1. Mijara ku bavê min li ser wê lîsans, lîsansa bilind, doktora û pisporî kirîye |
|
12.01.2020 14:54 ~14:59 |
tîrêj zana 21
|
2. îro li qehwê mijara min û hevalê min bû. hin lêdan wehşane bûn hinek jî kenok. yekî amedî di go: rojekî em li ser xwarinê bûn. min bavê xwe aciz kir. dîn bû halo. li ser sifrê tiştek gerîya ku bavêjê min. meyzand ku qedeh kêr çetel filan tev jî talûke ne. dil nehiştîye şeqam jî lê bide. û ji nişka vê rahiştiyê nan û gotiye ''bismilla" û pê nan şeqamek lê daye. * |
|
12.01.2020 23:18 |
xwelî li ser
|
3. helbet kesên pispor wê baştir şîroveyê vê yekê bikin, lê ez bim lêdan xelet e û ji bo zarokan dibe travma ji bîra wan naçin. şûna tundî û lêdanê heke tu zarokî bi hijêkirinê û li ser qencî û başîyê mezin bikî jixwe ew zarok dema tiştek xirab jî bike tu yê bi zimanê xwe karibî lê bidî fêmkirin. |
|
12.01.2020 23:24 |
xendekî
|
4. Ew lêdana ku piştî li zarokên cixarevexwar tê kirin ku zarok dev ji cixarê berdidin û dest bi nimêja xwe dikin |
|
12.01.2020 23:25 |
tîrêj zana 21
|
5. mijara ku ez bixwe wekî tirşikvanên din nikarim henek û qerfên xwe pê bikim. ne tenê lêdana zarokan lê her cure lêdan û tundîyê jî napejirînim. divê dêûbav bibin bendergeh û stargeha zarokan ku zarok bikaribin bê tirs û bi wêrekî xwe îfade bikin da ku di siberojê da travmayên mezin neyên serê wan. bi lêdanê tenê tu dikarî mirovekî/ê vebigirî û bixî di bin bandora otorîteya xwe da. lê ev zeftkirin wê rojekî bi guherînekê mezin biteqe û ev kesayet wê nexweşîyeke derûnî bibuhurîne û îhtimaleke mezin ji bo hevjîn, xwûşkûbira û zarokên xwe tund û şidetê bike. û ev rewş wekî çerxekê hetahetayî wê bidome. |
|
13.01.2020 10:46 ~10:47 |
xelîl
|
6. Dibe sedema êş û elemên derûnî yên mayînde. Zarokê ku pir kutan bixwe an pir tirsonek dibe an jî pir zalim dibe. Xwe kêmdîtîn, derûnîya çilmisî qederê zarokên kutan xwarinê ye. |
|
13.01.2020 10:56 |
azad30
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [1] |
|
pere li erdê dîtin [2] |