Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 60 peyam
alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne - tirşik
alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:

1) Nivîsa mixî: Medan şeş (6) tîpên din jî bi ser ve kirine û hejmara tîpên vê alfabeyê ji sî û şeşan (36) derxisitine çil û duduyan (42). Ev alfabe ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsandin.

2) Alfabeya Avesta: Ev alfabe ji çil û çar (44) tîpan pêk tê û ji hêla rastê ber bi hêla çepê ve tê nivîsandin. Hin çavkanî destnîşan dikin ku, çil û heşt (48) tîpên alfabeya Avesta

hene.

3) Alfabeya Aramî: Belgeyên herî kevn ên kurdî bi vê alfabeyê hatine nivîsandin, ev belge li şikeftên herêma Hewremanê hatine dîtin. Her wiha tê gotin ku nivîsarên Kurdî bêhtir bi vê alfabeyê ne. Belgeyên hatine dîtin, ku nivîs li ser çermê xezalan e, ji nav wan ên herî kevn ji salên 88-87 ên beriya zayînê ne.

4) Alfabeya Berê ya Pehlewî. Bi vê alfabeyê, bi navê ‘Dînkerd’ pirtûkek bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin.

5) Alfabeya Masî Soratî: Dîrokzanê Ereb Ibn Wehşiye, di pirtûka xwe ya ku di sala 855’ê zayînî de qedandiye, dibêje kurdan ev alfabe (Masî Soratî) bi kar aniye û sê (3) berhemên ku bi vê alfabeyê hatine nivîsandin jî dîtine. Ev alfabe sî û şeş (36) tîp bûne, lê kurdan şeş (6) tîpên din jî lê zêde kirine.

6) Alfabeya ku Kurdên êzîdî bi kar tînin: Bi sedan sal e ev alfabe ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn û ji sî û yek (31) tîpan pêk tê. Ji milê rastê ber bi milê çepê ve tê nivîsandin. Hinek kes ji vê alfabeyê re ‘Alfabeya Sirê’ (ango Huruful el Sır) jî dibêjin. Pirtûka olî ya pîroz a êzîdiyan Mushefa Reş û Cîlwe bi vê alfabeyê hatine nivîsandin.

7) Alfabeya Erebî ya Kurdî

8) Alfabeya Latînî ya Kurdî

9) Alfabeya Kirîlî ya Kurdî

Ji bilî van alfabeyan, li Hêrêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji beriya zayînê (beriya mîladê) ji sedsala 8’an maye û ev nivîs aîdê medan e. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.



*Ji rûpela facebookê ya kurdî-der'a izmir'Ê

**http://tinyurl.com/pu3dnbh



14.11.2014 22:12 | mergehez

2. Alfabeya "weşanên perî"yê,

Alfabeya mehmet emîn bozaslan



15.11.2014 04:06 | zero

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne
» heta mirov bejnekî di rakê bejnekê di tewênê
» nihaka
» kurdan
» kardoxî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî