Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 23 peyam
psodotumor cerebrî - tirşik
psodotumor cerebrî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nexweşiay ku weke îdiyopatîk întrakraniyal hîpertansiyon jî tê zanîn. bi navê xwe yê kevin benîgn întrakraniyal hîpertansiyon.

nexweşiyek norolojîk e. vê nexweşiyê de patolojiya herî berbiçav, di hundirê qafê mirov de (întrakraniyal) zêdebûna pestoya tansiyonê ye lê sedema wê jî ne hebûna tumorekê ye. (sedem nayê zanîn)



giliyên herî berbilav ya nexweşan; êşa serî, verişîn, dil qeqilîn, cot dîtin û gelek caran jî çingîniya rîtmîk ya guhan e. ger neyê dermankirin, dibe ku bibe sedema korbûnê.



teşhîsa wê bi tomografî û lomber ponksiyonê(LP) tê kirin. (lp nexweşiyê piçek rihet jî dike)

eslê xwe de teşhîsa wê, tespîtkirina tunebûna nexweşiyeke din e. jixwe loma navê jê re îdiyopatîk yanî bêsedem hatiye gotin.

carina ji ber zêde bikaranîna vîtamîn a'yê, ji ber antîbiyotîkên tetrasîklîn, dermanên ku pêşî li ducanîbûnê digire çêdibe. (vîtamîn a, ji bo dermankirina pirzikan tê bbikaranîn)



dermankirina wê;

- lomber ponksiyon (ji bo teşhîsê ji pişta mirov avek (csf) tê kişandin ku kişandina vê avê pestoya tansiyonê jî kêm dike û bi v awayî dibe tedawî jî)



- ji bo kêmkirina tansiyonê dermana acetazolamid'ê.



- emeliyat (ji bo kêmkirina pestoya tansiyonê, çêkirina şantan(shunt))





komplîkasyona herî zêde ya nexweşiyê ji ber papîlodemê çêdibe ku ger neyê dermankirin dikare bibe sedema korbûnê.



11.06.2014 17:30 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [4]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
pere li erdê dîtin [2]
ez û kekê xwe li malekda bi hev re diman.Ew dem xwendekarbûm, nedixebi...
pere li erdê dîtin [1]
- Xwediyê wê pereyê heye? (1) - Xwediyê wê pereyê heye? (2) - Xwediy...
pere li erdê dîtin [1]
*pere li erdê dîtin* *Li derdora xwe nêrîn* *Kesekî dîtin* Tu per...
pere li erdê dîtin [2]
Nizanim, min heta niha li erdê pere nedîtiye, lê ger ez bibînim û xwed...
belki ev jî bala te bikişînin
» psodotumor cerebrî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî