Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 63 peyam
li benda godot - tirşik
li benda godot
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi sêrî de weke afirandeyeke şanoyê hatiye afirandin. dûv re weke pirtûk hatiye veguherîn. şano a li benda godot bi aliyê rexnegiran ve nehatiye ecibandin û rexneyên giran û tûj lê hatine kirin. di heman demê de bi aliyê temaşegeran ve jî nehatiye ecibandin. ji ber wê weke du salan şano nayê peşkeş kirin. dûv 2 salan re di girtîgehekê de hatiye peşkeş kirin û şano bi aliyê girtiyan ve li piya hatiye çepik kirin. dema ku rexnegiran, serkeftina li benda gotot a di girtîgehê de dibihîsin, xebata xwe ya li ser afirandeyê dubare dikin û bi vî avayî li benda godot dibe afirandeyeke nemir.



13.09.2014 14:10 | nazim tolhildan

2. Navê pirtûka-şano ya samuel beckett e ku ji weşanxaneya kabalcı derketiye ye. Di sala 1948an de bi fransî hatiye nivîsandin. 124 rûpel e. Lîstikvanê şanoyê estragon , vladimir, pozzo, lucky û zarok e. Derhaqê van kesan de em tişteke kesinkes nizanin tenê dizanin ku serê wan de şewqeya melon heye. Û estragon û vladimir jî li benda godot in. Lê em dîsa nizanin ku godot keseke an jî tişteke. Pistî demeke lîstikvan wextan tevlîhev dikin û hişa wan serûbino dibe.



Vladimir : gotibû ez ê kesin bêm.

esrtagon :ger neyê?

vladimir :em ê sibê bên.

estragon :paşê jî roja din.



10.07.2016 13:07 ~13:09 | gulêê

3. pîrtûka ku mirov li ser girêdanka jêrin dikare bi kurmancî bixwîne



Here lînkê



11.07.2016 20:23 | havka

4. vladimir: min qet te terk kir?
estragon: te hîşt ku ez biçim.

/

estragon: em tev weke dînan tên dinyayê lê hin ji me dîn dimînin.

/

vladimir: êêê, em herin?
estragon: erê, em herin.
(nalivin)



05.07.2019 00:32 | roza

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» benda te me
» godot

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî