Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 63 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; behzat ç.
peyamên çepikkirî

50671. rêzefîlma ku mesele ne polîsên tirka ye lê fikra ku tê de derdikeve bi pêş de ye. ew fikir jî bi wîcdanî nêzîkbûna mirovan e ku bêpêşdarazî be. di gelek beşên vê rêzefîlme mirov dibîne ku nîjadperestên tirk tên rexne kirin û bi çend beşên li ser meseleyên ermenî û kurdan ev faşîst ji alî behzat ç. û ekîba wî bi tûnd tên pirsyarî kirin. ku mesele polîs bin, ji xwe polîsên din jî ji alî vê ekîbê, buroya cinayetê, nayê hez kirin. ev buro li gorî qeweta xwe li dijî neheqiyan tekoşînek dijwar dimeşîne û heta ku ji wan tê ji xeletêyên polîsên din re jî dibin asteng. li gorî herikîna senaryoyê çend caran girtinên neheqî yên ji alî polîsên temê jî hat nişandan, û behzat ç. van kesan ji temê diparast. bi kurtî, erê behzat ç. polîsek bû lê ne ji yên faşîst û bêwicdan. ji ber vê ev rêzefîlm nikarê tenê li ser polîsiyê bê nirxandin. a duya, li ser hez kirina vê rêzefîlmê, ji bo hez kirina tiştekî qenç, ne hewceye ku ew tişt îlle orîjînê aliyê mirov be. tiştên baş, tiştên qenç li ku derê be, li ba kê be, ji aliyê kê/î ve hatibe çêkirin jî baş e û qenc e. ji bo hez kirinê jî ne divê mirov çepgir bê ne jî ji aliyê wê deverê bê, tenê mirov însan bê bes.

ku em bên mesela min jî, ez ne çepgir im û ne jî heyranê ti tiştekî tirkan an rojavayî me, ez oldarek kurd im ku di halê xwe de dijîm. tiştekî ku ez jê hez bikim an nekim jî berî her tiştî ez li gorî wicdana xwe lê dinerim, ne li gorî qalibên ku ji alî civakê hatiye ave kirin.

ya dawî, diyar kirina ne-çepgiriya min jî tenê ji bo nîşandana li peyama jor e, şaş neyê fêm kirin.



18.06.2013 18:49 | simurg56