Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lêdana bav li zarokê xwe] de;

5. mijara ku ez bixwe wekî tirşikvanên din nikarim henek û qerfên xwe pê bikim. ne tenê lêdana zarokan lê her cure lêdan û tundîyê jî napejirînim. divê dêûbav bibin bendergeh û stargeha zarokan ku zarok bikaribin bê tirs û bi wêrekî xwe îfade bikin da ku di siberojê da travmayên mezin neyên serê wan. bi lêdanê tenê tu dikarî mirovekî/ê vebigirî û bixî di bin bandora otorîteya xwe da. lê ev zeftkirin wê rojekî bi guherînekê mezin biteqe û ev kesayet wê nexweşîyeke derûnî bibuhurîne û îhtimaleke mezin ji bo hevjîn, xwûşkûbira û zarokên xwe tund û şidetê bike. û ev rewş wekî çerxekê hetahetayî wê bidome.

(bnr: cycle of violence)

(bnr: çerxa şîdetê)



13.01.2020 10:46 ~10:47 | xelîl