî ne, Lewma nifira nake. Nifirê ku ca min dike her çiqasî de forma nifiran de bin jî ji bo min meth û dia ne.

Wek mînak:

Weyla xwedê ji raziyooo.

Weyla lawo destê te ji dinyayê neçin!



2015.01.31-02:57 | seydayê_peyvan

5. tu ne stirê keça min



2015.01.31-14:43 | diclefirat

6. tu kor û kut bibî

mirin û ta bi te bigire û ber nede

mêjiyê te li erdê birjê

pergala te hilweşe

tu veliqitî

tu bî tu çito nebî

rovê te li tekeran kevin





2015.01.31-17:42 | zerepel

7. (bnr: tu qurbana zarê xelqê bî)



2015.05.31-13:18 | kelemejû

8. nifirên hemû kes bikartînin lê dîsa ha jiwera sê hew nifir

tu li kelema bikevî (ji xwera nifir bibînin)

tu xêrê ji xwe nebînî

zarokê te jî te biêşînin



2015.05.31-19:53 ~2015.11.20 00:26]| shorbevan

9. carina kêfa min tîne. wek li jor hatiye gotin hin dayikan zarokên xwe bi qurbana zariya/kurê xelkê dikin.



2015.05.31-20:07 | kurê xelkê

10. Hey li êşa mirîşkan hun girtî

Kul hinav

Emir kurto\ê





2015.11.19-22:05 | serbilint

11. min xêrê ji te dîto/ an nedîto

tu ne belqitî/ belqityo

tu qet gir nebî

sibe biteda neyê/ tu ne gihîjî sibehê

...



2015.11.20-00:39 | shorbevan

12. Hey jan di hustiyê te keto



2015.11.20-15:38 | hola êzîda

13. nifirek yek ji wan eve rihmetiya pîra min pir bikar dihanî; stûyê te bişkê, çavê te birije, bîvikê te derê...



2016.08.04-22:51 | shorbevan

14. Nifirên ca min piçek giran in * Bo nûmûne " Hêviya min ji rebbê jor heye heta heftakê meytê te ji vê malê derkeve " * Lê carkê biquxum hema ta digre *



2016.08.05-01:46 | biaqila malê

15. (bnr: dev resisî)



2017.06.27-16:23 | simurg56

16. Nifirê diya min ya ku herî zêde bikardianî:
'Tu qurbana zarê xelqê bibî'
Temenê min bû ye 23 lê hê jî dibihîsim. Law kî nin ev zar? Ku ez hê jî qurbana wan dibim.



2017.06.27-19:47 | ejder

17. Nifirên divê mirov xwe jê biparêze û ji gotina dayika xwe dernekeve



2020.04.12-15:09 | brzn

18. nifireke cîya min :

(bnr: law hûn nan bibînin dew nebînin dew bibînin nan nebînin) :/



2020.05.11-19:06 ~21:54]| hozan serhad

19. dîsa nifireke cîya min :

(bnr: xudê toza ax bide min)



2020.05.14-22:55 | hozan serhad

20. xwedê li te nexe
dilê dayîkan bar nade ku bêje xwedê li te bixe



2020.05.14-23:05 | afa

21. Nifirên diya min; law tu xêrê ji xwe nebînî, stûyê te bişkê!



2020.05.15-13:11 | raman

22. Kera jina mêrê te ga! Ne nifir e, çêr e.



2020.05.15-16:30 | sarya

23. Xwedê noka dide yê bê dirana.



2020.05.16-12:52 | spînozayî

24. (bnr: xwedê nesehlandî)!



2020.07.15-12:13 | simurg56

25. (bnr: tu di behra bêav da bifetise!)



2020.07.15-15:08 | keyomerd

26. Nalet dê û bavê te bê



2020.07.15-21:37 | dilreş

27. waxtê em zarokbûn, dîya min peşî gotina nifirê levê xwe zirav dikir zarokên taxê me tev alîkek direvyan :D yav ana te çiqas me dida tirsanê emrê te dirêj be :]
favorî nifira dîya min: kuro lav tû xêrê nebînî (spas dayiko heta a niha min qet xêrê nedît, qurbana te! :D)



2020.07.16-18:43 ~18:44]| doesntmatter

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
rêvebirên tirk yên pkk ê [1]
Yên ku pkk damezirandine û nav pkk de navdar û xwediyê cîhekî ne. Dura...
selim temo [1]
her carê bilind difire. vê carê jî bi îddiayeke qerase bûye rojeva kur...
bedel boselî [2]
Ji gundê bosela ser zaxo ye, sindî ye. Xebatên wî yên ser dîroka kurda...
tiştên mirov lê ecêbmayî dimîne [1]
ji apo hezkirine. îro min di twitterê de dît çend apocî digotin emê ji...
çîrokên kurdî [1]
Go, zelamek Goyî rez hebû, peyîzê tirhê rezê xwe çinî, tirî bir maslê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifirên kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî