1. şitexaliya fizulÎ ya ku jin di serê mêrên reben de dikin an bi maneya xwe ya ferhengî axaftina berdewam ya tijî gazind û rexne û nerazîbûn.. porpor jî jê re dibêjin.. yên ku ev kar ji xwe re edet û sinet ji wan re jî dibêjin pitpitok.. mêr dema ji pitpita jina xwe aciz dibin, ji jina xwe re dibêjin bes vê pitpitê di serê min de bike, an dibêjin li ser serê min bes bike porpor, te ez mejîreşî kirim.. filan.. |
|
17.09.2014 23:22 |
endazer
|
2. (bnr: bûna pitpita yekî) |
|
23.04.2015 17:53 |
simurg56
|
3. Dema ku ez bi yekî bi zimanekî xeyrî kurdî biaxivim, bavê min kopiya min dike û dibêje 'pitpitpitpit' |
|
23 roj berê 21:51 ~2024.04.10 14:03 |
keloş
|
4. Bi dengekî kêm axiftin; pitepit e. |
|
22 roj berê 03:09 |
bayê xerbî
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |