Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 8 peyam
pere li erdê dîtin - tirşik
pere li erdê dîtin
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dema ku pir lazim be, di demên tengasiyê de, xêra xwedê ye. bicih hatine duayan e. min gelek caran pere li erdê dîtiye.

bîranîna min a ewil digihe heyşt saliya min. rojekê nîvroyê bû. ders qedyabû. min ji mektebê dabû rê ku biçim malê. wan salan ne ji adetê bû zarok ji mektebê derkevin û bi erebe an servîsê siwar bin, bigihin malê. bi lingan diçûm. herkes bi lingan diçûn û dihatin. wê çaxê ziravê xelkê ji pedofîlîyê an ji tiştên din nediqetiya. gerçî dêya'm tim li min şîret dikir, digot wê qereçî te têxin çewalan û te birevînin. ezê zarokekî diyarbekirî, min tedbîra xwe girt. min kêreke piçûk (bi rastî pir piçûk bû) di bêrîka xwe de digerand ji bo çewalê biqetînim. ne ku lawê xelkê bidim ber kêran. ma em biçaxçî ne?

wê rojê di rêya vegerê de hevalên min ne bi min re bûn, niza'm çima. nahê bîra min. hema bi tenê di rê de diçûm. dema di ber benzîngehekê re derbas dibûm, kaxideke mezin li erdê nebînim, bi wêneya beton misto ser de. di salên 90î de ne tiştekî asayî bû mirov mistoyî li erdê bibîne. pirî caran li ser dîwaran rastî wî dihatim. di cihên bîlesebeb bilind de. pere li ser seran û ser çavan. lê divêtiya min pê tunebû, ne bi pereyê û ne jî bi mistoyî. bê plan û bê hazirî ew pereyê mezin ez xistibûm tora xwe di heyşt saliya xwe de. Ewil ew pere ji min re bû êş, ji min re bû diltengî. Min nedizanî pê çi bikim. Dibe ku ji kesî re qal nekiribim jî. ew pere-misto dawiya dawî ji min re bû tahmtîtik: bû biskiwît, bû şokokel (te go çi?). ji min re bû defter û ji min re bû tiştên din ku aniha nahê bîra min.

wekî min got, ew yek bîranîna min a ewil bû. ne zêde be jî, hîna jî car caran pere li erdê dibînim. pere-misto min bernade. ji dû min naqete. heya aniha min xêr jê nedîtiye. bi ya min a ku mirov kêfa xwe jê re bîne ne pere ye. jê xweştir heye. zêr li erdê dîtin



26 roj berê 23:40 ~2024.05.27 11:43 | mirovekirind

2. Hesteke pirr xweş e. gava ku ez biçûk bûm hingî min li erdê pere didît, hevalan leqeba min kiribû "elektrîk", qesta wan ji elektrîkê "ampûl" bû, yanî çavên min weke ampûlê her tiştî ronî dikirin û peyre jî didîtin.



26 roj berê 00:12 | ceso

3. Nizanim, min heta niha li erdê pere nedîtiye, lê ger ez bibînim û xwediyê wê tunebe, ez dibêm ezê têxim berîka xwe*



20 roj berê 12:24 | narin

4. ez û kekê xwe li malekda bi hev re diman.Ew dem xwendekarbûm, nedixebitînim perê min hema bêje tunebû hîç.Rojekî sar û seqem bû nîqaşek navbera me de derbasbû min hez nedikir zêde li wir bisekinim û min derî lêda ez derketim.ew şev min nedixwest biçim malê , demeke dirêj meşiyam , bê perebûm , wek min got pir jî sar bû.Carekî de çavê min tiştekî kesk ket , ew 20 tl bû .20 tl jî perekî mezin bû ew dem.Min ew pere hilda ez çûm cafeyên înternetê ku ew dem ev cafe pirr populerbûn.Heta sibê min xwe germ kir , bi tost û çay zikê xwe têr kir. ew şev wisa xweş derbasbû.
Min pere li qeraxa mizgeftek dîtibû , zêde ne dîndar bim jî peyam zelal e hêja no!!!



20 roj berê 12:44 | brzn

5. - Xwediyê wê pereyê heye? (1)
- Xwediyê wê pereyê heye? (2)
- Xwediyê wê pereyê heye? (3)



18 roj berê 15:35 | cinorek

6. *pere li erdê dîtin*
*Li derdora xwe nêrîn*
*Kesekî dîtin*

Tu pere wunda kiriye?

-hih, e-erê

Tu çiqas wunda kir?

-hih, nizanim lê gelek bû

De siktir be qeşmer.



18 roj berê 17:13 ~17:34 | horhorik

7. "min îro li erdê 200 dolaran dît. min piştre zarokek dît. digîriya.
-çi bû zarok?
+min îro 200 dolaran wenda kir.
min fedakariyekî mezin kir û 20 dolaran da jê re.
belê, tava xwedê li we ketibe her tişt cûda dibe. tu dibî mîna mîlyaketan. înşellah xweda ji her kesî re hîdayetekî wisa bide."



18 roj berê 18:29 | blabla

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
yaresanî [1]
li manîsayê ev nav bûye "yarhasan" "(paldayi...
rênas jiyan bila romanan jî binivîse [1]
daxwazeke li cî ye. camêr nivîsand. di dema borî de. romana xwe ya pêş...
semsûrî ji amediyan zêdetir li kurdiyê xwedî derdikevin [1]
dibe ku rast be. di serî de ev yek û bi çend tiştên din bi hev re, ew ...
tirşik v3.0 [1]
Malper ev çend hefte ye ku li ser du platformên cûda dixebite. Versîy...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
belki ev jî bala te bikişînin
» pereyê hûr
» erdê xweda
» dîtina bi çavên serê xwe

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî