1. (bnr: nîvê heyvê) |
|
14.01.2015 13:50 |
nazim tolhildan
|
2. yek ji xweştirîn fîlmên bahman ghobadî ye, dawiya fîlmê zêde hatiye çêkirin eger fîlm bi tempoya destpêkê dewam kiribûya min ê gotibûya baştirîn fîlma bahman ghobadi ye, di fîlmê de mamo stranbêjeke navdar e û hemû kurên wî jî wekê wî mûzîsyen û stranbêj in, piştî ku başûrê kurdistanê azad û ava dibe, hemû kurên xwe dide hev û dikeve ser rê ji bo li başûrê kurdistanê konsertê bide, fîlma behsa çîrok û serpêhatiya vê rêya mûzîkal dike.. mûzîkên fîlmê hisên elîzadeh çêkirine, mirov jê têr nabe, herwiha di fîlmê serkeftîtirîn sehneya romans ya sînemayê heye, eger we heta niha temaşe nekiribe hûn bi ya min bikin dev ji her tiştî berdin pêşiyê hişê xwe dilê xwe û ruhê xwe dejarj bikin û pê re jî darî vê fîmê bikin.. fîlm di eslê xwe de behsa parçeyên kurdistanê dike ku dixwazin bigihêjin hev lê her carî asteng û kelemek derdikeve pêşiya wan.. |
|
14.01.2015 14:31 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
3. û di fîlmê de lîstikvana navdar ya îranî gulşîfteh ferahanî jî dilîze, ji xwe ez ne xelet bim cara ewil di vê fîlmê de stêrka wê diçirûse, di nav kiras xiftanên kurdî de wekê nîvê heyvê dibiriqe.. |
|
14.01.2015 14:34 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
4. Ú stranên ku têda tên lêxistinê mîna awahad vahar a (bnr: parvîn namazî) gellek xweş û balkêş û dilşewat bû. |
|
11.02.2015 21:14 |
pîlerka pîr
|
5. Fîlmeke gelek baş û serkeftî ye, niha min darî kir, ez nizanim çawa bêjim. Serê mirov dikeve nav pirs û gêjahiyên belawela û wê hesta dermanbûna mûsîqiyê di nav laşê mirov dide der. Parçebûna Kurdistanê, kurdên bi hesreta azadiyê, mûzîk, sînor û mirin, di her sahneyê darbest (tabût) hebû. |
|
22.02.2015 23:40 |
xendekî
|
6. (Bnr:sahneyên fîlman ku nayên jibîrkirin/59563) |
|
22.02.2015 23:54 |
xendekî
|
7. fîlmeka muzîkî ya. hem mijar, hem serebuta ci gelêk balkêş ê. manaya nameyê fîlmî zî, bi kurmancî nîvheyv - nîvmeh, bi kirmanckî nîmmeng a. |
|
23.02.2015 17:48 |
endazyar
|
8. lorîneke bikeser û bibandor e ji bo parçe-parçebûn û îzolebûna welêt. |
|
03.01.2020 09:19 |
xelîl
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |